ENFAL

ENFAL

Köröğlu Karaaslan, weşanger

Enfal ne tenê kuştin û cihguhsstina Kurdan e li Başurê Kurdistanê. Di dema Enfalê de çawanîya cihguhastin, komkirina xelkê li kampên di bin kontrola eskerên Baas û kuştin û binaxkirina wan li gorên komî li çolên ereban kêm zêde hatine nivîsandin, gelek belge û dokument hatine berhevkirin.

Aliyekî trajîk li gund û enfalkiriyan yên çolkirî kêm caran bûye babeta nivîs û behsa axaftinan.

Ew deverên valakirî bi makîneyan dihatê xerakirin, kevir li ser kevir nedihêlan. Kaniyên avê bi çimento dihate xitimandin, bax û baxçeyên xelkê heta ko karîn dihate wêrankirin. Dar û şînahî nedihêlan li ser xwe.

Gelek pez û dewar, hesp û mirîşk û se (kuçik) diman bê xwedî. Cerdeyên dewletê gelek ji wan ajalên kedî wek talan birin. Gelek ji wan bûne xurê guran. Li deşt û çiyan hezaran seyên bêxwedî xwe gihandin refên guran û bûne kûvî.

Darên cuwanîyê û darfêkîyên ko nehatibin birîn ji bê avîyê hişk bibun. Rezên bê xemxwar hêdî hêdî hişk bûn û wêran bûn.

Piştî çend salan dema mirov diçû wan deran gelek kêm şûnwar diyar dikirin, caran jî tu şûnwar diyar nedibûn. Şûn û warên hezaran sal bi carekê wenda bibûn.

Ew pez û dewar, hesp, ker û hêstirên bê xweyî mayîne li çol û çiyayên welat belav bibûn. Gelek caran mayinên ko ji bo pêşmergeyên tekoşer hetibun çandin, diteqiyan û dibûn sedema kuştina van ajalên bê xudan mayî.

Babetên bi vî rengî li welatekî ku gelê wî welatî xudan serwer be bi sedan sal temaya çîrok, helbest, roman, şano û sînema û dramayên her cûre dibe, çendîn dokumantar û belgefilm dihête berçavên mirovahiyê.

Belkû hê jî êş û birîna me kurdan baş kew negirtiye, em hê jî ji mirîyên xwe ra digirîn, lewra dor nehatiye ku şairên me helbestan bihonin, nivîskarên me çîrok û romanan binivîsin, wênekêşên me wêne û peykeran çêkin, sînemakarên me drama û belgefilman amade bikin û têxin ber çavên mirovahiyê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev