Newroz û Sersala me pîroz be!

Newroz û Sersala me pîroz be!

Yaqûb Kurmanc

 

Wekî hûn dizanin cejna herî girîng ku di nav gelê Kurd de bi girseyî tê pîrozkirin cejna Newrozê ye. Li roja ku welatê me perçe perçe bûye astengiyên zêde rastî me Kurdan hatine û tên û ne tenê zimanê Kurdî qedexe kirine belkî gelek cejn û rêûresmên me jî bi taybetî cejna neteweyî ya Newrozê jî qedexe kirine. Li bajarê me Makûyê Kurd û Azerî tev dijîn û nakokiyên zêde derheqê Kurdan dikin û li bajarê me cejna Newrozê bi qaçaxî û veşartî tê lidarxistin û tenê hin salan di hinek gundên ser bi Makûyê ew cejn tê pîrozkirin û wekî deverên din yên welêt bi vêxistina êgir dest pê dike û bi govend û dîlan û daxuyanîdayînê bi dawî dibe.

Ez bi ronî bêjim, ez tu carî beşdarî wan cejnana nebûme, sedemên cûrbecûr hene, lê bêguman pirsgirêka herî sereke sedemên siyasî rêgir bûn. Li Îranê durist e ku cejna Newrozê tê lidarxistin, lêbelê gelek ciyawazî heye di navbera cejna me û ya gelên din ên Îranê de, ji ber ku ew cejna xwe ya Newrozê bi raxistina sifreya heftsînê dest pê dikin û sala nû li hevdû pîroz dikin. Heftsîn navê heft nametê Xwedê ne ku bi tîpa “S” destpê dikin.

Em cejna xwe ya Newrozê lidardixin. Cejna Newrozê ya ku li Kurdistanê tê lidarxistin, bi temamî Kurdewarî ye û bi hilkirina êgir dest pê dike û ew jî bîranîna serketina Kawayê Hesinkar li hemberî Dehakê dîktator e. Durist e ku Newroz li gelek welatan tê pîrozkirin, lê ez bawer im ku ev cejn kok û reha wê li welatê me Kurdistanê ye.

Dema li welatê me Newroz tê, kal û pîr, zarok û ciwan, jin û mêr, keç û xort tev vê kilamê bi dengekî xweş û bilind dibêjin:

NEWROZ Û SERSALA ME YE

 

Rewşa adarê bêhna biharê

va ye bihar hat hêşîn kir welat

bi xeml û xelat roja nû hilat

êdî nema şîn kirasê keskîn

dilê me şa kir talî teva kir

Esman tarî ye, geh jî sayî ye

berqa birûskan geş dike şevan

ji dengê ewran hej kete çiyan

bi sav û tirsê zar ketin pirsê

Baran dibare cok û rûbar e

tev erd û kanî şîn bûn av anî

mişe bûye av avjêr bû sûlav

hişhişa avan dil dike talan

gulan ji keyfan tacê xwe danan

ji xemla gula dîsa bilbila

bûn şêt û şeyda ser dar û çila

Gulenewrozan li ser hezazan

wan canemergan derketin mêrgan

giya dest qersê hatine reqsê

bêhna kulîlkan tête her deran

xunav ser giyan wek zîv û zêran

di bin sîtavkê wekî çirakê

tu baş binêrre heyv û histêr e

baxê biheştê çiya û deştê

rabe bibîne gavek şirîn e

wan teyr û tûya ser dar û giya

dol û geliya zozan û çiya

disojin dêjin eşqa sotiya

Bêhna çikyayî dilê damayî

bi vê biheştê dixwaze geştê

cejna sersalê hatiye malê

her der gulgulîn bûye gulgulîn

civata kurdan girêdan dîlan

her cî seyran e şahî dîlan e

rengê newrozê Xanî da hozê

xemilî her der kesk û sor û zer

kemilîn ber der, fîstan sor û zer

kiç û xortan tev destê xwe dan hev

bi dest û mebest wan çêkirin hest

tev hiş û hedam dixwazin sîvan

dûr ji nifaqê digrin tifaqê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev