Derbarê “Rêbera Rastnivîsînê” de…

Derbarê “Rêbera Rastnivîsînê” de…

Bi Bahoz Baran, Samî Tan û Mistefa Aydogan re hevpeyvînek bi taybet ji bo RIATAZA

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

 

Komxebata Kurmancîyê, ya ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de hatîye avakirin û bi siponserî û serperştîya wê xebatên xwe hêj didomîne, piştî 7 civînên ku bi dirêjahîya du salan hatin lidarxistin, berhema “Rêbera Rastnivîsînê” amade kir.

Berhema ku ji 229 rûpelan pêk dihê, çapa wê ya ewil di meha kanûna paşîn a 2019an de li Stenbolê hat çapkirin.

Rêbera Rastnivîsînê bi xebateke komî û hevbeş hatiye amadekirin; tê de 18 zimannasên kurd ên ji tevahîya deverên Kurdistanê beşdar bûne, ew jî ev in:

Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Sûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.

Di pêşgotina pirtûkê de hatiye nivîsîn ku berhema Mistefa Aydogan a bi navê “Rêbera Rastnivînê” bûye bingeha berhemê.

Di Rêberê de dirûvê resen ê gelek form û bêje û kêşanan hatîye parastin û tercîhkirin, her wiha termînolojîyeke cuda ji bo hêmanên zimanî hatîye bikaranîn. Ev yeka han, bû sedem ku ji alîyê xwendevan û nivîskarên kurdîyê ve rexne bihêne kirin ûderîyên nîqaşine nû yên zimanî vebin.

Bi armanca nasîna rastîya hin xalên nakok û dubend, her wiha bidestxistina bersiva hin pirsên civata şopînerên kurdîyê, min bi sê endamên Komxebata Kurmancîyê: Bahoz Baran, Samî Tan û Mustefa Aydogan re hevpeyvînek kirîye. Serê pêşîn ez ê hevpeyvîna bi Bahoz Baran re belav bikim, paşê ya bi Samî Tan û herî dawî ez ê hevpeyvîna bi Mustefa Aydogan re ya ku ji her duyên berî xwe firehtir û dirêjtir e belav bikim.

 

– Her wekî nas û dîyar e, ziman zindî ye û bi demê re nûjen dibe; bi vê behaneyê, gelek kesan tercîhkirina: inên, eka, ra, da û hwd red kirîye û dîyar e ku gelek kes dê pabendî van xalan nebin. Di rewşeke wisa de, ji parastin û nûjenbûnê, mirov bi kîjan milî de biçe baştir dibe û ji ber çi û gelo tercîhên we li gorî çi pîvanan in?

Di meseleyên zimanî da, divê palpiştên mirovî hebin, nabe ku mirov hema rabe bibêje ev dibe, ev nabe, qadeka zanînê ye ev qad û nabe ku mirov li gorî gund û bajarê xwe lê here, gerek mirov hesabê Kurdistanê bike, bi vê yekê qesta min hemû devok û zaravayên kurdîyê ne. Divê em vê yekê jî bizanin, nabe ku kesek, şexsek rastnivîsa miletekî dîyar bike. Ev karê sazîyan e, karê komxebatan e, karê şêwrê ye. Heta niha pirtûkeka rastnivîsînê ya komxebatî tune bû. Loma jî herçiqas hinek xalên lihevkirinê hebin jî belkî sed awayên rastnivîsînê hene û her sazî û dezgeh li gor xwe lê diçe. Ev wisa nabe.Helbet hinek tişt dê li gorî sepandinê dîyar bibin, li gor bikaranînê. Her kesek hînî devoka xwe bûye û ev ji wan ra xweş tê. Lê ev yek nabe pîvanek. Li Bakurî ev deh panzdeh sal indi qadeka pir berteng da perwerde heye. Vê yekê hinek tişt nîşanî me dan. Lê hîn ji me ra pir divê. Xelk bi piranî bi xwendin û nivîsîna kurmancîyê nizane û daxilî nava van meseleyan nabe. Ev jî kêmanîyek e.

Di nîqaşên zimanî da hin caran qayîdeyên zimanî dibin palpişt, hin caran tradîsyon, nêzîkkirina zaravayan, hin caran jî berbelavî. Mesela, di paşdaçekên “da” û “ra”yê da hem berbelavî dibe palpişt, (bi tenê hûn li bajarên kurmancîaxêv binêrin %80-85 bi “da” û “ra”yê ne) hem tradîsyon dibe palpişt ku berhemên klasîk bi piranî bi vî awayî ne, hem jî xala nêzîkkirina zaravayan dibe palpişt, di zaravayan da dengê serdest ji bo van daçekan “a” ye. Herweha di “eka”yê da em dizanin ku em behsa veqetandeka “a”yê dikin ku bi “ek”ê ra hatîye bikaranîn û nehatîye guhertin. Tevlihevî û bêrêgezî di perwerdeyê da dibin asteng. Forma “eka”yê di nava gelî da heye.

 

– Di rêberê de, ji bo rastnivîsîna hin hêmanan zêdetir ji tercîhekê hatîye destnîşankirin. Eger tercîheke tenê bihata hilbijartin, baştir nedibû ku kesê xwendevan û nivîskar di tercîhan de dudilî bimîne?

Belê, di hinek mijarên da du tercîh hene, ev kîjan mijar in, mesela mijara tewandina hejmaran, mesela bikaranîna tebatîkirina lêkeran ya bi “tê” û “dihê”yê. Herçiqas Rêberê di nivîsîna xwe da yek tercîh kiribe jî dîsa jî rê li ber hinek tiştan negirtîye. Forma esil ya lêkerê “dihê” ye, lê “tê” gelek berbelav e, nabe ku mirov wê şaş dîyar bike. Dîsa pîvana hejmaran a yekparçeyî hêsan e, lê li Bakurî pîvana hejmaran ya tewandinê wekî ya din ne hêsan e û em wextê dibêjin Bakur, em qala 20-30 milyon kurdî dikin. Helbet dê li gor sepandinê û pirsgirêkan peyderpey yek derkeve pêş.Ez divê vê jî lê zêde bikim, kesin hene, dixwînin û rexneyên xwe tevî palpiştên xwe ji me ra dişînin, mala wan ava, ev karekî kolektîf e û em mecbûr in Rêbera xwe tekûz bikin, bi awayekî neteweyî û zanistî bala xwe bidin vî karî. Hinek jî hene hema wekî xulqîyet tiştan bê nirx dikin, kêm dikin, reş dikin. Ev ne tu awa ye. Ez nabêjim hema mirov ji hev ra xweş bike, na, em ne ji hev ra xweş bikin em ne hevdu reş bikin, ji me tê, em geş bikin.

 

– Di pêşgotina pirtûkê de hatîye nivîsîn ku ev berhem encama heft civînan e. Gelo 7 civîn têra amadekirina rêbereke rastinivîsînê ya zimanekî dikin?

Divê em piçekî qala vê xebatê bikin, mesele ji 7 civînan ev e, me ji gelek parçeyan kesênpispor dianîn cem hev, salê du caran ev komxebat dihat kirin, her yekê 3-4 rojan dewam dikir. Yanî 7 komxebat teqabilî mehekê dike. Mehek, ji serê sibehê heta êvarê. Hevalên ku tevî xebatan bûne jixwe wan berê jî serê xwe bi van mijaran êşandîye û zimanê xwe nas dikin. Helbet dîsa rê li rexneyan, li rayên nuh vekirîye. Dê gelek rexne û nirxandin bên kirin, heke palpiştên xurt hebin, heke fikir û rayên xurt hebin helbet dê mirov guh li wan bike.

 

-Vê xebatê çawa û ji çi dest pê kir?

Weqfa Mezopotamyayê ji bo avakirina zanîngeheka bi zimanê kurdî, di sala 2013an da hat damezrandin. Gelek nîqaş û şêwir hatin kirin. Hinek tiştên sereke û hewce hatin destnîşankirin. Yek jê mijara termînolojîyê bû. Heke we zanîngehek vekir, hûn di kîjan warî da dest pê bikin divê termînolojîya wê hebe û hev bigire. Ji bo hûn materyalên xwe amade bikin divê rêbereka rastnivîsînê hebe. Ev jî têrê nake, divê ferhenga rastnivîsîna peyvan jî hebe. Tu sazîyê bi awayekî kolektîf xebateka rastnivîsê û termînolojîyê amade nekiribû. Xebatên rastnivîsînê bi şexsî çênabin. Lazim e, temsîlîyet û konsensus hebe. Ji bo wê jî weqfê bi gelek kesan ra da û stand û Komxebata Kurmancîyê ava kir. Di nava vê komê da ji her çar parçeyan û ji derveyî welatî jî kesinên pispor hene.

Koma me ev 4 sal in xebata xwe didomîne, pêşî peyvên termînolojîya rêziman û zimannasîyê hatin amadekirin. Nêzî 600 peyv, piştî gelek nîqaşên dûdirêj hatin amadekirin. Dîsa piştî vê xebatê nêzî du salan li ser Rêbera Rastnivîsînê xebat hatin kirin. Û aniha jî weqfa me li ser Ferhenga Rastnivîsîna Peyvan dixebite. Piştî vê jî dê Ferhenga Mezin bê amadekirin. Divê ez vê jî bibêjim, Weqfa Mezopotamyayê ev xebat bi îmkanên xwe fînanse kirine.

 

– Ji hemî parçeyên Kurdistanê, tenê di dibistanên rojavayê Kurdistanê de zimanê kurdî bi tîpên latînî bi fermî tê dayîn û weşangerîya wê derê bi temamî kurdî-latînî ye. Lê di Komxebata Kurmancîyê da tenê M. Deham Evdilfetah nûnerê rojavayê Kurdistanê ye. Eger serê pêşîn têkilîyên we bi dezgehên rojavayê Kurdistanê re hebûya ji bo ku rêbera we bibûya bingeh, baştir nedibû?

Vê xebata me di sala 2015an da dest pê kir. Ji ber rewşa şerî û alozîyên li Rojavayî me nekarî em xwe bigihînin sazî û dezgehan. Kek Deham Evdilfetah li qada Bakurî bû û me dizanî gelek xebatên wî li ser zimanî hene. Me xwe gihand wî û camêr texsîr nekir, heta jê hat beşdarî xebatên me bû û raya xwe dîyar kir. Pisporên me yê Komxebata Kurmancîyê temsîla her çar parçeyan û temsîla derveyî welatî jî dikin. Jixwe piştî ku me xebata xwe ber bi hev anî me ji gelek sazî, dezgeh û zimannasan ra jî şand hinek jê li me vegerîyan, wan fikrên xwe gotin û me guh da wan jî. Bi çi awayî dibe bila bibe perwerdeya li Rojavayî divê tekûz bibe, divê îmkan ji bo zimanî çêbibin û sazîya zimanê kurdî bê avakirin û karê xwe bi awayekî zanistî bi rê ve bibe. Ev xebata me jî dê helbet îmkanek be ji bo wê qadê. Dibe ku fikir û ramanên dîtir jî hebin, em mecbûr in guh li hevdu bikin.

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev