
Dr. Husên Hebeş
Gaveke nû di dîroka lîtêretûra kurdî de û bi taybetî di helbestavîya nûjen de bi derketina vê berhemê hate avêtin. Ew ji alîyê Belavgeha Hogir, Bonn û Cross-Cultural Communications, New York ve hat belavkirin. Helbestvan û belavkarê emerîkî yê navdar Stenly H. Barkan çend rêzên mirwarî (cewahirî) bi înglîzî nivisîne, ew di pirtûkê de hatine belavkirin.
“Efrîn û canberê bi mirov hatîye navandin, Afrin and the Creature that used to be calld Human Being” wê li Ewropa û li USA bê firotin. Bihayê 20,00 Euro li Elmanîya û lêçûna şandinê jî tê ser. Li USA mera kane ji belavgeh û sazîyên dine yên belavkirina kitaban bixwaze, lê ta dawiya şibata 2019.
Xavêhatina xudatîyê bona can
Bi du zimanan, ku pireyek e di navbera Kurdistanê û cîhana xwandevanên înglîzîaxêv de, Husên Hebeş dîtina xwe li ser maka mirov dinimîne. Peyv pêst û rehên xwandevanan diçirînin bi hindava xavêhatina xudatîyê di canê mirov de û her di wê katê de jî ew peyvina ewna ciwan, siruşdar û sojindar in ji helwesta mirov re. Çawa weha şîyandibe piştî sedsala mehfkirina gelina û hîn helbest li ser wê mijadê bên afirandin û pirs bê dayîn, çima mirov bûye sedema bêmirovatîya vê serdemê! Di helbestên Hebeş de em rastî ronahî û bedewtîyê tên, ku ji bona çî mera mirov e.
Kî Efrîn û canberê bi mirov hatîye navandin bixwîne, hizrek li cem peyda dibe, ku pêwîst e mera ji nû ve ji dayîka xwe bibe, ta mera bibe mirovê rast li vê jîyana ciwan û pîroz.
Stanley H. Barkan (Helbestvan, belavkar, USA)
Riataza