Gêzîya ser tepa qelaxa

Gêzîya ser tepa qelaxa

Enisê Melê Ahmed

Li Serhedê, bi piranî jî li bajarê Agirîyê em dikarin qelaxê di serîda gêzî-çikkirî bibînin. Qelaxên gelek gundan dema ku çê dikin xilas dikin, gêzîyeke hatîye xabatê di tepa qelaxê da çik dikin û ev gêzî heta xirabûna qelaxê li ser tepa wê disekine.

Meselek heye dibêje: ‘Nav çopirre, çop çope ew çi pirre pirre’. Îja niha ev jî mesela qelaxê ye, gelo wateya gêzîyê çî ye li ser serê qelaxê da tê bicîhkirin…

Wek ku berçev e, qelax ji sergîna ye, sergîn jî ji rêxê ye. Lê gêzîya qotikîye ku di serî da tê çikkirin çîye, herkes meraq dike. Bi rastî jî neheq nînîn, dibên ‘gêzîya ser qelaxê ka di kudera çanda Kurdan da cîh digre?’

Mesela vê çandê jî eve; Li Agirîyê dema ku Ûris dihat, dikete nava gunda da gelek zilm, kujertî û qetilkarî dikir. Bi hatina xwe erdên Kurdan dagir dikir, mêr, jin, zar, kal û pîr tev bi hovane dikuşt. Di kuştinê da jî eşîra tu kesî nedinhêrî û herkes di devê şûr ra derbas dikir. Di salê da çend cara ji ber hatina Ûris milet gelek ditirsîya û aciz dibû.

Li Agirîyê eşîra ku ji alîyê Ûris va gelek hatîye qetilkirin yek jî eşîra Nezoyan e.

Nezoyî ça bi qetilbûna xwe navdar in, wisa jî bi qehremanîya xwe ye ecêb jî navdar in, ji ber ku wan siqavêlên destê xwe wek sîlah bi Ûris dane nîşandan û Ûris vegerendine. Bûyer wiha dibe;

Carekê dîsa Ûris ji yalyê Sînegê va dikeve nava gundên Agirîyê, jêdike, dikuje û qetil dike û gund bi gund ber bi Xamûrê va tê. Hewarîyê dine gunda, dibên ‘Ûris hat’ û herkes malên xwe û canê xwe dihêlin heta hêla Ezurmê direvin. Herçî ku mane jî gundekî Nezoyan yê bi navê Kanîya Herî ye, gelê gund narevin û dibêjin ‘Heta kîngê emê birevin!’ Ji alîyê ku êrîş dibe mêrê gund radibin ji ber tunebûna sîlah, şûr û mertalan, dine siqavêla (seveqêl) û pêş Ûris va diçin ku şer bikin. Dema ku ber bi Ûris êriş dikin siqavêlê xwe serê wan ber bi Ûris bilind dikin û direvin. Ku sûbayên Ûris ji dûrva van siqavêla dibînin dibêjin qey ew sîlaheke û dibêjine hezaran eskerê xwe dibên ‘Bisekinin, eva sîlaha ku destê Kurdan da ber bi me bilind kirine, ji her çiqileke wê yek gule derdikeve, ev tometîk yan jî makînelîya wan e, wê qirra me bîne, hê zû ye desxwera vegerin!’

Sûbayên Ûris bi lez eskerê xwe di serda vedigerînin û di paşda vedikişin. Qet nizanin ku ew serî binî siqavêleke, eskerê xwe hildidin û direvin…

Piştî vê bûyera han, Nezoyî di nava Agirîyê û Gelîyê Zîla da dibine navdar û herdem dibên ‘Me Ûris vegerandîye’.

Ew Kurdên ku li ber çevê Ûris xweyî sîlah dihatine xuyan, piştî vegerandina Ûris, tînin ku siqavêla daynine serê çîyan, lê mixabin ji ber tunebûna malê dinê û feqîrtîyê ew jî nabe. Ew yek jî wiha didome; Piştê reva eskerê Ûris, mêrê gund dibêjin ‘Emê du sê heb siqavêl daynine ser kelle û çîyayên gund, bila ku Ûris vê carê jî hat dîsa siqavêla bibîne û bêje qey sîlahe, birtise dîsa here’. Tînin tên çend siqavêla daynine ser kellan û çîyan, jinê wan dibêjin ‘Heyfa siqavêla ye, ho ji wera gêzîyê çolê yê ku me xebitandîye beherin daynin’

Mêr jî dibêjin ‘Gêzî ji siqavêla piçûktir in û ji dûrva nayne xuyan, hema emê di nava gund da, di serê her qelaxê da yek gêzî çik bikin ew bes e, him ji boy me naveke, him jî ji boy Ûris tirseke…’

A piştî vê yekê li Agirîyê li her gundî ji boy ku Ûris ney, ku hat jî birtise, tînin tên li serê qelaxê xwe yek gêzîyê qotik tê da çik dikin, û hê hê jî xawta ku qelaxa daytînin yek gêzîyê qotik di tepê da çik dikin. Ev yek, ji wê bûyerê şûnda li Agirîyê bûye çandek di nava Kurdan da.

Gundê Axadevê Mezin/Agirî/ Serhed

 

Riataza

records Source:https://1.bp.blogspot.com/-gfr1X_ZV-jk/XKfJpClrOmI/AAAAAAAAH4s/QFsVWRo9P8QYcSRfldo_URLRIphGLy2BACLcBGAs/s1600/IMG-20190405-WA0004.jpg

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev