Serxweşîyên bo wefata Wekîl Mustefayêv (1938-2019)

Serxweşîyên bo wefata Wekîl Mustefayêv (1938-2019)

 

Ji navê kurdên Qazaxistanê Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm

 

Wekîl Mistefayêv ewledekî gelê kurdî Mêrxas bû, temamîya emrê xwe gelê xwe ra xizmet kir, her rûpelekî dîroka doza gelê kurd da navê xwe bi herfê zêrîn nivîsî. Bû serokê Kurdistana Sor, hetanî dawîya emrê xwe wek leşkerekî şoreşger pêşenîya şerê miletîyê-azadîyê da bi egîtî şer kir… Ew îro jî zindî ye, karê wîyî Welatparêzîyê ew nemir kirîye…

Bila serê malbeta Wî û gelê kurd xweş be…

 

Ji navê kurdên Azirbêcanê Hejarê Şamil

 

Duh welatparêzê Kurdistanê, niştimanperwarê bêhempa Wekîl Mustafayev ji me xatir xwest çû.
Hişk bû, bi prensip bû, şaşnebar bû, tu cara ji nêrîna xwe pêve berneda.
Wisa bû apê Wekîl.
Kurdistan dê çêbe, apê Wekil!
Heta em sax in, ramana avabûna Kurdistana Mezin wê heta hetayê zindî be.
Rihet razê… Emê behsa avabûna Kurdistanê bigihînine te.

 

Ji navê kurdên Qirgizistanê Remezan Seidov

 

Pey nexweşîyeke demdirêj ewledê gelê xwe yê pir hêja Wekîl Mustefayêv ji vê cihanê bar kir. Ew temamîya jîyana xwe bi miletê xwe ra bû, welatparêzekî bêqusûr û rêberekî bêhempa bû.

Ew yek ji bingehdarên Rêxistina kurdan ya Sovyetê bû, ku bona careke din avakirina Kurdistana Sor karekî kêrhatî û kardar dikir. Ew welatparêzekî bêhempa û merivekî bi sidqê qenc bû.

Ez ji navê kurdên Qirgizistanê serxweşîyê didime malbeta rehmetî. Ewê herdem di dilê gelê xwe da bimîne wek welatparêzekî bi hêz û rasteqîn.

Rehme Xwedê lê be, cîyê wî cinet be!

 

Ji navê xebatkarên malpera Riataza

 

Em ji navê kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîyayê û tevaya komarên Sovyeta berê bi dilekî kovan serxweşîyê didine malbeta Wekîl Mustefayêv, hemû hezkirîyên wî û dibêjin, ku bi mirina wî perçekî dîroka gelê me hate girtin. Ewê herdem di dilê me da bijî.

Wekîl Mustefayêv xudanê kitêba ”Kurdistana Kavkazê” bû, yek ji serokên tevgera kurdan ya bo careke din avakirina Kurdistan Sor ”Yekbûn” bû.

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide ewledê kurdî hêja, welatparêzê dilsoz, merivekî bo miletê xwe rûnerm û bo neyaran sert Wekîl Mustefayêv.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.