
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend têderxistinokan raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 180
Ew çîye?
Tiştekî min heye tiştanok
Ber kevirê xiştanok
Ne pê heye, ne penok.
(Hêk)
Ew çîye?
Tase qatixê mast
Danî erdekî ripî-rast.
(Zîpik)
Ew çîye?
Toximê reş
Desta davêjim
Çeva diçinim.
(Kaxez, nivîsar)
Ew çîye?
Xanim rê ket
Deyla dêra li erdê ket
(Erebe)
Ew çîye?
Xişt-mişt
Çû dera hana rûnişt.
(Gêzî)
Ew çîye?
Hêlva tê
Kendêlva tê
Porê sor nerme lê tê.
(Resikê rûvîya)
Ew çîye?
Hel, helo
Simbêl belo
Sim, sim dîwar kimî.
(Mişk)
Ew çîye?
Helê, melê
Padşa rabû serê kelê
Rû heye, simêl belê.
(Pişîk)
Ew çîye?
Her-her dîwar
Mermer dîwar
Her odekê yeke kubar
Xanim yeke
Derge hezar.
(Lempe)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Hesp diçe, zîn naçe
(Av, pira)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Hesp jî avise
Cenûya hespê jî avise.
(Qeysî)
Ew çîye?
Hespê şê
Banzda hewşê.
(Kêç)
Ew çîye?
Huldim, duldim
Şeş pê, du sim
Ga pêrêzê
Ketine rêzê.
(Mêzîn)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Hilindtir-bilindtir
Kur ji bavê bilindtir.
(Dû)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Hirça pêpen
Çû nava reza
Rez xwe pêça.
(Des)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Çar bira rêda diçin
Herçar bira
Hevra nagihîjin.
(Firxûn, tekere)
Ew çîye?
Çar çarix
Bîstûçar binçarix.
(Nalê hespa)
Ew çîye?
Şekir şîrintire
Hesin girantire.
(Xew)
Ew çîye?
Şeş reş
Şeş belek
Do box
Donzdeh çêlek.
(12 meh, 4 rozgar, ro û hîv)
Ew çîye?
Şikefta haferî
Tijî nêrîyê keverî.
(Dev, diran)
Ew çîye?
Qazî bi jinêva
Melle bi qîzêva
Her çar çûne rêva
Çar sêve darêve
Her yekî yek xwar
Yek jî ma pêva.
(Jina qazî qîza melle bûye)
Ew çîye?
Qesirek sipî
Bê derî.
(Hêk)
Ew çîye?
Wî alî aş
Wî alî aş
Ortêda çîçike qumaş.
(Ziman)
Riataza