89 mîn salvegera jidayîkbûna Şekroyê Xudo Mihoyî

89 mîn salvegera  jidayîkbûna Şekroyê Xudo Mihoyî

Guhdarên ezîz! 12-ê Nîsanê 89 salîya jidayîkbûna kurdzanê bi nav û deng, doktorê dîroknasîyê, profêsor, akademîsyenê Akademiya Netewî ya Ermenîstanê Şekroyê Xudo Mihoyî wê temam bûya. Lê sed heyf, eva êdî 12 sal e (01.02. 2007) ew nav me de nîne, koça xwe bar kirîye û berpala çiyayê Elegezê, li warê kal û bavan de hatîye definkirin.

Şekroyê Xudoyê rehmetî çûye ser heqiya Xwedê, lê ji pey xwe re bîranînên xweş, navê layîq û karê giranbaha hiştîye. Zanyarê mezin serbilindî û kubarîya miletê xwe ye. Ew, bê şik, ciyê layîq girtiye di pantêona ewledê miletê me yê navdar, berbiçav û hêja de. Bîranîna zanyarê kurd yê mezin wê heta hetayê li dilê gelê me de bimîne.

Fermo, guhdarên delal, gudarîya bernameya radyoya Ria taza derbarî ked û jîyana zanyarê gewre, pêşewitîyekî gelê xwe Şekroyê Xudo bikin.
_

_

Amadekar û  rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev