Pirtûka ŞERÊ SÎSEBANÊ

Pirtûka ŞERÊ SÎSEBANÊ

Zeynalebidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

(bi vê re jimara pirtûkên min geha 129an)

 

Ev nusxeya bi navê Kîtabus-Sîseban a bi tîpên erebî û kurdiya kurmancî, ji aliyê Seyda Goyan ve gehaye destên min. Lê hêja Goyan got ku ew nizane kengê û li kurê ketiye destên wî.
Pirtûk bi tîpên erebiyeke ciwan hatiye nivîsandin, helbestên wê xweşxwîn, zelal, bi kêş û qafiye, bi nikl û rewan in. Tê de 431 malik hene û 34 rûpelên A4 e.

Dema min pirtûkê xwend, li dawiya wê navê ”Bedredîn kurê Mela Xalid el Parêsî” hatiye nivîsandin. Wekî din li serê tarîxa nivîsandinê û wekî din agahdarî tune.

Min dîsa bi alîkariya Seyda Goyanî da pirsîn ka Bedredînê Parêsî kî ye û ji kurê ye? Derket holê ku Bedredîn û bavê wî Mela Xalid, niha li Ceyhana Edenê dimînin. Gundê wan Parês jî, girêdayê bi navçeya Dihê ve ye.

Bedredîn çendî ku melayê Medreseya Kurdî ye jî, lê belê ji ber nefspiçûktiyê, xwe li melatiyê nake xwedî. Min çend car bi riya telefonê pê re xeberda, wî derheq vê pirtûkê de weha gote min:

”Min 12-15 sal berê, vê nusxeya Sîsebanê wek nivîsende, ji ber nusxeyeka ku li ba bavê min hebû nivîsiye. Bavê min jî 60 sal berê nusxeyek Sîsebanê li cihekî dîtiye û nusxeyekê ji xwe re bi destên xwe li berê nivîsiye. Lê bavê min jî nizane ku ew nusxe ya kê bû û li kurê jî dîtiye…”

Îcar ez li ser destana Sîsebanê ketim nava lêgerînê. Min dît ku nivîskar û lêkolînerê hêja Ehmed Demir berhemek bi navê ”Qewlê Newala Sîsebanê” amade kiriye û weşanxaneya Nûbiharê (1) jî ew çap kiriye. Dema min têkilî bi berpirsê Nûbiharê rêzdar Silêmanî re danî û meselê gotê, spas jê re wî pirtûkê digel çend hejmarên kovarê jî bo min hinartin.
Weşandina çapa pêşî ya Sîsebanê 2012 û ya çapa diduyan jî 2017 ye.

Piştî ku min pirtûk xwend, îcar ez bi riya telefonê bi rêzdar Ehmed Demirî re peyivîm. Hem li ser Newala Sîsebanê, hem li ser pirtûkê û hem jî li ser xebata wî ya li ser pirtûkê agahdarî dan min.

Ehmed Demir, vê nusxeya ku weşandiye, li ber sê nusxeyên destnivîs amade kiriye.

 

. Nusxeyek, a Şêx Xalid Zêbarî ye, ev nusxe 453 malik in.
. Nusxeyek, a Mele Bekir e, ev nusxe 504 malik in.
. Nusxeyek jî, ji ber ku bênav û bêxwedî ye, Ehmed Demirî ew wek ”Nusxeya Gelêrî” bi nav kiriye û 378 malik in.

Wî ev nusxe ji xwe re kiriye bingeh. Lê ev nusxeya ku min jî veguhaztiye tîpên latînî, 431 malik in.

Ev melayê ku Ehmed Demirî ew bi navê ”Mele Bekir” bi nav kiriye, çendî ku agahdarî li serê tune jî, lê dibe ku ”Mele Bekir Erzî” be.

Ehmed Demir got ku wî du nisxeyên din jî ji Petersburgê bi dest xistine û hêj li ser wan kar nekiriye.

Min jî ev nusxeya di destên xwe de, pêşberê wan sê nusxeyên di pirtûka Ehmed Demirî de kir. Çendî ku wek skelet hemû destanên Sîsebanê yek in, lê herwekî 26 nusxeyên Mewlûda Kurmancî, şax û perên wan ji hev cuda ne.
Min destûr bi devkî ji Mele Bedredîn û ji Seyda Goyanî wergirt û vê nusxeyê roja 15ê Adara 2019an, saet 19ê şevê dest pê kir û veguhazt alfabeya latînî, roja 31ê Adarê jî dawî li veguhaztina bi alfabeya latînî anî.
Helbestên rêza malikên pirtûkê heftkite ne û dema kiteyên malikan hatine guhertin, min jî ji bo zelaliyê stêrk xistin navbera wan.

Îcar SÎSEBAN çi ye û Newala Sîsebanê li kurê ye?
Her kes dibêje ”Newala Sîsebanê”, lê ev ne rast e û tercumeya erebî ye ku dibêjin ”wadî” ango newal.
Bêguman Sîseban navê geliyekî şên e ku niha di nêv nexşeya Ermenistana îro de ye û nêzê sînorê Azerbêcanê ye.

Leşkerên Îslamê (dema Xelîfe Umer) xwestine ku Geliyê Sîsebanê jî vegirin, lê şerekî giran derketiye û leşkerên Îslamê şkestineke mezin xwariye. Piştre sehabe Elî dema bihîztiye, çûye hewara leşkerên bisilman û Gelî vegirtine û desthelatiya Îslamê li wirê serdest bûye.

Li gor hin çavkaniyan, wê demê Geliyê Sîsebanê di destê Kurdên Şedadî de bûye.

Min vê nusxeya Sîsebanê ya bi tîpên erebî jî bi vê nusxeya xwe ya bi tîpên latînî re daye çapkirin. Beşa bi tîpên erebî li aliyê rastê cih girtiye û ya bi tîpên latînî jî li aliyê çepê ye. Bi vî hawayî, wê kesên xwenasê herdu alfabeyan jî karibin bixwînin. Hem jî dibe ku di tîpguhaztina min de şaşî çêbûbin, wê bi hêsanî ji xwendevanan re zelal bibin.
Bi hêviya ku ev berhem sûd bigehîne Çanda Kurdî û pê refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî şêntir bibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev