Parlamentoya Awropayê: Delegasyona FNDK tevî konferansa derheqa kurdên êzdî da bû

Parlamentoya Awropayê: Delegasyona FNDK tevî konferansa derheqa kurdên êzdî da bû

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) 2ê nîsanê bi serokatîya cîgirê serokê FNDK Yûrayê Şamil Nebîêv tevî konferansa derheqa rewşa mînorîteya dînî ya gelê kurd – êzdîyan bû.

Konferans hevalbendên kurd yên FNDK ji Awropayê teşkîl kiribûn û ew li Avahîyê Parlamentoya Awropayê li Brûksêlê hate derbazkirin.

Di nava delegasyona FNDK da kesên wisa hebûn, wek nûnerê diyaspora kurdan li Sankt-Peterburgê Barzanî Nebîêv û nûnerê diyaspora kurdan li Novosîbîrskê Borîs Mamoyan, ku endamên FNDK ne.

Redaksyona malpera me wê di rojên pêş me da nûçeyên hûrgilî raberî we bike derheqa seredana delegasyona FNDK li Parlamentoya Awropayê, tevbûna wê di nava heyteholên derbazkirî da.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev