Hevpeyvîneka taybet li ser Rêbera Rastnivîsînê ji bo Ria Taza -4

Hevpeyvîneka taybet li ser Rêbera Rastnivîsînê ji bo Ria Taza -4

Nivîskarê malpera me bi 3 endamên Komxebata Kurmancîyê  ya

Weqfa Mezopotamyayê ra taybet bona malpera me hevpeyvînên balkêş kirîye.

Me hevpeyvînên bi Bahoz Baran û Samî Tan ra di rojên 14 û 15ê nîsanê çap kirîye.

Beşa pêşin ya hevpeyvîna bi zimanzan Mustefa Aydogan ra

me duh çap kiribû. Kerem bikin beşa duduyan bixwînin.

 

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

 

Ferîd Mîtan: Navên zimanan jî yek ji wan xalên mijarên minaqeşeyan in.

Mistefa Aydogan: Belê, rast e. Ez spasî te dikim ku te ev pirs kir, ez jî dixwazim vê delîveyê bi kar biînim ku bi vê pirsê peyda bûye û di vî warî da behsa tercîhên Komxebatê bikim. Berî her tiştî divê ez vê yekê bibêjim; mala kurdîhezan ava be ku çend hezar minhoyên (nisxe) çapa yekem di demeka pir kurt da qedandin, ji ber vê yekê, niha çapa duyem hatiye amadekirin û dê di demeka pir nêzîk da bigihêje destê kurdîhezan. Divê ez vê yekê jî dîyar bikim ku di pêvajoya çapkirinê da hin şaşîyên teknîkî peyda bûne ku em bi dû ra pê hisîyan. Di vî warî da li gor biryara Komxebatê awayê serrastkirî dê li gel têbînîyekê bihê pêkêşkirin. Loma rexneyên di warê navên zimanan de yên wekî avahîyên (construction) “zimanê erebîyê”, “zimanê kurdîyê”, “zimanê tirkîyê” û hwd di cihê xwe da ne. Lê ez dîsan dixwazim ducare bikim; divê bihê zanîn ku Komxebata Kurmancîyê çapa duyemli gor biryara xwe ya di vî warî da amade kiriye û ew dê li gel têbînîyekê bihê weşandin. Ji ber vê yekê ya baş ew e ku em ne li ser vê şaşîya ha, lê li ser biryara Komxebatê an jî tercîha wê bipeyivin.

 

Ferîd Mîtan: Baş e, biryara Komxebatê an jî tercîha wê ya di vî warî da çi ye?

Mistefa Aydogan: Herçî ziman e, wekî bêjeyeka ferhengî (lexeme) ji alîyê zayenda xwe ve “nêr” e û û ji alîyê beşên axaftinê ve jî navdêr e. Loma li gor qayîdeyan çi miamele li gel navdêrên kurmancîyê yên nêr dihê kirin, divê li gel vê bêjeyê jî bihê kirin. Ji bo nimûneyê; “zimanê serdest”, “zimanê kolanan” û hwd.

Her çî navên zimanan in, ew jî ji alîyê beşên axaftinê ve navdêr in, lê ji alîyê zayenda xwe ve “mê” ne. Ango ji bo nimûneyê; kurdî, erebî, tirkî, îngilîzî, almanî û hwd navên zimanan in û navdêr in, hem jî navdêrên “mê” ne.Loma miameleya li gel navdêrên kurmancîyê yên “mê” dihê kirin, divê li gel navên zimanan jî bihê kirin. Ji ber vê yekê ye ku em li gor “mê”bûnê miameleyê li gel navên zimanan dikin û loma em em di van nimûneyan da dibêjin:

  • kurdîya Hekarîyê, kurmancîya Cizîrê, tirkîya Stenbolê, erebîya Şamê, kurmancîya gewr, kurmancîya reş û hwd.
  • Di kurmancîya Serhedê da bazinedaçek ber têk çûne an jî ber bi têkçûnê ve diçin. Erebîya Şamê ji yaHelebê xweştir e. Ez fêrî tirkîya Stenbolê dibim.
  • Ez ji kurmancîya te fam nakim. Almanîyate ji îngilîzîya te baştir e. Swêdîya Stockholmê xweş e.

Di van nimûneyan hemûyan da dîyar e ku navên zimanan “mê” ne û yên ku di vî warî da rexneyan li awayê Rêberê digirin jî di nimûneyên navbirî da miameleya “mê”bûnê li gel navên zimanan dikin û bi heman awayî bi kar diînin. Heger em xwe bispêrin nimûneyên dayî, ez dixwazim çend pirsan bikim: Gelo ew ji bedêla “kurdîya Hekarîyê”, “kurmancîya Cizîrê”, “tirkîya Stenbolê”, “erebîya Şamê”, “kurmancîya gewr”, “kurmancîya reş” dikarin netewînin û bibêjin; “kurdî Hekarîyê”, “kurmancî Cizîrê”, “tirkîStenbolê”, “erebîŞamê”, “kurmancî gewr”, “kurmancî reş”? An ji bedêla “Di kurmancîya Serhedê da bazinedaçek têk çûne an jî ber bi têkçûnê ve diçin”, “Erebîya Şamê ji ya Helebê xweştir e.”, “Ez fêrî tirkîya Stenbolê dibim.” gelo dikarin netewînin û bibêjin; “Di kurmancî Serhedê da bazinedaçek têk çûne an jî ber bi têkçûnê ve diçin”, “ErebîŞamê ji ya Helebê xweştir e.”, “Ez fêrî tirkî Stenbolê dibim.”? An jî gelo ji bedêla “Ez ji kurmancîya te fam nakim.”, “Almanîya te ji îngilîzîya baştir e.”, “Swêdîya Stockholmê xweş e.” dikarin netewînin û bibêjin; “Ez ji kurmancî te fam nakim.”, “Almanî te ji îngilîzî te baştir e.”, “Swêdî Stockholmê xweş e.”? Na, nikarin. Çima nikarin? Ji ber ku navên zimanan “mê” ne û divê miameleyek li gor taybetmendîya vê zayendê li gel wan bihê kirin.

 

Ferîd Mîtan: Ma gava navên zimanan li gel daçekan bihên bikarînan jî li gor heman qayîdeyê dihên tewandin?

Mistefa Aydogan: Helbet, divê heman miamele bihê kirin. Lewra daçek natewin, lê ditewînin. Ji ber vê yekê ye ku daçek li gel çi navdêran bihên bikarînan, divê ew navdêr bihên tewandin. Ji ber ku navên zimanan jî navdêr in, hem jî navdêrên zayendmê ne, gava ku li gel daçekan bin, divê li gor zayenda xwe ya “mê”bûnê bihên tewandin. Loma em dibêjin “di kurmancî da”, “di kurdî da”, “di swêdî da” û hwd.

Ferîd Mîtan: Her çendî te got ku ji ber hin şaşîyên teknîkî, di Rêberê da ne li gor biryara Komxebatê, lê bi awayekê çewt hatine weşandin jî heger destûra te hebe, ez dixwazim dîsan pirsa wan avahîyên wekî “zimanê erebîyê”, “zimanê tirkîyê”, zimanê kurdîyê” û hwd bikim. Ji bo nimûneyê; li gor Rêberê divê kurdîaxêv Kurdish language” Turkish language”, Arabic language” bi kurdîya kurmancî çawa binivîse?

Mistefa Aydogan: Ez dizanim li gel ku min behsa wê kir jî tu dê dest ji avahîyên mîna “zimanê erebîyê”, “zimanê kurdîyê” û hwd bernedî û tu naxwazî li benda têbînîya li gel çapa duyem bimînî. Her çendî te di vî warî da bersiva xwe wergirtiye jî tu dîsan bi awayekê biheq berdevkîya rexneyên civakê dikî û dipirsî. Ev karê çapemenîyê ye û divê hûn di vî warî da fonksîyona xwe bilîzin. Loma ez pê kêfxweş dibim, gava hûn bi vî karê xwe ra radibin û vê fonksîyona xwe dilîzin. Ya rastî, haya Komxebata Kurmancîyê jê heye, lê tevî vê jî di vê Rêberê da zêde cih neda ravekirin, şirove û argumanan û hwd. Em di civînên xwe da li ser vê yekê hizirîn û her weha minaqeşeyên di vî warî da li gel ravekirin, şirove û argumanan hatin kirin. Heger ravekirin, şirove, arguman û hwd jî li gel tercîhan bihatana weşandin, dibe ku ev şaşîya teknîkî ya behskirî jî pêk nehatiba. Ez dixwazim dîyar bikim ku fîlmên civînan hatine girtin û wekî belgeyên xebatên Komxebata Kurmancîyê li Weqfa Mezopotamyayê hatine hilanîn. Di wan fîlman da jî dîyar e, bê tercîha Komxebatê ya di vî warî da çi ye. Komxebata Kurmancîyê nexwast ku bikeve nava şirove û ravekirinên dirêj û argumanan, loma ji bilî çend tiştan, di Rêberê da cihekê zêde neda wan. Lewra wê ji ravekirin û argumanan bêhtir girîngî da weşandin û danzanîna qayîdeyên tesbîtkirî û awayên nivîsînê. Dibe ku hejmara zêdebûna pirsên di vî warî da ji ber wê yekê be. Lê va em dibînin ku di vî warî da pêwîstîyek heye û daxwaza ji bo bersivdana vê pêwîstîyê jî ji me dihê kirin. Ji xwe, ev hevpeyvîn jî vê pêwîstîyê pir eşkere dîyar dike. Loma divê ku ez helwêsta Komxebata Kurmancîyê ya li ser vê pirsê piçekê din zelal bikim.

Her çîkurdî”ya ku maneya wê ew ziman e ku kurd pê dipeyivin, ango zimanê kurdan e, ew leksemeka weha ye ku ji alîyê beşên axaftinê ve -wekî min berê jî dîyar kir- navdêr e. Her navdêreka kurdî an “nêr” e an jî mê ye, loma her navdêrek -di wê rewşê da ku li gor qayîdeyan tewandinê dixwaze- divê li gor zayenda xwe bihê tewandin. Zayenda navên zimanan jî di kurdîya me ya kurmancî da “mê” ye. Loma Ev bêjeya ha, ango “kurdî” ku di beşên axaftinê da navdêr e û ji alîyê zayendê ve jî bêjeyeka “mê” ye, di wê rewşê da ku li gor qayîdeyên kurdîya me ya kurmancî, tewandinê dixwaze, divê li gor “mê”bûna xwe bihê tewandin.

Bêjeyeka me ya din heye ku ew jî “kurdî” ye, lê ji alîyê beşên axaftinê ve rengdêr e, ne navdêr e. Ka em li vê nimûneyê binêrin: “cilên kurdî”. Li vê derê “kurd” ku ji alîyê beşên axaftinê ve di esilê xwe da navdêr e, bi “î”yê bûye leksemeka din, ango bûye “kurdî” û ev leksema nû êdî ji alîyê beşên axaftinê ve ne navdêr e, bi vî awayê xwe rengdêr e. Ji xwe, rengdêrên kurdîya kurmancî natewin, loma gava ku mirov dibêje; “cilên kurdî”, ev bêje, ango “kurdî” nahê tewandin. Loma ji bo nimûneyê, em dibêjin; “zimanê kurdî”, “zimanê erebî”, “zimanê tirkî” û hwd. Di van avahîyan da,“ziman” navdêr e û loma îzafeya wê <ê> ye û “kurdî”, “erebî” û “tirkî” jî rengdêr in û loma nahên tewandin.Ji ber vê yekê ye ku avahîya wekî “zimanê erebî” şaş e, ya wekî “zimanê kurdî” şaş e û her weha ya wekî“zimanê tirkî” jî şaş e. Ji bedêla wan divê “zimanê erebî”, “zimanê kurdî”, “zimanê tirkî” bihên nivîsîn. Tercîha Komxebata Kurmancîyê ya di vî warî da ev e.

 

Ferîd Mîtan: “Kurmancî” jî gava navê ziman an zaraveyekî be miameleyekê li gor vê referanta xwe dixwaze û gava di avahîyên weha da be miameleyeka din dixwaze, ne weha?

Mistefa Aydogan: Belê. Her çî “kurmancî” ye jî divê mirov bi heman awayî şirove bike û bi heman awayî miameleyê li gel wê bike. Ango gava ku “kurmancî” navdêr be, divê li gor qayîdeyan navdêran miameleyek li gel wê bihê kirin û gava rengdêr be jî dîsan divê li gor qayîdeyên rengdêran miameleyek li gel wê bihê kirin. Loma gava navdêr be, ji bo nimûneyê; mirov di vê avahîyê da dibêje; “kurmancîya Qersê” û gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên “mê” bi kar diîne. Her weha gava tewang pêwîst be jî mirov dibêje “di kurmancî da” û wê li gor qayîdeya di vî warî da, bi <ê>ya gireya tewanga navdêrên “mê” ditewîne. Lê heger mirov bala xwe bide van nimûneyan, “xwarineka kurmancî”, “mirîşka kurmancî”, “kincên kurmancî”, hingê mirov dê bibîne ku “kurmancî” di hemû nimûneyan de ji alîyê beşên axaftinê ve rengdêr e û wekî her rengdêrekê divê nehê tewandin. Ji xwe, “kurdîya kurmancî” jî her weha ye. Lewra “kurdî”ya di vê avahîyê da navdêreka “mê” ye, lê “kurmancî” rengdêr e; wekî “mirîşka kurmancî”, “cilên kurmancî”, “xwarineka kurmancî”.

 

Ferîd Mîtan: Wekî cenabê te jî dizane ku minaqeşeya li ser navên hêlan jî berdewam e. Di vî warî da reaksîyon û rexneyên cuda hene. Loma gelo tu dikarî ji kerema xwe ra behsa wan qayîdeyan bikî ku di Rêbera Rastnivîsînê da ji bo navên hêlan hatine pêşkêşkirin?

Mistefa Aydogan: “Hêl” bi xwe wekî bêjeyeka ferhengî ji alîyê zayenda xwe ve “mê” ye û ji alîyê beşên axaftinê ve jî navdêr e. Navên hêlan ango “bakur”, “başûr” û hwd jî ji alîyê beşên axaftinê ve navdêr in, lê wekî bêjeyên ferhengî yên cuda ji alîyê zayenda xwe ve “nêr” in. Heger di warê navdêrîya wan û “nêr”bûna wan da, pirs tune be, wê gavê divê mimaleya li gel wan jî li gor navdêrîya wan û zayenda vê navdêrîyê bihê kirin. Ji ber vê yekê ye ku di wan rewşan da ku îzafe pêwîst e, wekî hemû navdêrên kurmancîyê yên nêr, ew jî <ê>ya îzafeyê ya ku ji bo navdêrên kurmancîyê yên nêr werdigirin,nimûne:bakurêKurdistanê, başûrê Almanyayê û hwd. Loma gava mirov bêjeyên ji zimanên din yên hevmaneyên hêlan (nimûne: şerq, xerb) bikar diîne; mirov dibêje; “şerqê gundê me” an “xerbê welatê me”. Heger navên hêlan ne navdêr bin, çima mirov miameleya navdêran li gel wan dike? Lê her çî tewanga navên hêlan e, dîsan çi miamele bi navdêrên kurmancîyê yên nêr dihê kirin, divê heman miamele li gel wan jî bihê kirin. Nimûne:Min berê xwe bi bakurî ve kir. Ez dê ji başûrî ve dest pê bikim û ber bi rojhilatî ve biçim.

Ferîd Mîtan: Lê ji bo nimûneyê; gava mirov dibêje; “Kurdistana rojhilatî”, gelek kes vê <î>ya di dawîya navê vê hêlê da wekî nîşana rengdêrbûnê dibînin û ji ber ku di kurmancîyê da rengdêr natewin, li dijî wê derdikevin û dibêjin ku ev awa şaş e.

Mistefa Aydogan: Divê bihê zanîn ku ev <î>ya di dawîya navê vê hêlê da (di nimûneya dayî da) heye, ne nîşana rengdêrîyê ye, lê nîşana tewanga navdêra zayendnêr e. Min berê jî behsa wê kir ku navên hêlan ji alîyê zayenda xwe ve nêr in, loma gava ku rêzimana kurmancîyê tewandinê ferz dike, divê li gor zayenda nêr bihên tewandin. Ev <î>ya ku di vê nimûneyê da xuya dibe jî ji ber vê ferzê ye. Ango di vê avahîyê da tewang li gor vê prensîpê pêk hatiye û ji ber wê yekê ye ku gireya tewanga navdêrên zayendnêr hatiye bikarînan. Divê mirov bikare <î>ya gireya tewanga navdêrên nêr ji wê <î>yê veqetîne ku ji navdêran rengdêran çêdike.

 

Ferîd Mîtan: Mirov dê wan çawa ji hevûdin veqetîne?

Mistefa Aydogan: Heger destûra te hebe, ez dixwazim nimûneyekê bidim. Gava mirov bibêje; “Min berê xwe da rojhilatî”, dîyar e ku ev hêl e û <î>ya dawîya wê jî gireya tewangê ye. Lê gava mirov bibêje; “Ez rojhilatî me”, dîyar e ku <î>ya dawî nîşana rengdêrbûnê ye. Her çî ferqa navbera wan e, di guvaşê (stress) da jî xuya dibe. Di Rêberê da jî heman tişt hatine gotin, dibe ku pêwîst be li vê derê jî bihên ducarekirin. Heger mirov bala xwe bide hevoka yekem, ango “Min berê xwe da rojhilatî”, mirov dikare bizane ku ev hêlek e û mirovî berê xwe daye wê hêlê û ev <î> jî nîşana tewangê ye û “rojhilatî” di vê nimûneyê da navdêreka tewandî ye. Wekî din jî dîsan di vê avahîyê da her çî “rojhilatî” ye, ji alîyê guvaşê (stress) ve jî dîyar dibe ku ew ne rengdêr e, lê navdêr e û <î>ya wê jî gireya tewanga navdêrên nêr e. Lewra guvaş li ser kîteya vê bêjeya tewandî ya sêyem e, ango li ser “la”yê ye: “rojhilatî”. Lê heger em ji vê navdêrê rengdêrekê çêbikin (rojhilat + <î>) û hevokeka weha ava bikin: “Ez rojhilatî me”, wê gavê em dê bibînin ku di vê rengdêrê da guvaş êdî ne li ser kîteya sêyem e, lê li ser kîteya dawî ye, ango li ser “”yê ye ku bi vî awayî ye: “rojhila”.

 

Ferîd Mîtan: Û heger rojhilat, rojava, bakur, başûr û hwd navên deveran bin…

Mistefa Aydogan: Vê Rêberê ji bo navdêran prensîpeka zelal dîyar kiriye, ew jî referant e. Ango referant ji bo tesbîtkirina zayendê bingeh e. Ji bo nimûneyê; gava “bakur” wekî navê hêlekê bihê bikarînan, zayendnêr e, lê gava wekî navê keçekê bihê bikarînan, hingê referanta wê dihê guherîn û êdî dibe zayendmê. Gava ku navên hêlan bibin navên deveran jî zayenda wan her li gor heman prensîpê, ango li gor referantê tayîn dibe û di vê rewşê da ew êdî nema dikarin wekî bêjeyên zayendnêr bihên dîtin. Lewra ew êdî navên deveran in û referantên wan jî dever in. Loma em gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên mê, ango <a>yê di van nimûneyan da bi kar diînin û dibêjin; “Rojhilata Navîn”, “Rojhilata Dûr”, “Rojhilata Nêzîk” û nabêjin; “Rojhilatê Navîn”, “Rojhilatê Dûr”, “Rojhilatê Nêzîk”. Her çî tewanga wan e, dîsan divê li gor referanta wan û zayendmêbûna wan bihê kirin. Ji bo nimûneyê heger navê bajarekî Bakur be, ma em dê nebêjin; “Ez ji Bakurê me”, wekî ku mirov bibêje “Ez ji Mêrdînê me”? Heger rojekê Binxet, ango rojavayê Kurdistanê bibe dewlet û navê vê dewletê jî bibe “Rojava”, bê çawa mirov dikare bibêje; “Ez dê biçim Iraqê”, “Ez dê biçim Libnanê” û hwd, divê mirov bikare bi hêsanî bibêje; “Ez dê biçim Rojavayê” jî. Êdî ev bêje berê navê hêlekê bû an tiştekî din bû, em wê didin alîyekî û li referanta wê ya niha dinêrin.

Ferîd Mîtan: Di termînolojîya rêzimanî da guherînên berbiçav hene. Ji bo nimûneyê;,“kirde” bûye “biker”, “veqetandek” bûye “îzafe”, “jmarnav” bûye “hejmarnav” û hwd. Gelo ev guherînên ha tercîhên Komxebatê yên bingehî ne, an jî tercîhên demkî ne?

Mistefa Aydogan: Her çî termînolojîya rêzimanî ye ku di Rêbera Rastnivîsînê da jî dîyar e, xwe dispêre wê lîsteya “Termînolojîya Zimannasîyê”ku ji alîyê Komxebata Kurmancîyê ve berî Rêbera Rastnivîsînê hatibû amadekirin. Loma tercîhên di vî warî da xuya dibin, ne tercîhên demkî ne. Lîsteya termînolojîya zimannasîyê li gel wergerên zimanên cuda (îngilîzî, erebî, farisî û tirkî) hatiye amadekirin û dê di demeka nêzîk da pêşkêşî kurdîaxêvan bibe. Helbet, divê bihê gotin ku Komxebatê di pêvajoya minaqeşeyên xwe da li gel gelek faktorên din, her weha li zaravayên din jî fikirîye û bi dû ra tercîha xwe kiriye. Divê bihê zanîn kutermînolojîya rêzimanî jî beşek ji termînolojîya zimannasîyê ye. Ev xebat bêguman ji bo têgihên di Rêberê da jî bûye bingeh. Ev rastîyeka me ye ku -wekî gelek waran- mixabin ev warê me jî ji probleman ne safî ye. Di vî warî da jî tevlihevîyek heye. Mirov di her berhemekê da dikare li termînolojîyeka rêzimanî ya cuda rast bihê. Her çî rexneya di vî warî da li me dihê kirin jî ew e ku me termînolojîya Celadet Alî Bedirxanî danîye alîyekî. Ji alîyekî ve, berî her tiştî divê bihê gotin ku her çendî di “Bingehên Gramêra Kurdmancî”yê da têgihên rêzimanî hatine pêşkêşkirin jî em dibînin ku ne di Hawarê da, ne jî di tu berhemên Celadetî yên din da bi vê berfirehîyê xebateka termînolojîya zimannasîyê hatiye kirin. Ji alîyê din ve jî divê mirov qebûl bike ku di hin têgihan da cudabûnek di navbera termînolojîya C. A. Bedirxanî û ya Komxebata Kurmancîyê da heye. Lê gava mirov her duyan bide ber hevûdin, mirov dê bibîne ku hejmara têgihên rêzimanî yên ji hevûdin cuda, ne ew çend zêde ye. Lewra Komxebatê li gel hin guherînan jî bi awayekê giştî termînolojîya navbirî ji bo xebatên xwe wekî çarçove qebûl kiriye. Ji bo nimûneyê; navdêr, rengdêr, lêker, hoker, daçek, hevok, komek, gihanek, mêjer, zayend, kîte û hwd ku di Hawarê da hene, di Rêberê da jî hene.

Herçî midaxeleyên Komxebatê ne û cudabûnên wê yên ji termînolojîya Hawarê ne, helbet divê bihên minaqeşekirin û argumanên di vî warî da bihên pêşkêşkirin. Dibe ku ev pirs di çarçoveya hevpeyvînekê da hilneyê. Lê tevî vê jî ez dê hewil bidim ku çend têgihên cuda şirove bikim. Em dikarin ji daçekan dest pê bikin. Me di warê daçekan da midaxeleyek kiriye. Wekî dihê zanîn, “daçek” têgihek e ku yek ji wan beşên axaftinê ye û kurmancîya wê ji alîyê C. A. Bedirxanî ve hatiye tesbîtkirin, lê ew wekî berginda prepozîsyonê(preposition) hatiye danîn. Niha em dizanin ku prepozîsyonnikare wekî grûpa sereke ya vî warî bihê dîtin û ji xwe, prepozîsyon bi serê xwe nikare bibe berginda hemû daçekên kurdîya kurmancî jî. Di vî warî da pêwîstî bi serrastkirinekê xuya dibû û ev demek e ku hin kesan –çend endamên Komxebatê jî tê da- bi xebatên xwe yên cuda hewil daye ku bersiva vê pêwîstîyê bide. Loma me pêwîst dît ku em daçekan wekî endameka beşên axaftinê di zimanê xwe da ji nû ve kategorîze bikin û navên wan ên cuda bi kurdîya kurmancî dîyar bikin. Me têgiha “daçek”ê wekî berginda “adpozîsyon”ê (adposition) û wekî navê grûpa sereke qebûl kir û navên bingrûpên wê jî wekî “pêşdaçek” (preposition), “paşdaçek” (postposition) û “bazinedaçek” (circumposition) danîn. Tiştê ku me di vê xalê da kiriye, ew e ku me têgiha Celadetî dananîye alîyekî, lê wekî nifşên bi dû wî da me ev xal serrasttir kiriye û ez di wê bawerîyê da me, gava wî bidîta, wî jî dê kêfa xwe ji vê serrastkirinê ra bianîya. Heger em li têgiheka din binêrin, di termînolojîya Celadetî da pronav (pronoun) heye, ango “pro-”ya wê ji zimanê latînî dihê ku maneya wê “ji bedêla …” ye û nîvîyê din jî bi zimanê me ye. Wekî dihê zanîn, di berhemên me yên rêzimanî da ji bo vê yekê têgihên wekî “cînav”, cihnav”,“cînavk” û hwd jî dihên bikarînan. Tercîha Komxebatê ji bo vê yekê “cihnav” e. Komxebatê hem ev têgih ji nîvkurmancî û nîvlatînîbûnê xelas kiriye û hem jî di vî warî da standardek pêşkêş kiriye. Her çî têgiha “îzafe”yê ye, ew jî têgihek e ku di zimanansîyê da, hema hema di hemû zimanan da hevbeş e: ezāfe (îngilîzî), ezafe (swêdî), ezāfe (almanî), Изафе́т – îzafе́t (rûsî), اضافه – ezafe (farisî), إضافة – ezafe (erebî), îzafe (zazakî). Komxebatê jî ji ber hizira ku ev têgih di zimannasîyê da bi vî navî têra xwe dihê nasîn, loma ev nav tercîh kiriye. Her çî “kirde” (subject) ye, ev têgih ne aîdî Celadetî ye, lewra têgiha ku Celadetî bi kar înaye, “kirar” e. Komxebatê di vî warî da bi analojîyê “biker” (yê/a dike) tercîh kiriye; wekî ku “bikir”ê (yê/a dikire/mişterî) di kurdîya kurmancî da ji berê ve heye.

Tu bi xwe jî dibînî ku ev mijar deryayeka bêbinî ye. Loma ez dikarim behsa yeka din jî bikim û minaqeşeyên di warê yên din da ji minasebetên cuda ra bihêlim. Têgiha ku ez dixwazim behsa wê bikim û bi dû ra vê pirsê li vê derê bihêlim, “hejmarnav” e ku di Rêberê da cih girtiye, lê di termînolojîya Celadetî da wekî “jmarnav” heye. Me çima ev guhert û kir “hejmarnav”? Gava mirov li Hawarê binêre, mirov dê bibîne ku Celadetî di “Bingehên Gramêra Kurdmancî” da “jmarnav” bi kar înaye, lê di gelek deverên din de jî “jimarnav” nivîsîye. Ji xwe, her çî Hawar e, li ser rûpelê wê yê yekem ji hejmara yekê heta hejmara44an “hejmar” hatiye nivîsîn û ji hejmara 45an heta hejmara 57an jî “hejmer” hatiye nivîsîn. Celadetî her weha di rêzenivîsên xwe yên li ser rêzimanê da jî gelek caran bêjeya “hejmar”ê bi kar înaye û ji lêkera wê ra jî gotiye “hejmartin”. Komxebatê xwe spartiye “hejmar” û “hejmartin”ê û “hejmarnav” ji bo vê têgihê wekî awayê standard hilbijartiye.

Ferîd Mîtan: Di pirsa navên bajar û bajarokên Kurdistanê da, ji bo rojavayê Kurdistanê bi tenê navên du herêman, ango navên Hisîça û Efrînê hatine destnîşankirin, lê li gor Birêveberîya Xweser, ew bi xwe sê herêm in: Cizîr, Efrîn û Kobanî. Navên bajarokên din yên wekî Girkê Legê, Girê Spî, Rimêlan, Til Temir û hwd jî nehatine nivîsîn.

Mistefa Aydogan: Ya rastî, ji navên herêman bêhtir, me xwe spartiye navên wîlayetan û qezayên bi wan wîlayetan ve girêdayî. Ev jî li gor sîstema berê bû. Lewra berê bi vî awayî bû. Li gor ya berê Cizîr navê herêmê bû, lê Hisîça navê wîlayetê bû, loma me bi wî awayî nivîsîye. Her çî Kobanî ye, me ew li ser wîlayeta Efrînê nivîsîye. Helbet, li vê derê ya herî girîng ew e ku awayên nivîsîna navên van deveran yên rast bihên nivîsîn û di vî warî da em bibin xwedîyên standardekê. Lê her çî dabeşkirina birêvebirina resmî ya niha ye, helbet divê navên her sê wîlayetên rojavayî li gor dabeşkirina birêvebirina resmî ya niha bihatana nivîsîn. Ev rexneya di vî warî da di cihê xwe da ye û loma em spasî we dikin ku we di vî warî da texsîr nekiriye û reaksîyona xwe nîşan daye û hûn niha jî daxwaza serrastkirinê dikin. Divê bihê zanîn ku Komxebata Kurmancîyê bi rexneyên weha pir kêfxweş dibe û ew dê piştî lêpirsîn û lêkolîneka di vî warî da, serrastkirina pêwîst bike ku dê di çapa duyem da cihê xwe werbigire. Wekî din jî her çî navên din yên wekî Rimêlan, Girê Spî û hwd in, divê bihê zanîn ku ev ne Rêbera lîsteya navên hemû gund, bajar û bajarokên welatê me ye. Tevî vê jî divê ez dîyar bikim ku ji bo rastnivîsîna hemû navên deverên me pêwîstî pê heye ku kitêbek an kitêbokeka cuda bihê amade kirin.

Beşa pêşin a vê hevpeyvînê li vir bixwînin:

Hevpeyvîneka taybet li ser Rêbera Rastnivîsînê ji bo Ria Taza -3

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev