Çar mijarên giring û aktuel -1

Çar mijarên giring û aktuel -1

Nivîskarê malpera me nivîseke balkêş ya jêhînbûnê, çavdayînê û gelekî kêrhatî nivîsîye. Ji ber ku wî 4 mijarên sereke yên avabûn û pêşxistina welatê me ji gotara xwe ra kirîye bingeh, em du mijaran îro çap dikin, dudu jî sibê.

 

Suleiman Sulevani

 

”Eger tu bixwazî xelkê biguhirî, ji xwe dest pê bike.

Ev hem bikêr e û hem bê xeter e”

Dale Canegie (1888 – 1955)

Hin mijarên giring û yekcar hestiyar hene jibo pêşeroja kurd û Kurdistanê û di berjewendiya kurdan de ye, ger desalat, partî û intelektuelên kurd giringiya pêwist pê bidin. Ev xalên hestyar bi giranî ser başûrê welat e, lê ew bi piranî derbasî beşên din ên Kurdistanê dibe.

Mirov objektiv be, gereke spektra rengan bibîne, başî û xirabiyê bibîne û karan, rewşan û mirovan jî ji hemû aliyan ve binerxîne. Rastî ne reş û spî ye, belku di wê navberê de ye. Rewşa li Kurdistanê jî weha ye. Li başûr gelek xalên pozetiv hene. Referandoma 25/9-2017 cihê xweşhalî û serbilindiya her kurdekî/ê ye. Aramiya Kurdistanê nimune û mînak e li herêmeke ser agir weke Rojhelata Navîn. Avahî û avadana Kurdistanê heye, digel hine kêmasiyan azadiya bîr û baweriyê heye. Demokrasiya li Kurdistanê bi gavan li pêş e her çend ew hêşte ne dewlet e jî, lê li herêma RN tenê du demokrasî hene ew jî Israel û Kurdistan e. Li Kurdistanê gavên berbiçav hene di pêşveçûn û hişyarkirina xelkê de, sistema xwendin û medyayê du mînak in.

Lê dîsa hin xalên negativ jî hene û gereke mirov li ser wan rawiste û hewl bide wan nehêle û ji holê rake. Û ew tenê bi rexneyên konstruktiv û avaker dibe. Rexne û pêşniyar nebe, pêşveçûn jî nabe. Hinek ji wan mijarên hestyar bi kurtî:

  • Nasyonalisma kurdî
  • Erebkirina Kurdistanê
  • Civateke sekuler
  • Zimanê kurdî û alfabeye LATÎNÎ

Her yek ji van mijaran bi serê xwe babeteke lêkolînê ye û rawistaneke kûr ser giringîya wan bikêr e. Hine xêzên giştî ji van mijarên akut (acîl) bi kurtî:

 

Nasyonalisma kurdî

Internasyonalist û oldarên kurd dij nasyonalisma kurdî derdikevin, çi bizanîn û çi bi nezanîn, çi dîrekt û çi indîrekt. Her wesa hin partiyên qaşo bi nasnama kurdî xwe didin pêş, lê di praktikê de dij statu, armanc û dewleta kurdî derdikevin. Û hinek aşkere dijatiya tînin ziman, bêşerm û tirs ji reaksiyona milletê kurd. Hine dezgehên ragehandinê (Medya, TV, radyo) yên hine partî û kesayetiyên bi ajendayên veşartî û antî kurd; ew wê diyarda (fenomen) xirab normalîze dikin. Normalîzekirina xiyanetê, hêreşa ser kurdayetiyê û kurdperweran bi navê azadiya bîr û baweriyê bûye sedem bo herimandina gelek hêjatiyên kurdan. Guman tê de nîne ku ew ji nebûn/kêmbûna hestê netewî û nasyonalisma kurdî tê.

Rexneyên dr. Îsmail Beşikçî derbarê sistbûna nasyonalisma kurdî û guhnedana desalat û partiyên kurdî bo vê mijara giring, di cihê xwe de ne. Ew di nivêsîneke xwe de wê sistbûnê rexne dike û pêşniyar ji bo partî û desalata kurdî dike ku pitir giringîyê bidin nasyonalisma kurdî û wê bihêz bikin. Bêguman nasyonalisma kurdî bi hîç awayî ne mîna nasyonalisma tirk, ereb û farisan e. Nasyonalisma dagirkeran neteweperstî ye û jibo zulmê û çewsandinê ye, ew yeksan (=) e bi faşismê. Lê nasyonalisma kurdî jibo serbestî û wekheviyê ye, xwenaskirin û xwekêmnedîtinê ye, û ew 180 derece dûrî faşistbûnê ye. Mixabin hine intelektuelên kurd jî ji sedemên cuda dij nasyonalisma kurdî derdikevin û wê berhev dikin bi faşistbûnê ku şaşî û guneheke mezin e derheqê kurdan de.

Gelo çi faşistbûn di van gotinan de heye ger kurd bêje ez mafê xwe dixwazim, ez dewleta xwe dixwazim, ez dixwazim dagirker ji welatê min derkeve, ez dixwazim kultura xwe, zimanê xwe û jêhatiyên xwe bi destê xwe bipêşve bibim, dixwazim pêşî mala xwe, mala kurdî bi hemû ol û cudahiyên xwe ve rêkupêk bikim?! Kesên dij van mafan derdikevin, fira wan bi demokrasiyê û mafê mirovan nîne û ger ew kurd be, ew kurdekê nezan/kole ye û ger dagirker be, ew faşistekê eyar 24 e. Helbet di nav her miletekî de mirovên baş û xwedî wijdan hene û gotin li vir ne ser wan e.

Kurd miletekî dilpak, sade, naiv e û zû tê xapandin. Ne tenê di dîrokê de, belku îro, di van rojên me de, mînakên vê dilpakiyê û naivbûnê pir in. Ew bi du pesnan û bi du gotinên xweş zû bawer dikin, tên xişandin û xapandin. Diyar e gotina ”Ger te carekê ez xapandim şerme bo te, ger te du caran ez xapandim şerme bo min!” derbasî kurdan nabe, çûnkî ew bi sedan car hatine xapandin, lê hêşte wan dijminên xwe nas nekirine û loma sedbare tên xapandin. Kurdan jibo wergirtina mafên xwe yek carê jî dagirkerên xwe ne xapandine, lê dagirkeran jibo çewsandina kurdan bêjimar ew xapandine.

Pêkvejiyan û mafên pêkhatiyên Kurdistanê gereke nebe rêgir li ber hestê netewî û dewleta kurdî. Kurdan jibo şaş têgehiştina gotina DEMOKRASÎyê, nasyonalisma kêmneteweyên Kurdistanê bi pêşve biriye û nasyonalisma xwe bi paşve biriye. Mixabin hinek ji wan pêkhatiyan ne tenê sifir loyalitet heye bo Kurdistanê belku aşkere dijminatiya kurdan jî dikin.

 

Erebkirina Kurdistanê

Li her sê beşên Kurdistanê, bakur, başûr û rojava erebkirin heye. Lê bi taybetî li başûr nuha pêleke erebkirinê ya dijwar heye, wilo biçe piştî demekê mirov nikare behsa Kurdistanê bike. Ev gefeke ciddî ye ser pêşeroja Kurdistanê. Demografiya Kurdistanê tê guhertin, zimanê kurdî tê helandin û xirabkirin. Di dîroka Kurdistanê de ewqas ereb li Kurdistanê nebûne. Ereb ne tenê li bajarên mezin in, belku xwe gehandine gundan jî. Ev dij stratijî û berjewendiya netewî ya kurd e.

Berî ketina rejîma Beesê bi serokatiya Saddam Hussein, ereb dihatin Kurdistanê û piraniya wan weke opozisyon xebata xwe dij rejîmê dikir. Kurdan bi çavê dost û hevsenger li wan nêrî, ew parastin, ew mezin kirin û qîmet dan wan. Û piştî ketina rejîmê 2003 her ew opozisyon çûn Bexda û bûn serok û desalat û bi bayê bezê qencîya kurdan jibîr kirin û bûn faşist û dijminên caran.

Demekê kurdan siyaseteke baş û dûrbîn birêve bir û nehiştin ereb berelayî bêyî kontrol bên Kurdistanê û heya bi serdan jî, ger kesek li Kurdistanê ew garantî nekiribe. Jixwe wan qet nedikarî erd, xanî, mal û milk li Kurdistanê bikirin û li ser navê xwe tapo bikin. Lê digel hindê ew kêmkêm dihatin Kurdistanê bi bertîl, hevaltî û alîkariya hin kesayetiyên kurd. Lê piştî xiyaneta 16 oktoberê 2017 ev pêla niştecihbûna ereban li Kurdistanê yekcar zêde bû. Ew êdî Kurdistanê weke beşekê ji axa Îraqê dibînin. Jixwe nuha her îraqiyek dikare bête Kurdistanê û ew li wir bijî, bibe xwedî mal û milk û li ser navê xwe jî tapo bike ku berê wan nedikarî. Çi bû, çawa, kengî û çima wilo rewş hate guhertin, kêm kes dikarin bersiva van pirsan bidin.

Ereb ne tenê demografiya Kurdistanê xirab dikin, belku kultur, civak û têgehiştina Kurd û Kurdistanê jî diguhêrin. Her kesek bibe arîkar di erebkirina Kurdistanê de û wê paşve bikêşe nav Îraqê û cardin Kurdistanê pêve girêde, wê integre bike, dûrî armancên netewî bike; ew guneheke mezin li xwe û miletê xwe dike û dîrok wê jibîr neke.

Kurdistan hêşte ne dewlet e û loma ew nikare xwe biparêze ger vekirî û bê kontrol rê bide erebên Kurdistanê. Li Stenbolê goya 4 milyon kurd têde dijîn, lê dîsa jî ew bajarekî sirf tirkî ye, jiber ku dewleta tirk xwe diparêze û kurdên diçin wir bi piranî dibin tirk yan jî bi nasnama tirkî dijîn. Turkiye dewlet e û ew xwe neparêze jî dibe.

Helbet mebest ji xwedî derktina li Kurdistanê û bajarên kurdî ne dijminatî ye û ne nijatperestî ye hember ti milletekî, belku ”xweparastin e” hember pêla bişavtinê û dagirkeriyê. Jixwe mirov li mafên pêkhatiyên Kurdistanê binêre, ger mafên wan ne zêdetirî mafê kurdan bin, ew ji wan ne kêmtir in.

Mijara ”erebkirina Kurdistanê” yekcar giring û hestyar e û gereke lêkolîn ser derencamên vê siyaseta tirsnak hebe. Jibilî erebên li bajarên kurdî niştecih bûne, goya nêzikê du milyon koçberên ereb li Kurdistanê hene. Û loma jî gereke ev mijar bi huşyarî, mirovahî û duf zagonên navnetewî bê çareser kirin, lê gereke berjewendiyên netewî yên kurdan nebin qurban, ew neyên jibîrkirin.

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev