XETERA TEQANDINA ÇEKAN DI ŞAHIYAN DE

XETERA TEQANDINA ÇEKAN DI ŞAHIYAN DE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Çend roj berê li navçeya Zoqeyda Misircê, dawetek çêbûye û hin kes tê de çek teqandine. Berik li têla elektrîkê ya sereke ketiye û qetiyaye, têl ketiye ser xelkê û zêdeyê 12 kesî şewitîne. Tê gotin ku du-sê kes giran birîndar in.

Teqandina çekan di şahiyên weke dawet, sunet û wekî din de, kevneşopiyek e ku bi sedê salan hatiye domandin.
Di wê kevneşopiyê de hin kes hene ku xizmê xwe jî dikujin û herwekî bêzanîn çêbûye, dinirxînin.

Dema şahiyê, hin kes bi teqandina çekan, herwekî serkeftineke mezin bi dest dixin û ji xwe re wek Para Şerefê dizanin. Mala xwediyê şahiyê jî, teqandina çekan, ji xwe rûmeteke zêde dihesibîne û qedrekî zêde dide kesên çekteqandî.

Heta niha çi li Kurdistanê, çi li Anatoliyayê be, pir kes bi teqandina wan çekên ku di şahiyan de hatine teqandin mirine. Ew kesê ku çek diteqîne û dibe sedemê kuştina kesan dibe kujer û dikeve girtîgehê, yê mirî jî dikeve binê axê. Ji vê re jî mixabin dibêjin ”qeder!”

Bêguman heta niha kesî sûdeke erênî ji teqandina çekên di şahiyan de wernegirtiye. Tiştek jî ku hîç sûda xwe nebe, nexwe çima li vê kevneşopiya xeternak hê jî tê domandin?

Divê ev kevneşopî were terikandin.
– Divê rîspiyên her gund û navçeyekê, ji xelkê re bêjin ku bila çek di şahiyan de neyên teqandin.
– Divê melayên mizgeftan bi taybetî roja în û cejnan, ji xelkê re xetera teqandina çekan di şahiyan de bêjin.
– Divê mamosteyên dibistan û xwendegehan hertim xetera teqandina çekan di şahiyan de bêjin şagird û xwendekarên xwe.
– Divê Medyaya Kurdî jî li serê raweste û xetera teqandina çekan bi xelkê bide fêmkirin.
Yanena wê pir kesên din jî bi teqandina çekên di şahiyan de werin kuştin.

Hêvîdar im ku rewşenbîrên me, xasma jî Rîspiyên Kurd zêdetir li ser vê yekê rawestin û hertim ji xelkê re xeternakiya teqandina çekên şahiyan bibêjin..
Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev