DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -2

DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -2

Nivîskarê malpera me lêkolîneke zanyarî ya bi belge û îzbatan va dagirtî

ser kovareke kurdî a delal ji malpera me ra şandîye.

Ji ber ku nivîs mezin bû, me ew kir 4 beşan û 4 rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin!

 

Raif Yaman, lêkolînkar

Babanzade Îsmaîl Hakki ji ber ku miletê kurd bi tenê hiştine gilî û gazindên xwe ji zarên miletê kurd û miletên cîran dike. Nivîskar dibêje: “Bi taybetî di vê sedsala dawîn da ev milet hem ji alî zarên xwe hem jî ji alî miletên dor lê girtî ve di rewşeke wusa da pir bi tenê hatîye hiştin, hatîye jibîrkirin, hatîye piştguhkirin. Ev miletê ku bi zîmanê Erebî, Turkî û Farisî ewqas helbestvan û zanyarên namdar gîhandine kêmtir bala xwe daye zimanê xwe. Pêwîstî jî pê nedîtîye di derbarê bandora zimên a li ser bilindbûn û zengînbûnê lêgerînekê bike… Her milet ji bo famîla îslamî a di nav daye xurt bike berî her tiştî divêt xwe bi hêz bike… Ji ber ku di nav miletekî da nemana kesên xwendin û nivîsandinê nizanin tenê bi sazîbûna ders û perwerdehîya bi zimanê wî miletî mumkûn e… Kurd dema bi Kurdî bixwîne û binivîse nikane dev ji dînê xwe berbide… Bi berdewamîya bi zimanê xwe turkan dev ji îslamîyetê berdan? Zimanê eceman ew kirin dijminê îslamê? Ji bo miletên îslamî yekane princip, yekane pêşengê rizgarîyê ev e: pêşîyê misilman, paşê ereb, turk, kurd an jî ecem…”[1]

Di pêkhatin û pêşketina miletbûnê da rola zimanê maderî pir grîng e. Babanzade Îsmaîl Hakki di nivîsa xwe a bi navê Kurtlugun Tealisi (Bilindbûna Kurdayetîyê) da grîngîya perwerdehîya bi kurdî anîyê zimên. Kurdên bi nezantî pesnên împaratorîya Osmanî didin û dibêjin di dema Osmanîyan da rewşa kurdan gelekî baş bû divêt ji tarîxa vê împaratorîyê û rewşa kurdan a wan deman haydar bibin. Ev nivîsa Îsmaîl Hakki di derbarê sîyaseta Osmanîyan a di derbarê kurdî da malûmatên manîdar dide.

Îsmaîl Hakki ramanên xwe ên di derbarê perwerdehîya bi kurdî da wusa anîne zimên: “Divêt em bi milî li xwe mikur bên ku di mijara perwerdehîyê da hema hema hîç tiştekî kurdan tune ye. Her çiqas zimanê axaftinê zengîn û rengîn be jî, zimanê nivîsandinê ji hemî hêjahîyên heq kirîye bê par hatîye hiştin. Di vê rewşê da divêt avahî ji nû ve were çêkirin, bingehek zexmtirîn jê ra were danîn… Peywist e miletê kurd ji nû ve were gihîştin, û berî her tiştî ji bo perwerdehîya dibistana seretayî bigihê her deverê divêt xebat were kirin… Peywira pêşîn pêkanîna kurdîyek bilind û sade a nivîskî ye. Ev ziman dê bi elîfba ereban were nivîsandin. Ji bo vê divêt di elîfba ereban da hinek guherîn werin kirin… Divêt kurd ji alîkarîya dewletê zêde bi hêvî nebin. Ji ber ku di demek guftûgoyên “gelo bi kurdî perwerdehî dibe an nabe” berdewam in da dibe ku dewlet bi guman li vî warî binihêre. Ji bo vî karî zanîn û pere lazim e. Peywist e kurd karê xwe bi xwe bikin.”[2] Babanzade Îsmaîl Hakki dixwaze piştî standardkirina kurdîya bilind, kurd rêziman û ferhenga zimanê xwe amade bikin. Hema piştî vê gavê jî divêt ji bo dibistanên seretayî mamostên xwe bigihînin û kitêbên xwe amade bikin.

Xelîl Xeyalî di nivîsa xwe a bi mexlesa M.X. nivîsandîye da ji bo kurd jî mîna gelên din ên misilman bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin, bibin xwedî edebîyat û tarîxek bê kêmasî wusa dibêje: “Îro sêsed mîlyon misilman hene, hemî bi serfûnehwa xwe dixwînin û dinivîsin, tu zîyanek ji bo dînê xwe ferz û tesewir nakin. Ji bo pêşveçûnê çi lazim e ew îcra dikin, em jî lazim e tebayê wan bin; ji îro pê ve bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin… “Kurd îro muhtacî çi ne, em wan bibêjin:

  1. Ji bo zû xwendin û nivîsandina herfan
  2. Ser terzek nû elîfbeyek.
  3. Ji bo zanîna temamê zimanê kurdîtîyê qamûsek.
  4. Îlmîhalek.
  5. Tarîxê bav û kalê kurdan û enenê wan.
  6. Welatê kurdan û adet û teb’ê wan û mîqdar û navê eşîrê di wan.
  7. Kitêbê hîsabê.
  8. Ji bo zimanê kurdan serfûnehwek.
  9. Tercumeyê halê mezinê di kurdan
  10. Edebîyata kurdan û navên şaîrên wan

Ji bo çêkirina van tiştan çiqas kitêbên kurdî heye lazim e wan bişînin. Ji dengbêjan lawjek û çîrok û qewlê kurdan pirs kin û binivîsin û rêkin…”[3]

Xelîl Xeyalî bi pêşnîyaza berhevkirina berhemên folkloric ji nivîskarên din ên li ser ziman, wêje û tarîxê nivîsandine cihê dibe. Ev tê wê manê ku Xelîl Xeyalî ji rola folklorê a di processa miletbûna gelekî da rind têgihîştîye. Ev yek jî di xwe gîhandina ramana milî da xalek grîng a hêjayî helsegandinê ye.

Xelîl Xeyalî di nivîsek xwe a bi navê xwe ê mustear, Modanî X., nivîsandîye da mela û xwendeyên kurdan rexne dike. Ji ber ku ev kes bi Kurdî peyivîne, lê di dibistanên xwe da bi erebî, farisî an jî turkî ders dane û paşê tercûmeyî kurdî kirine, nivîsên xwe bi kurdî nenivîsîne. Ji nivîsa Xelîl Xeyalî bi hêsanî tê têgihîştin ku dixwaze Kurd jî mîna înglîz, frasziz, germen, ûris û îtalyanan biserêxwe bin. Di vê nivîsê da behsa miletên otonom nehatîye kirin. Xelîl Xeyalî peyama xwe bi van cumlan gihandîye xwendevanên Rojî Kurd: “Çiqa mêze dikim, bi tu awayî bi serê min nakeve ku melayê di me, xwendayê di me bo çi qisetê xwe be kurdî dikin û di medresan da dersê ku dixwînin bi kurdî me’nayê wî diwên. Wextê ku lazim be kaxizê xwe temessûkê xwe a bi erebî, a bi farisî, a bi turkî dinivîse û bi Kurdî nanivîse. … mitleq mitleq, di wê da hîkmetek, sirrek heye ku em pê nizanin. Eger mirovek ji bo xatirê bavê xwe ewê hîkmetê, ewê sirrê bêje min, em dê ji wî minetek mezin hilînin… Her çi di derheqê vê behsê da bêjin û çi sebeb nîşan bidin beredayî ye, bergeyê tiştek nagire. Çira ku îro di dunyayê da hewqa milet û qewm heye ku “em yekî wan qenc nas nakin” hed û hesabî wî tune bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, kitêban çê dikin û mekteb û medreseyê xwe da talîmî zarokê di xwe dikin. Yek ji wan ranebûye negotîye ku zimanê me, xwendin û nivîsandina wî zehmet e, ez dê bê şermî zimanê miletek dî qebûl bikim. Îro înglîz, fransiz, alman, moskof, îtalîyan li ku diçin heman mekteban vedikin, bona bi zimanê xwe te’lîmkirin. Sebebê wê çi ye? Hebit nebit di wê da ji bo miletê xwe faîdeyek dîtine. Eger tê da faîdeyek nedîna çira hewqa zahmetan didane xwe. Ew bi aqil in, nexwe em? Ev muheqeq e ku ew ji me aqiltir in û ji me şehrezatir in. Sed mîr û navdarê me li ber zaroyek heft salîyê wan newêre devê xwe veke, xeberekê bibêje. Sebeba vê wekî roja ronî eşkere ye, ew zana ne… Ew li zimanê xwe, li miletê xwe, li qencê xwe bûne xwedî? Em nebûne. Zaroyên wan nava şeş hîvan da xwendin û nivîsandinê hîn dibin, ê me nava deh salan huruf hîn nabe. Ma qey ew mirov in em ne mirov in? Belê em mirov in, feqet di derheqê vî derdê han da bê xîret û bê hîmet in… Ji bo wê şiîrek çend misreê Hacî Favur jî li vir em binivîsin, belku ji wê jî faydeyek bigirin û ji xewa giran şîyar bibin:

 

Her kurd e le beyn gel milet

Bê behr e le xwendin û kitabet

Beka be bi tercimeê zebanî

Esrarê kitêb xelqî zanî

Ême mumîn in ne rûs in

Bo çi kufr e zebanî man binûsin

Miletê bê kitêb û bê nûs in

Xeyrî kurdan nîye li ruwê zemîn

Rûm û çî çak e îttifaqî heye

Kurd e bêxîretî îttifaqî heye

Em hatîy wan mekteb in bi keser

Kurdekan bar dikin weke maker

Wa dîyar e heta ke dunya dibî

Kurdekan xaliban dibê û dibî

“Ço” çi qedrî heye le naw kurdan

Xeyrê lêdan û cewin û têhildan.[4]

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X, ji ber ku kar û barê xwe bi kurdî nekirine, nivîsên xwe bi kurdî nenivîsandine, di şûna kurdî da bi erebî, farisî û turkî nivîsîne rexne li rêzan, rewşenbîr û edîbên kurdan digire. Vê rastîya wan wekî sebeba di nav kurdan da wendabûna navê wan û berhemên wan tîne zimên: “Îro hezar û sêsed sal e ku me kurdan musulmanî qebûl kirîye, di nam û xebatê ha da qe nebe sî çil hezar şêx, mela, feqî û mîr ji kurdan gihane û di wê wextê da navdar in, ji bona dîn û dewletê xizmetên mezin kirine û kitêb çêkirine. Hal ev e ku ev xizmeta ha, ev kîtabeta ha temamê wê wenda bûye, navê wan nemaye, ewê maye ew jî bûye malê ereban û eceman û romîyan, qederê zerrekê ji bo kurdan faîdeyek nekirîye. Eger wan mirovan ji sedan yek xizmetek ji bo kurdan bikirana û ew kitêb û dîwan bi kurdî binivîsandana, îro navên wan û kitêbên wan wenda nedibûn, zarokên di kurdan dixwendin û rehmet li wan danîn. Eva mîsala Elîyê Herîrî ye nehsed û sî sal berê hatîye bi zimanê kurdî beyt gotîye, heya heşr rabe navê wî li nav kurdan dê bimîne, her kes dê rehmet lê bîne. Melayê Cizîrî jî heştsed sal berê dîwanek çêkirîye. Ehmedê Xanî, Mem û Zînek û ji bo zaroyê kurmancan Nûbarek telîf kirîye, bi çar zimanî şîîr gotîye, derheqê xîreta kurdî da çend xeberek Mem û Zînê da anîye û ji ebnayê zeman gelek gilî kirîye”[5]

Xanî ji kemalê bê kemalî

Meyadana kemalê dîtî xalî

Ye’nî ne ji qabil û xebîrî

Belku bi teessûb û eşîrî

Hasil ji înad eger ji bê dad

Ev bîd’ate kir xellaqê mu’tad

Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî

Înaye me nezm û întîzamê

Kêşaye cefa ji bo wê amê

Da xelq nebêjitin ku Ekrad

Bê me’rîfet in bê esil û bunyad

Enwa’ê milletan xudan kitêb in

Kurmanc tenê di bê hesêb in.

Ebdulkerîmê Silêmanî di derbarê hînbûna dereng a xwendin û nivîsandinê da ji nivîskarên din ên kovarê cihê difîkire. Di nivîsa xwe a bi navê Mindal bo çî zû fêrî xwendin nabî da balê dikşîne ser helwesta mamostan a nerast û ramamên xwe wusa tîne zimên: “Le şarî kurde bedbextekana, mindal bo çi zû fêrî xwendin nabî û mindalî freng bo çi be şeş be cot roj fêrî xwendin û nivîsîn dibî? Mindalî ême li ber çi le mekteb radike û meylî tehsîlî nîye?”[6]

Ebdulkerîmê Silêmanî sebeba hînnebûna zaran wusa tîne zimên: “ Çunke le mekteb û le hucre feleqe heye, lêdan heye, şoq û zîlleyê muellimî dika. Muellîm nazanî ke le dunya da mesûl e… Çûnke Xuda emrî be şoq nekirdûwe. Bo xatirî Xuda faîdencei ye, mindal be hewt sal xetmî Quran dika. Qebahatî mindal nîye. Ew mindal zîrek e. Eger eynen ew mindale lay freng bî, be hewt sal dibîte musteşar, nazirî xaricîye.”[7]

Fikrî Necdetê Dîyarbekrî jî ji nexwendetîya kurdan gazinan dike û dixwaze ji vê problemê ra çareyek were dîtin. Armanca Fikrî Necdet ne xwendin û nivîsandina bi kurdî ye. Bi vî alîyê xwe ji gelek nivîskarên Rojî Kurd cihê dibê. Ji bo wî a grîng ew e ku kesek bikanibe namên xwe bi destê xwe binivîsîne û bêyî ku alîkarîyê ji yekî bigire bi hêsanî bixwîne. Firkî Necdet ramamên xwe bi van cumlan tîne zimên: “Îro gelek kurmanc xwendinê nizanin, nivîsandinê nizanin… Kaxizê we digîje dest lawê we dilê wî hûnik dibe. Belê nikare bixwîne. Dibe li cem yekî dixwîne. Ev hal mêrekî ra, mirovekî ra pir şerm e. Çira mektûba xwe ez nanivîsînim, çira lawê min tenê naxwîne…”[8]

Salih Bedirxan di nivîsa xwe a bi sernavê Berî Şûr Qelem da li ser pêşveçûna culturî sekinîye. Ev nivîs di hejmara sisîyan a Rojî Kurd da hem bi turkî hem jî bi kurdî hatîye nivîsandin. Her çiqas sernav û naveroka nivîsê eynî be jî, ne tercûme ye. Nivîskar dibêje, miletek tenê bi şûr, çek û wêrekîya xwe serbilind nabe û pêş da naçe, hetta nikane ayînda xwe jî biparêze. Rewşa kurdayetîyê şahedek mezin e di vî warî da ye. Kurdan her demê bi wêrekî û esilzadetîya xwe ji demên destpêka îslamê heta îro di arteşan da li pêşîyê cih girtine. Li gel van hemîyan hîç demekê kurd ji bextreşîya tunebûnê rizgar nebûne.

Salih Bedirxan dibêje, kurdan hîç demekê grîngî nedane qelemê. Tarîxa xwe nenivîsîne. Miletê kurd xwedî gelek serek, serdar, mîr, zanyar, helbestvan û nivîskar e. Lê ji wan bê hay dijî. Di nivîsa xwe da wusa dibêje: “Min divê ji qewmê xwe ra bêjim; tu qewm û milet li dinê nîne bi şûr û mertalê xwe tenê gîhabin meqsedê, xwe hilkişe jor, îlla bi îlm û me’rîfetê. Îlm û me’rîfet du perrên we ne, meriv bi wan dikare bifirre û derkeve bilindayî. Xudayê xaliq ji însana ra emir kirî, bê wî nabe… Ji roja îslamîyet zuhûr bû hetta îro, her mêrê kurda li nav şerra bezîne, pêş da çûne û tu cara xwe nedane paş û her li rîya dîn û dewletê xwe de fedekarî kirine û ruhê xwe dane… Lê heyf e û hezar heyf e jî tu car wan ji wê hîmmetê tu xêr û menfe’et nedîye… Her timî ruhdana me ji ê xeyrê me ra ye. Ew zerara mezin her ji cehl û nezantîya me hatîye, heke qencî be, heke xerabî be mirov bi cih neke, ye’nî nezantîyê çewa bike, ew tu xeyr û nefê jê nabîne. Me kurdan jî her wusa kirîye, me nezantîye em li ku û li çi demê ruh bidin, û li ku derê û li çi demê ruh bişînin… Ewleya min heye ku ji îsbata vê de’vayê ji kurmancîtî meztir û bi rûtir tune, em kurd jî bi wê qanûna Xuda a heyatê qenc negirin em tu car pêş de naçin, em’ê her paşve bin. Hetta mirinê xulamîyê ji kes û nekes re bikin, meazallah qewmê xwe û navê xwe dê wenda bikin… Îro li dinê nêzîkî heft-heşt mîlyon kurd hene û hemî mêr û jêhatî ne û xweyî weqar in. Lê heyfa min li wan tê her li bende mane.

Ji wan ra bilindî nebûye nesîb, çunkî bê tedbîr in, tedbîr jî zanetî ye. Heçî ne zana bit tedbîra wî jî ne bi cih e û ne bi cehd e û ne xurt e, her ê wûsa kêm û zelîl bibe, di nav alemê da bê nav û deng bibe. Hûn dizanin gelî kurdino!.. Çiqas alim û xwenda, şaîr û mêrên mezin û çê ji me jî derketine? Lê her me navê wan negirtîye, qedrê wan nezanîye, ew jî her ji kurdanîyê derketine, ji qewmê dî re man e… Alimên qedirmezin wekî Şeyxul Îslam Ebu Sûûd, Melayê Cezîrî, Melayê Goranî, (xocê Fatîh bûye), Herîrî, şaîrinê mezin wekî Nalî, Herîqî, Kurdî, Ehmedê Xanî, Şêx Riza, Hacî Qadir, tarîxzanê meşhûr Îbnul Esîr, Ebu Elf … hemî ji kurmancîtîyê hatine û kurmancan tu car ew nas nekirîye. Tarîxek me nivîsîtî tune. Şerma mezin jî ew e. Bilî wan mezinan mirovekî di mezin û jêhatî weke Sultan Selahaddînê Eyyûbî ji me ye û sed heyf bête li me wî nas nakin… Ew qusurînê han jî çi ne hûn dizanin? Hemî ji bê îlmî û me’rîfetê ye ku tarîxek me kurdan nîne; ji bilî alemê em xwe bi xwe nas nakin û em ji xwe û ji quwweta xwe xafîl in. De êdî xelkê ne ji me ê çawa me nas bikin û li nav xwe da nav û dengekî ji me ra çêkin, an bihêlin. Heçî qewmê ku bê tarîx û bê nivîsandin û rojnawe ye… Ew qewm wekî însanekî kerr û lal e… Xwedayê Teala wê şerefa ezîm li dîn û dunyayê ji we re îhsan bikit û bi wê munasebetê ez’ê qesîdek Hezretî Şêx Ehmedê Xanî ji we re binivîsim. … Bi dil bixwînin û bidin xwendin, heke ew qesîde û heke qesîda Hacî Qadirê Koyî, birayê min ê ezîz we pur xîret (Meweddtî) li Rojî Kurd da wusa borî nivîsî bû… Ew du qasîdeyên her nuqteyek wan ji me Kurdan ra ruh û heyat e… Ji me şîret ji we jî ey gelê kurdino! Xebat û xîret… Ji xwedayê zulcelal jî tewfîqatê mezin.”[9] 

(beşa sisîyan sibê bixwînin)

 

[1] Babanzade Îsmaîl Hakki, “Kurdluk ve Muslumanlik”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 49-51

[2] Babanzade Îsmaîl Hakki, “Kurdlugun Tealisi”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 73-75

[3] Xelîl Xeyalî (M.X), “Ziman” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 94

[4] Xelîl Xeyalî (Modanî X.) “Ziman û Nezantîya Kurdan”, (helbest: Hecî Qadirê Koyî), Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 67-68

[5] Xelîl Xeyalî (M.X.), “Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 94

[6] Ebdulkerîmê Silêmanî, “Mindal Bo Çi Zû Fêrî Xwendin Nabî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 33

[7] Ebdulkerîmê Silêmanî, “Mindal Bo Çi Zû Fêrî Xwendin Nabî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 33-34

[8] Fikrî Necdetê Dîyarbekrî, “Xebat û Xwendin”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 69

[9] Salih Bedirxan, “Berî Şûr Qelem” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 89

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev