
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Ji van cûrê nivîsara vê gotinê kîjan rast e, an jî kîjan zêde tê bikaranînê?
ESBAB AN ESBAP?
Bersîv: -Kirasê teybetmendiyên zimanekî li zimanekî dî nayê kirin.
Mînak:
Peyva ESBABê bixwe peyveke erebî ye. Di tirkî de li dawiya peyvan ev dengdar nayên: B, C, D, G. Dema peyveke biyanî ji yekê van bi dawî dibe derbasî tirkî bibe ew wê peyvê li gorî sîstema zimanê xwe wan dengdaran bi van diguherînin: P, Ç, T, K, Ğ
Weke:
kitab dibe kitap
îlac dibe ilaç
muhammed dibe muhammet
Lê pirsgirêkeke kurdî ya bi vî rengî nîn e. Ango di dawiya peyvên kurdî de dengdarên B, C, D, G’yê hene. Vêca li vir gerek nake em jî li gorî rêbaza tirkî herin û ESBABê bikin ESBAP.
Riataza