Kovara ”Stêr”

Kovara ”Stêr”

Konê Reş

 

Kovareke wêjeyî û çandeyî bû. Ev kovar jî di Newroza 1983an de, ji rex Partiya Hevgirtina Gel ya Kurd li Sûriyê ve derdiket, 24 hijmar jê hatin weşandin. Di sala 1994an de rawestiya ye.

Hejmarên wê yên pêşîn, ewên ku mamoste Rezoyê Osê û Zagrosê Haco bi berpirsyariya wan radibûn, têra xwe zengîn û dewlemend bûn, lê hejmarên vê paşiyê hatine derketin, qels û lawaz bûn.

Hejmara dawîn (24) di sala 1994an de der çûye. Ebada wê A4 ango (16×20) bû. Ew jî wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo dihat çap kirin.

Vê paşiyê wê jî kirasê xwe nû kir û her 5 hejmarên wê yên dawiyê di çapxaneyê de hatine çapkirin.

Naveroka her hejmarekê di navbera 20- 60 rûpelî de bû. Kovara ”Stêr” jî di sala 1997an de tevî kovara ”Bihar” bûye û nema derketiye.

Hêjaye gotinê ku di sala 1997an de hejmarek cuda ji vê kovarê zaye, ew jî bi navê ”Stêr” û tevî kovara ”Pirs” bûye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev