Têkiliya Felsefe û Dîn

Têkiliya Felsefe û Dîn

Ali Gurdilî

 

Ol, sîstemeka baweriyê ye. Afiraner (Xwedê) bi rêya wehiyê hinek delk û zagonan bi rê kiriye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor van delk û zagonan tevbigerin. Ev yek wê wan, hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, wê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din (axretê), xwe baş amade bikin.

 

Olên xwedîpirtûk li ser jiyan, mirin, afirandin û derheqê civakên berê de jî hindek zanayiyan didin mirovan û wiha dixwazin ku bi vê yekê, jiyana mirovan watedar bikin û wan wek mirovên negunehkar bigihînin dinya din. Bê guman mirov dikare bibêje ku di seranserê dîrokê de, di navbera ol û felsefeyê de têkiliyeka xurt hebû ye.

 

Di dema derketina holê ya felsefeyê de, ol ew desthilatdar bû ku hemû bûyerên gerdûnê şirove dikir û tekane desthilatdar bû. Felsefeyê jî, bi rexnekirina mîtos (çîrok, efsane) û raveyên olî, dest pê kiriye û di pêkanîna vê yekê de jî, rêberê felsefeyê, herdem aqil bûye.

 

Di serdema navîn de, felsefe û ol, cardin tevlîhev bûne û vê carê jî, ji bo xurtkirina baweriyên olî, felsefe hatiye bikaranîn.

 

Têkiliya di Navbera Felsefe û Ol (Dîn) de

1- Ji hêla babetên xwe ve felsefe û ol, gelekî nêzîkê hevdu ne. Felsefe jî, ol jî; li babetên wek wateya jiyanê, baş, rast, ehlaq (sinc, akar, rewişt), wesfa spehiyê, bextewariya mirov û hwd. vedikolin.

2- Felsefe û ol, bi awayekî cuda xwe nêzîkî mijarên (babetên) xwe dikin. Bingeha ol, bawerî ye û ol, doxmatîk (hişkbawer) e. Danezanînên ku bi rêya wehiyê hatine hinartin, ji rexne û lêpirsînê re dadayî ne. Heçî felsefeyê, em dizanin ku ew bi rêya aqil û bi awirek rexnekar, xwe nêzîkê babetên xwe dike.

3- Bawerîpêanîna olekî, ji bo pêkanîna felsefeyê ne asteng e. Ger wiha bûna fîlozofên bawermend yên wekî Îbnî Sîna, Farabî, Ehmedê Xanî, Îbnî Ruşt, Mewlana Melayê Cizîrî û yên din, dê tunebûna.

4- Felsefe ji hêla hilika xwe ve warek entellektuel e (bingeha wê zêhn e) û ol jî, ber bi pratîkê ve ye.

(Kirin yan jî nekirina hinek tevgeran)

5- Mijarek ku bingeha wê bawerî be, bi rêya zanayiyê nikare ji holê were rakirin. Ji ber vê çendê jî, tiştekî sosret e ku dibêjin felsefe dijminê ol e. Awira rexnekar û gumanber (şikber) ya felsefeyê, ne ji bo cîhgirtina olê ye. Awireke bi vî rengî a rexnekar û gumanber, dibe ku bingeha wan zeximtir jî bike.

 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Weşanên Soran – 2015

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev