Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 34

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 34

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed name xwend û da xezûrê xwe û Feylesof Ziraccan, ku ew jî bixwînin. Wan jî ji Mihemed xwestin, ku nameyeke fenanî wê binivîse û jê re bişîne, ça jî hebe xilasbûna wî tune ye.

Mihemed jî bersîvek nivîsand, da destê qasid, ji Abdennar re şand.

Name hat şandin, alîkî ve jî haziriya şer dikirin, leşker hatin civandin, borazanan lê dixistin, girmînî ji daholan dihat. Mihemed fermandarê artêşê bû, bi cesaret û wêrekiya xwe dibû mînak û ji leşkeran jî cengeke wek ya şêran dixwest.

Li aliyê dinê, Qral Abdennehar jî heman tişt dikirin. Herdu artêş bêyî tirs û xof diajotin ser hev.

Nuzhetûz Zemanê gustîla firikand, hahanka cin derket, li hemberê wê sekinî û daxwaza wê pirsî. Wê jî got: “Sed cinên siyariyan hazir bike û bajo ser Abdennar û serê wî jê bike û bi serê rimekî ve bike”. Cin: “Ser çavê min, ser serê min” got û winda bû.

Cengê dest pê kir û bi destpêkirinê re, cina êrîşê Abdennar kirin, serê wî jê kirin, bi serî rimekî ve kirin û cinekî bi ser leşkerên wî de kir qêrîn:

“Agirperestno, li qralê xwe ê şerjêkirî binhêrin. Tek çareke we heye, ku hûn ji mirinê xilas bin û ew jî rev e, de birevin hêka hûn nehatine kuştin”.

Dema Agirperestan ew gotinan bihîstin û serê qiralê xwe şerjêkirî dîtin, cesaret nema, tirsê ew pêçan, sîlahên xwe avêtin û teslîm bûn. Kurapê Dûratê jî bi destê cin hate kuştin, gelek xwîn rijiya, yên sax mayî jî hatin hebskirin. Ji Mihemed re gelek xenîmet û destketî mabû; hesp, sîlah, kon û erzaq…

Mihemed bi serketî û serbilindî kete bajêr û spasiya gel û miletê xwe kir. Lê Ziraccan got:

“Mîr Mihemed, me qralê Çînê kuşt, tu were ew êrîşê me bikin, divê em tevdîra xwe bikin û nehêlin tu zirar û ziyana wan bighîje me, ku bo wê jî planeke min heye”.

“Tu çi dixwazî wisa bike ezbenî, bi xebat û xîreta te jî spasdarim”.

Bi wî awayî feylesof derbasî resedxana xwe bû û sê meha di hundur de ma. Piştî sê meha, derket û li balonê siwar bû û berê xwe da Çînê.

Çend sal dû re, bo Mihemed nameyek ji Mîr Fîdoûs tê:

“Kurê min ê delal daxwaza min ji Rebbê elemê ew e, ku ta sax û silamet bî. Lawê min, ez gelekî nexweş im, êdî mirin nêzîkê, beriya koçkirinê dixwazim te bibînim”.

Mihemed name nîşanî Mîr Hesen û feylesof da, ku li gorî wan jî divê zû biçûna hewara Mîr Fîdoûs.

Hersê li balonê siwar bûn û berê xwe dan welatê Mîr Fîdoûs ku dema xwe gîhandin qesrê, dîtin wa mîr di nava cî û nivînên mirinê de ye. Feylesof bo xilaskirina mîr, deh roja çû hat, çi ji destê wî hat kir, lê ser neket, ku êdî av û rizqê mîr li vê dinê nemabû.

Erka xwe ya dawî kirin, bi hişmet û îhtişam cinyazê wî hildan. Piştî îlana hukumdariya Mihemed Feylesof û Mîr Hesen vegeriyan welatê xwe.

Du sal pey re, Mîr Hesen jî nexweş ket û beriya mirina xwe hemû hebûna xwe ji zavayê xwe re hîşt. Bi wî awayî Mihemed bû serokê hemû herêman û padişayê temamiya welat. Mihemed gelekî li ber mirina xezûrê xwe diket, bo hinek îstirhet û hêsabûnê dixwest derkeve gera welêt.

Qebîle û eşîrên kurda hatin bîra wî, ku wî zaroktî û ciwantiya xwe di nav wan de derbas kiribû. Dixwest wî kalemêrê pênc mîh dabûn wî bibîne û wî bi xelat bike. Lê nizanibû, ew li ciyê xwe ê berê ne yan ji wira bar kirine, an jî sax in yan mirî ne. Wî jî hemû çîroka xwe Ziraccan re got û xwest here serîkî bide qebîlên kurda û welatê xwe bibîne.

Feylesof jî pêşniyazek kir, got: “Were em tevayî li balonê siwar bin û merivên te bigerin, ku dema me qebîleke kurd dît, em ê pifdankê daxînin erdê, herin cem wan”.

Wî jî bi ya feylesof kir, walîyek kir cîgirê xwe û li balonê siwar bûn û ketin pey şopa qebîlên kurda.

Dema qebîleke kurd didîtin, balon dadixistin erdê, sed cin dikirin dilqê sed eskerên siyarî dişandin ba serokê qebîlê û ji serok re digotin “Mîrê me ji nêçîrê vedigere û dixwaze were serîkî bide we”.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev