Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi taybet ji bo malpera RIATAZA

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi taybet ji bo malpera RIATAZA

Prof. Dr. Îsmaîl Beşîkcî:

Divê kurd her û her Efrînê biparêzin

û neheqîyên dagirkerîya Tirkîyeyê bînin zimên…

 

1- Roja îroyîn, Kurdistan bi her çar parçeyên xwe ve, di rewş û qonaxeke çawa da dijî?

 

Pirs, bersivê jî di xwe da dihewîne. Ma “çar parçeyên Kurdistanê” çi ye? Kurd û Kurdistan  çawa ji hev hatine parçekirin û lihevbelavkirin? Ev pêvajo bi çi awayî û kengî pêk hatiye? Sekna kurdan li hemberî  vê yekê çi bûye? Û hwd…  Kurd îro xwedî nifûseke ji pêncî mîlyonî zêdetir in; lê hêj jî weke neteweyekî, ne endamekî ji malbata neteweyên cîhanê ne. Li ser rûyê dinyayê, belkî ji çilî jî zêdetir dewletên nifûsa wan kêmî milyonekî hene. Li  gel vê nifûsa xwe û li gel evqas bedelên hatine dayîn, îcar divê kurd kûr û dirêj li ser biponijin û bifikirin bê çima hê jî ew ne endamekî ji malbata neteweyên cîhanê ne. Têgihiştina vê yekê, wê pêşîyê li gelek pirsgirêkan bide vekirin. Divê ji bo kurdan, hewldaneke bûyînê ya weke endamekî ji malbata neteweyên cîhanê, endamekî wekhev, zehf girîng be.  Ji bo vê yekê jî divê di navbera kurdan da hişmendîya yekîtîyê çêbibe. Divê kurd bixwe bigihine hişmendîyeke bi vî rengî. Heke kurd bi dev hev ve berdin wê kurdan û Kurdistanê mezin bikin; lê bidevveberdanên wan ên ji bo hêzên neyarên kurdan, di dawîyê da birîneke kûr di navbera kurdan da vedike. Ev bidevveberdan, zerarê dide rûmeta kurdan. Helbikî di vê qonaxê da tişta ji kurdan re pêdivî pê heyî; azadî ye, rûmet e…

 

2- Rojavayê Kurdistanê bi xurtî ketîye rojeva cîhanê. Ev yeka han, berhema polîtîkaya durist a kurdên rojava ye, yan bi sedema peydabûna DAIŞê û şerê li dij wê ye?

 

Bûyerên li Sûrîyeyê, şerê navxweyî, di adara 2011an da dest pê kir. Ji hingî ve li başûrrojavayê Kurdistanê, ango li Rojava, dest bi hewldanên sazkirina rêvebirîyeke xweser kirin. Ev pêvajo bi êrîşên DAÎŞê yên li ser kurdan û Kurdistanê bileztir bû. Ev her du dîyarde, her û her bandor li hev kirin û her û her bendor ji hev girtin û bi pêş da çûn.

 

 3- Dewlet û zilhêzên bibandor di Sûrîyeyê de, dubendî û nakokîyên kûr di navbera wan de hene. Kurdan karîye keysa xwe li vê derfet û rewşê bînin û bi zanebûn têkilîyên stratejîk ava bikin? 

Di serkêşîya Sûrîyeyê da îro çar hêzên bibandor hene: Rûsya, Îran, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Tirkîye. Her duyên pêşî bi vexwendina Sûrîyeyê li wir in. Her duyên paşî digel nerazîbûna Sûrîyeyê li wir in. Divê kurd, di têkilîyên xwe yên dualî da her û her di nav hewldanê da bin da neheqîyên civaka navnetewî yên li kurdan û Kurdistanê kirin, biênine rojevê. Divê di nav hewldanê da bin da mafên kurdan û Kurdistanê yên xwezayî, ew mafên wan ên ji civakbûna kurdan tên, li ser biaxivin. Ji bo vê yekê jî, grirîngîya hewldana yekîtîyekê û tifaqeke di navbera kurdan xwe bixwe da, mezin e. Divê hişmendîyeke weha çêbibe. Divê kurd xwe bixwe bi pêdivîya yekîtîyê bihesin. Lê ez ne di wê bawerîyê da me, ev yek tê kirin.

 

4- Tê gotin ku Amerîka ji rayedarên kurdên rojava xwestîye ku li hember Îranê şer bikin û kurdan jî ev daxwaz red kirîye. Tu vê helwestê çawa dinirxînî?

 

DYA, ji kurdan bi xwestina şer a li hemberî Îranê, şaş e.  Heke daxwazeke wê ya wilo çêbûbe, redkirina kurdan sekneke rast e; lê ev jî rastîyek e, li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn; ji nav serkêşîyên ereb, faris û tirkan, yekane gelê DYA pê bawerîyê bîne û lê ewle bibe gelê kurd e. Divê DYA jî vê yekê fahm bike. Lê ligel vê yekê jî heta kurd gerentîyan bi dest nexin divê nekevine nav têkilîyên weha da.

 

Siyaseta DYA’yê ya der barê kurdan û Kurdistanê da çi kêm çi şaş jî be; li ser vê xalê, pêşî li kurdan vekiriye. Ji vî hawî ve, hilweşandina rejîma Seddam Hiseyn a di 2003yan da, girtina partîya Baasê, kêmkirina çalakbûnîya Elmuhaberatê, tunekirina çekên komkujî; ji bona kurdan û Kurdistanê pêvajoyên dîrokî ne. Dîyarde û sazîyên gef li kurdan dixwarin ev bûn. Jixwe li ber çavan e; avabûna/sazkirina serkêşîya Herêma Kurdistanê, piştî rakirina ji holê ya van gefan e. Ev yek, biçûk jî be lê dîsa jî ji bo kurdan statuyek e. Ji ber van têkilîyan ên pêşîyê li ber kurdan vedikin, helbet serkêşîyên ereb, faris û tirkan; li DYA’yê ewle nabin. Kurd jî, ji ber siyasetên kêm û şaş li DYA’yê ewle nabin. Divê DYA, karibe vê ewlebûnîyê bide kurdan.

 

5- Biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyeyê, paşê jî biryara hiştina 400 leşkerî ji bo “parastina aştîyê”, tên çi wateyê?

 

Têne vê wateyê, hê nikarîye dev ji Sûrîyeyê û Rojhilata Navîn berde. Metirsîya wê ji tenêhiştina hêzên ji wan ra gotî hevalbend û hevpeyman, weke PYD’yê.

 

6- Heta çi astê Amerîka dê pişta kurdên Rojava bigire û ji wan re destkeftîyên sîyasî dabîn bike?

 

Heta wextê berjewendîyên wê hebin, DYA wê li Sûyîyeyê bimîne, wê alîkarîyê bide rêxistinên weke hevalbend pejirandî, mînak YPG; lê kurd divê di nav seknek û tevgerekê, ya çerçeveya wê min di bersiva pirsa yekê da fikrên wê anîne zimên da bin. Divê ne di nav hewldaneke çerçeveya berjewendîyên rêxistinî da bin, divê di nav hewldaneke çerçeveya berjewendîyên kurdan û Kurdistanê da bin. Gihiştina hişmendîyê ya fikrê pêdivîya bi yekîtîyê, girîng e.

 

7-  Gelo mumkin e sînyaroya Efrînê li rojhilatê Feratê jî dubare bibe?

Bi dîtina min, ew sînyaryoya li Efrînê pêk hatî dê li rojhilata Feratê pêk neyê. DYA, Rûsya û Sûrîye; di vê mijarê da, ne alîgirên êrîş û çalakîyeke ji alîyê Tirkîyeyê ve ne. Wilo xuya dike…

 

8- Çarenûsa Efrînê dê çi be?

 

Divê kurd her û her Efrînê biparêzin û divê her û her cihê dagirkerîya Tirkîyeyê, neheqîyên wê yên li kurdî û kurdan bînin zimên. Helbet Efrîn ji axa Kurdistanê ye.

 

9- Derbarê gefên Tirkîyeyê de; heta çi radeyê Tirkîye dê gefên xwe cî bi cî bike û êrîşî rojavayê Kurdistanê bike?

Jixwe Tirkîye di nav êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê da ye; lê di mehên bên da heye li hember fermanên Sûrîye û Rûsyayê yên “Ji Sûrîyeyê xwe bide alîyekî û derkeve!” rû bi rû bimîne.

 

10- Li gorî texmîna te, “herêma ewleh” a ku dê li rojavayê Kurdistanê were avakirin, dê li jêr serdestîya kê be û çi qasî  bikeve xizmeta kurdan?

Herêmeke ewle ya Tirkîye di nav da, her û her wê di nav sekneke dijîkurd da be. Ji bilî vê yekê avakirineke herêmeke ewle, pêkan e ji xêra kurdan ra be.

 

11- Sûrîye bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî, rewşeke çawa li hêvîya wan e?

 

Li Sûrîyeyê, şerê navxweyî, di adara 2011an da dest pê kir. Di wan salên pêşî da dihate gotin, êdî Sûrîye ji hev belav bû û dewleteke weke bi navê Sûrîyeyê nema; lê alîkarîyên mezin ên sîyasî û leşkerî yên Rûsya û Îranê dane Sûrîyeyê, hiştin Sûrîye li ser pîyan bimîne. Sûrîye ji bîst û du dewletên ereban yek bû. Di cîhana ereban da gotinek heye: “Bêyî Misrê şer, bêyî Sûrîyeyê aşîtî nabe.” Xuya ye, Sûrîye wê dîsa wilo bimîne.

 

Divê kurd, her û her xweserîya başûrrojavayê Kurdistanê, Rojavayê, biparêzin; divê her û her sekna Tirkîyeyê ya dagirker rexne bikin; divê her û her behsê ji neheqîyan bikin ên Tirkîye li Efrînê pêk tîne. Ji vî alî ve polîtîkayên DYA û Rûsyayê, piştgirîyê nadine vê fehmberîya Tirkîyeyê.

 

12- Tu sîstema Rêveberîya Xweser a li rojavayê Kurdistanê, tecrubeyeke çawa dinirxînî?

 

Bakurê Sûrîyeyê, weke başûrrojavayê Kurdistanê tê naskirin. Îro jê ra Rojava tê gotin. Di dîrokê da, ev der weke “Hilala/heyva Biber” jî tê zanîn. Ev herêm, weke korîdorekê ji Cizîrê dest pê dike û li hin cihan ferih dibe ta bigihe Efrînê heta bigihê Deryaya Spî jî; lê rêvebirên Baasa Sûrîyeyê, di salên 1960î da, ji bo demografîya herêmê ya kurd xira bikin, ji hin cihên Hilala Biber, kurd ji axa xwe ya li ser dijîn hatin derxistin û hatin koçberkirin bi çolên ereban ên li başûrê Sûrîyeyê da. Û yên ereb, li cihên kurd jê derxistin bi cih kirin. Çi li Îraqê be û çi li Sûrîyeyê be partîya Baasê, ji bo bierebkirina axa Kurdistanê, sepandin û kirinên wê yên bi vî rengî çêbûn. Ev polîtîkaya hê berîya Hafiz Esedî (1930-2000) li Sûrîyeyê dest pê kirî, di piştî salên 1970yî da di rêvebirîya Hafiz Esedî da bêhtir geş û belav bû. Ji ber vê yekê divê polîtîkayên partîyên Baasê werine rexnekrin, mînak divê yekîtîya axa Hilala Biber were parastin.

 

13- Amadekarîyên partîyên kurdî yên bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên 31ê adarê di çi astê de ne û gelo ew ê encamine çawa li bajarên Kurdistanê bi dest bixin?

 

Di sîyaseta tirkan a îro da, ti weteya jidil a hilbijartinan nîn e. Destserdana şaredarîyên Kurdistanê yên bi qeyûman jî dide xuyakirin, îradeya gelê kurd tê tunekirin. Digel vê yekê jî, divê hewldaneke berdana qeyûman û divê hewldaneke dîsa bidestxistinê ya şarederayan girîng be.

 

14- Ji milê sîyasî ve, Herêma Kurdistanê berî referandumê gihabû kû derê û piştî referandumê li kû ye?

 

Referanduma kurdan a di 25ê îlona 2017an da ya li Başûrê Kurdistanê, di jiyana Kurdistanê da pêvajoyeke zehf girîng bû. Îxaneta di 16ê çirîya pêşîn a 2017an da hatî jîyîn, ti caran wê neyê jibîrkirin; lê kurd wê her û her bikaribin encamên vê referandumê bînin zimên. Bi nêrîna min ev ji bo kurdan weke tapoyekê ye.

 

15- Di demekê de ku zilhêzên cîhanê li dij Îranê rawestîyane û ew baş dorpêç kirine, gelo êdî dem ne guncaw e ku tevgera kurdên rojhilata Kurdistanê li hember desthilatdarîya îranî serî hilde?

 

Rêvebirîya Îranê, di nav hewldaneke mezin da ye ji bo tiştên li rojhilatê Kurdistanê tên jîyîn, raya giştî ya cîhanê jê agahdar nebe; lê kurd, bi nîşandana elaqedarbûnîyeke germ a Rojhilat, dikarin van hewldanên rêvebirîya Îranê vala derxin, pûç bikin. Bê navber bidardakirina xortên kurd ên hê di bîstên xwe da; tê wateya kontrolkirina nufûsa kurd û astengkirina zêdebûnê ya nifûsa kurdan e. Ji vî hawî ve, ev pêvajo dikare weke nîjadkujîyekê (jenosîd) were nirxandin. Helbet kurd divê her û her, xweserîya Kurdistanê ango ya Rojhilat biparêzin. Xuya ye, di vê çerçeveyê da berxwedana li hemberî rêvebirîya Îranê pêdivîyek e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev