Pirtûkeke nû: Komela Pêşketina Jinên Kurd (1919)

Pirtûkeke nû: Komela Pêşketina Jinên Kurd (1919)

Berhemeke delal ji lêkolîner Rohat Alakom

 

Diroka Komela Pêşketina Jinên Kurd di 100 saliya xwe de bû mijara lêkolînekê (Avesta, 2019). Ev  pirtûka ku li Tirkiyê bi zimanê tirkî derketiye, ji aliyê nivîskar Rohat Alakom de hatiye amade kirin. Ji ber ku ev komeleya rêxistina jinên kurd a pêşîn e, giringiya wê ya dîrokî jî ewqas mezin dibe.

Pirtûk bi navê Komela Pêşketina Jinên Kurd (Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti) hatiye weşandın. Di nav rûpelên pirtûkê hin wêneyên dîrokî jî cîh girtine. Rohat Alakom di derbarê sereka komeleyê Emîne Xanimê û yek ji wan aktîvîstên komeleyê Encûm Yamulkî de hin agahiyên nû pêşkêş dike.

Çawa tê zanîn ev komelaya heta salên 1980yî hatibû ji bîr kirin. Dema hin dokumentên nû û destûrnameya wê di van salan de hate weşandin, hebûna wê ji nû ve hate keşifkirin. Lê belê Rohat Alakom dîyar dike ku piştî ewqas salên jibîrkirin û bêdengiyê kesa ku di sala 1963an de cara pêşîn bala me kişandiye ser hebûna vê komeleyê lêkolera jinîn J. S. Musaelyan e (Bîblîyografiya Kurdnasiyê,Moskova, 1963, rûp.48).

Di xebata xwe ya bi navê Bîblîyografiya Kurdnasiyê de Musaelyan cîh daye kunya çavkaniyeke ku qala vê komeleyê dike. Destûrnameya komeleyê ku ji 46 xalan pêk hatiye, bi kurdî û tirkiya îroyîn bi herdu zimanan ligel nivîsên di derbara komeleyî de di dema xwe de di çapemeniyê de derketine, wek pêvek di dawiya pirtûkê de cîh girtine. Di dawiya pirtûkê de lîsteyeke çavkaniyên di derbarê mijarê de hatine nivîsîn jî heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev