EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ, YILDIZ ÇAKAR

EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ, YILDIZ ÇAKAR

Berhemeke delal ji weşanxaneya “Lîs”ê

 

Ev Rê Naçe Bihuştê, neçîrokeke windabûnê ye ku ji pênûsa Yildiz Çakarê darijîyê ser kaxiz û bûye vegotineke romanî û hatiye li ber me xwe telandîye. Ev Rê Naçe Bihuştê, romana jinên winda, jinên kurdên êzdî ye ku tiştên hatî serê wan wek qewam her roj bi ber guhê me dikevin. Roman, alîyekî qewaman ku dîtina wan bo me ne hêsanî bû, di biwara vebêjî û wêjeyî de datîne pêşberî me.

 

Yildiz Çakar, di romana xwe de, me nade ber pirs û pirsyaran û li bendê namîne ku em bi her du çavên xwe yên şevekorî û bi dil û mêjîyê xwe yî bêçav bibînin û bi hayjêbûneke mirovane berê xwe bidin wê heyînîyê. Ew ji me re dibêje; “Ger hebe hestekî we yî heyînîyê divê hûn nikaribin rakevin li pêşberî vê neyînîyê…”

 

Ev Rê Naçe Bihuştê, Yildiz Çakar,

roman,216 rûpel,

Weşanen Lîs 2019 , Amed

İSBN: 978-605-7535-09-2 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev