Yek ji hêjatirîn mêrxasê gelê me

Yek ji hêjatirîn mêrxasê gelê me

Radyoya Ria taza bernameya xwe ya derheqa Cangîr axa, ku yek ji hêjatirîn mêrxasê êzdîyayî hemû dewranan e, pêşkêşî we dike. Cangîr Axa (1874 – 1943) yek ji serhildêrên navdar yê Êzdî ye. Li gundê Çibûxlîyê, navçeya Bêgirîyê ya parêzgeha Wanê ji dayîk bûye. Ji malbata axa bûne û him ji aliyê Êzdîya, him jî ji yên Misilmanan da gelek rêzgirtina wan hebûye. Cangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî tê naskirin. Li Sovêta berê kasa sisîya (ser textê şahîya) ser navê Cangîr Axa vedixwarin. Ji ber ku qedirê wî hawqas hebû di nava milet da.

Di pêvajoya Komkujiya Ermeniyan da yekîtiya gelên Êzdîya û Ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma tirkan biparêzin. Di heman demê de komkujiya Êzdîya jî destpê dike, lê Cangîr Axa zûtirekê pêşî li qirkirina Êzdîya digire. Cangîr Axa wekî serokê Êzdîyan li dijî tirkan têkoşîneke navdar li dar dixe. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên tirk.

Salên Cenga Cihanê yê Yekemîn, êzdîyên bin desthilata Împêratorîya Rûsîyayê de bê çek û sîlih bûn û nikaribûn xwe ji artêşa tirkan biparêzin. Lê êla Zuqurîyan ku li devera Wanê dima, çek û sîlihên wan hebûn û wê êlê bi berxwedaneke mêranî, bi serokatîya Cangîr axa gihîştine Ermenistana îroyîn.
Cangîr axa bi 700 sîyarê xwe ve roleke mezin lîst ji bo parastina Komara Ermenîstanê.

_

_

Emekê Cangir Axa bêhed bû bona temamîya milet, di wan salên oxirmên giran da ewî nêta Roma reş baş pê dizanî û milet ji qetila tirkan xilas kir, serê xwe da ji bona wê rihînê, nehîşt ku pêşîyên me dînê xwe bidin dîndarê û ji sala 1914 destpêkirî gele êl û eşîrên êzdîxanê bi çiya û banîyan ra derbazî sînorê walatê Rûsyayê kir.
Pir e emekê Cangîr Axa wisa jî di hindava miletê ermenîyan da.

Sala 1918 çaxê şerê Serdarevê qewimî, di wî şerê giran de ewledê miletê me bi mêrkîmî pişta cimaeta ermenîya sekinî û serê xwe danîn li şerê ziyaretî dijî dijminê kal û bavan – Roma Reş, piştî belavbûna pêşenîya şerê Kafkasyayê Cangîr Axa, gorî melûmetîyên dîrokî, bi eskerên xwe ve tevî hêzên ermenîyan himberî 10 000 syarîyên Roma Reş şer dikin.

Pey wan bûyeran ra Cangîr Axa tevî leşkerên Ermenîstanê dibin yek û bi seroketîya Andranîk Paşa tevî şerê Serdarevê û Başaparanê dibin, riya artêşa tirk digirin û nahêlin Rewan were dagirkirin
Cangîr Axa bi şerê xwe yê canfîdan ve dijî Romê navekî mezin dest anî.

Guhdarên ezîz, kerem bikin guhdarîya serpêhatîya mêrxas û lehengê êzdîyayî bi nav û deng Cangîr Axa û herwiha bîranîna xarzîyê axê Mirazê Lûkanê remeti bikin. Dibê bê gotin ji bo min derfeteke bêhempah bû, bi saya Xwedê jêrazî Mirazê Lûkan hevpeyvîneke pir dagirtî û xweş çê bû.

Di bernameyê de çend kilam û awazên dengbêjên gelêrî li ser Cangîr Axa sêwirandî têne pêşkêş kirin. Cihê dilxweşîyê ye, ku bernameya han li tora Înternêtê da bi dehan hezar kes guhdar kirîye û begemîke mezin qazanc kirîye. Bernama çend sal berî niha hatîye amade kirin.

Guhdarî xweş gelî rêzdaran!

Amedekar û revebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev