
Berhemeke delal ji weşanxaneya “Lîs”ê
Jîyana mirov bi xwe lêgerîn e. Helbet mirov berê wekî zarok di zikê dêya xwe de, paşê di nava dergûş û mala xwe de, paşê di hewş, gund, tax an bajarê xwe de û paşê nav sînor û pişt sînorên dewlet, ol, têgih û çanda xwe de li xwe digere.
Mirov bi hezkirin, çewtî û rastîyên xwe encamek e. A ku Lehengên Dîl lê digerin bi xwe di dinyaya mezin û gewrik de û di hundirê xwe de lixwegerîn e.
Leheng çi ye û kî ye? Ma nabe qey mirov bi çav û têgiheke din li xwe binêre.
Lehengê Dîl
Newaf Mîro, roman, 120 rûpel,
Weşanen Lîs 2019 , Amed
İSBN: 978-605-7535-10-8
Riataza