
Dewrêşê Laleşî (Kalo Şado Şado)
Ez ne nezan û xeşîme
Xwedîyê tevn û teşî me
Şiyar bin, wext dereng dibe
Êzîdî me, Laleşî me.
Fermana de Şengalî me
Di şerran de Kobanî me
Paytext bi min çeleng dibe,
Birano, ez Amedî me.
Çiyayî û Dêrsimî me
Zozanî me, Serhedî me
Dema germyan reng reng dibe
Mêrxasekî Hewlêrî me.
Hevalbendê Şêr Qazî me
Li Mehabadê gazî me
Li Çarçira bîn teng dibe
Bi hêvî û daxwazî me.
Ji eslê qedîm, Arî me
Şehadê rojên tarî me
Cî li serê kê teng dibe
Hêvî û alîkarî me.
Lawê Dewrêşê Evdî me
Birayê Kurda tevdî me
Rojê qewama ceng dibe
Li pêşîya her kesî me.
Riataza