
Berhemeke delal ji weşanxaneya “Lîs”ê
Lehengekî Tazî”, çîroka kurdekî êzidî yê bi navê “Keleşê Reş” e. Piçûkanîya Keleş li ber destê dêya wî Xatûnê bi perîşanî derbas dibe. Keleş jî zirz û dizek mezin dibe û dibe endamekî Artêşa Osmanîyan.
Roman, jîyan û rewşa wê serdemê xweş dîyar dike, xew û xwarina serbazan, şer û cengên Osmanîyan li dijî “gawiran”, nêrîna misilmanan li kesên nemisilman û her weha çîroka evîna Keleşê êzidî û Perîxana keça paşayê wî.
Mijara romanê nû ye, lewra derfetekê dide xwîneran ku bibînin û bizanin ka wan gîyanên perîşan çawa jîyana xwe di wan rojên reş de diborand û dihêle xwîner bûyerên wê çaxa dîrokî -dema bi awayekî nedîrokî rû didin- bibînin.
Lehengê Tazî
Newaf Mîro, roman, 176 rûpel
Weşanên Lîs 2019 , Amed
İSBN: 978-605-7535-11-5
Riataza