Nameyên evînî -74

Nameyên evînî -74

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Carna ji hezkirina te sist dibim. Sistîyeke wisa ku hêzeke mezin tê da heye.
Dibêjin ku dema du evîndar dizewicin, evîn xudêgiravî namîne, an jî bi kêmanî kêm dibe. Belkî ev gotin bo tevaya evîndarên cihanê rast be, lê min û Nura xwe bi evîna xwe va ew gotin înkar kirîye. Em bawer in, ku a me wê ne wisa be. Bira tu kes hewil nede bizanibe me çawa ew fikir ret kirîye, em şirove bikin jî bêfeyde ye, ji ber ku gerekê ew jî wek me evîndar bin, ku ji me fêm bikin.

 

¤¤¤


Nizanim, niha bêy te jîyana xwe texmîn nakim. Deqeyeke jîyana xwe jî texmîn nakim. Tu tunebî jî, her tişt tune dibe. Ezê dîsa kar bikim, lê ne bo zewqê, lê bo pere lazim in. Ezê dîsa cilan xwe bikim, lê ne bo kêfê, lê bo tazî nemînim. Ezê hîç negerim çi kincan bikirim, zêde jî ezê yên erzan bikirim, ji ber ku eger tenê bo wê ye, ku tazî nemînim, wê demê ezê bo çi yên fîrma û bi kalîte bikirim? Ezê dîsa nan bixum, ne ji bo tahmê jê bigirim, ji bo ku birçî nemînim. Belkî jî dest pê bikim her ro alkohol vexum. Bibim alkolîst jî, ne xem e, ji xwe serxweş jî, ne serxweş jî, ez najîm.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev