ÇARŞEMA SOR E

ÇARŞEMA SOR E

Bira eyda me “Çarşema Sor” bi 

helbesta helbestvana me va pîroz û bimbarek be!

Hinara Tajdîn

Êzîdxana min, daykam birîndar,
Hova te dane ber şûrê zilfeqar,
Nizanin çîye şeref, şerm û qar
Çar heydara rabûn ça gurê har.

Cangorîyê me ketin erdê sike sar,

Dora me kirine çenge û bagere,
Bîna xwîna bê sûca kete her dere,
Paşî fermanê hat Çarşema Sor e.

Destê dayîkê sist bûye, ew nikare
Hêkesorê heft reng ke bi nexş, nîgar e,

Tawusî Melek li jorda kire heware,
Wek rabe ser pîya dayka birîndare.

Dayïk bike kare, bike ra û tifdîre
Derên tev bikin cejna Çarşema Sore,
Tawusî Melek li jorda kire heware,
Çêkin dîlana xwe qurna ew dor bi dore.

Êzîdxana min, veşart piştî perda dîla,
Ew xemêd giran, boxça derd û kula,
Rabû, boyaxkir bi hêsira, hisreta dila
Neqişand Çarşema Sor mîna her sala.

Em şa nekin dilê wan dijmina û neyara,

Rabin êzdîno, werin top bin dîlanê,
Bireqisin, hev pîrozkin hûn ewê cejnê,
Ew cejna mileta ra bîne xêr, bereketê.

Zarok nemînin histuxwer sêwî, bê dê,
Dayîk nebin kur mirî, ceger qulkirî.

74 cara ew zulma giran bi destê hova,
Êzîdxana şêra ser kutika bû birîndare.

Lê dîsa, daykên me dikin kebantîyê mala,

Neqişandin Çarşema Sor mîna her sala.
Naz, nemeta hazir dikin heft tema, renga
Bibhên xarîta wê cihanê ew def û denga.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev