Kurd ji hilbijartinan bi zerar derketin

Kurd ji hilbijartinan bi zerar derketin

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Di dewleta Tirk de hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019an de hat li darxistin. Hîn encamên dawî nehatine diyar kirin. Di hemandem de li ser hilbijartinê gengeşî dom dikin. Bi taybetî jî li ser hilbijartina Stenbolê gengeşî dawî nehatine. Partiya hikûmetê û MHPê ji bona ku li Stenbolê hilbijartin dixwazin dubare bibe. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê jî, ji bona ku vê daxwazê encam bike, li ser xebat dike.

Tê zanîn ku piştî her hilbijartineke giştî û herêmî û serokkomarî gelek mijar tên minaqeşe kirin. Hîç şik tune ye ku di gengeşiyan de mijareke girîng jî, kurd in. Ji bona kurdan jî pirsên teknîkî tên gengeşî kirin. Heta nûha mijarên bingehî û stratejîk nayên minaqeşe kirin.

Ez di dixwazim li ser van mijarên stratejîk rawestim ku gelo kurd ji hilbijartinan bi qezenc in, an bi zerar in? Hilbijartinan bi çavekî din şirove bikim.

 

HILBIJARTINAN LI KURDISTANÊ ENTEGRASYON XURT KIR…

Em kurd ji neteweya Tirk cûda netewek in. Xwediyê welatekî ne. Neteweke bindest in. Ji hemû mafên xwe yên milî bê par in. Welatê me jî hatiye dagirkirin û parça bûye. Kolonîze bûye. Ev rewş û statuya me di hemandem armanca me diyar dike.

Armanca me jî, destxistina mafên me yên milî ne. Dawî li dagirkerî û kolonyalîzmê anîne, dewleta xwe ava kirine. Loma jî divê em hemû rê û rêbazên rewa wek awayê têkoşînê bi kar bînin.

Loma jî em divê platforma hilbijartinê ya Dewleta Tirk bi kar bînin û bixin xizmeta berjewendiya neteweya kurd û milî. Lê divê em baş bizanin ku hilbijartin rê û rêbaza me ya stratejîk ya têkoşînê nîne. Ji bona neteweya me, rê û rêbezeke taktîkî ye.

Hezar mixabin piştî salên 1990an xebata hilbijartinê ji bona kurdan bû mijareke stratejîk. Vê yekê jî kurdperwer ji armanca wan ya mezin û pîroz dûr xist. Bû sedem ku kurd sîstema heyî ya kolonyalîst biecibînin, bi sîstema kolonyalîst re entegre bibin.

Ev jî xizmetî siyaseta dewleta tirk ya tunekirin û asîmîlekirina kurdan dike. Ji bona me kurdan, tiştekî erênî nîne, neyênî ye.

 

HILBIJARTINAN KURD JI HÎSÊN MILÎ DÛR XIST…

Hilbijartin ji bona ku bû bûyereke stratejîk û wek enstrumaneke xelasiye hat dîtin, kurdperewer ji rizgarîxaziya welêt û ji hîsên sewrxwebûnê dur xist.

Kurdperweran, serxwebûna Kurdistanê û mafên milî qezençkirin dan aliyekî, berjewendiyên rojane derxistin pêş.

Loma jî hilbijartinan şiûra milî xurt nekir, qels kir. Ji bona ku şiûra milî qels bû, kurdperweran zêde qiymet jî nadin hêjayiyên milî û Kurdistanî û herêmî. Loma qiymet zêde nadin ziman, çand, Ala Kurdistanê, erdnîgariya Kurdistanê, hêjayiyên din yên milî.

 

HILBIJARTINAN YEKÎTIYA MILÎ YA KURDAN PARÇE KIR…

Ji bona ku neteweya kurd rizgar bibe û dewleta xwe bikare ava bike, divê xwediyê yekîtiya millî bibe.

Hîç şik tune ye ku serxwebûna Kurdistanê û azadiya neteweya kurd li ser bingeha yekîtiya milî bilind dibe, encam digre.

Hezar mixabin hilbijartinan yekîtiya milî ya neteweya kurd parçe kiriye û ji holê rakiriye. Kurd ji hevûdu dur xistine. Kurd parçe kirine. Kurd dengên xwe her dem didin partiyên sîstem û dewleta Tirk.

 

HILBIJARTINAN NAKOKIYÊN CIVAKÎ ZÊDE KIR Û YEKÎTIYA CIVAKÎ JI HOLÊ RAKIR…

Ji bona ku neteweya kurd bikare xwe azad bike, dewleta xwe ava bike, divê yekîtiya civakî ya kurdan jî pêwîst e.

Wek tê zanîn neteweya kurd girêdayî avabûna xwe ya edetî û dîrokî xwediyê nekokî û lidijhevbûnekê ye. Dewleta kolonyalîst ji bona ku desthilatdarî, kolonyalîzm û dagirkeriya xwe dom bike, di nav kurdan de nekokî û pirsgirêk bi zanetî û bi plan zêdetir kiriye.

Hezar mixabin hilbijartin li Kurdistanê di nav kurdan de ji beşbûna civakî û nekokiyên civakî re bû sedemek û enstrumaneke ekstra û zêde.

 

HILBIJARINAN KURDPERWER JI ÎDEALAN DÛR XIST, KIR KESPEREST Û BERJEWENDÎPARÊZ…

Azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê wek dozeke pîroz û bilind, bê berjewendî û bi hîsên îdealîst tê meşandin. Her kurdperwerek jî bê berjewendî beşdarî vê dozê dibin.

Hezar mixabin platforma hilbijartinan, bûye platformeke ku mirov berjewendî bi dest bixe. Kesên kurd ji bona ku dewlend bibin, jiyaneke bi konfor bimeşînin dixwazin bibin parlamenter û serokên şaredariyan.

Ev yeka di hemandem de dibe sedem ku bi sîstema kolonyalîst re hevgirêdanekê çê bike. Dema ev yêke çê dibe, kesên kurd ji doza azadîxwaz û serxwebûnxwaz dur ketin. Entegreyî sîstema kolonyalîst bûn.

 

HILBIJARINAN KURDISTAN JI NÛ VE PARÇE KIR…

Kurdistan û neteweya kurd ji aliyê dewletên kolonyalîst te hatiye parçe kirin. Ev ji bona kurdan hîç şik tune ye ku bûyereke stratejîk û dramatîk e.

Hilbijartin li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî din Kurdistan û neteweya kurd parçe dike. Tu dinêrî herêmeke di bin desthilatdariya partiyeke dewletê de ye, herêmek di bin desthilatdariya partiyeke din ya dewletê de ye.

Bajarê Kurdistanê jî parçe bûne. Di her bajarekî de partiyeke dewletê xwediyê hêzekê ye.

Heta hilbijartinan encameke wûsa derxistiyeê holê ku Kurdistan bi çend bajaran tê bi nav kirin. Piraniya bajarên Kurdistanê terkî dewleta kolonyalîst tê kirin.

 

HILBIJARTINAN MEŞRUIYETA SÎSTEMA KOLONYALÎST XURT KIR Û DERXİST HOLÊ…

Hilbijartinan ji van mijarên ku min rêzên jorîn anîn ser ziman xetertir encameke din derdixe holê.

Wek tê zanîn sîstema kolonyalîst ya dewleta Tirk ne rewa ye û bi zorê pêk hatiye.

Hilbijartin, bi awayekî dibe sedem ku sîstema kolonyalîzma dewleta Tirk rewa bê pejirandin. Di encamê de em kurd bi dengên xwe ji partiyên sîstemê re dibêjin ku me rêve bibin û li welatê me desthilatdariya xwe bidomînin.

Em bi dengên xwe maf didin partiyên dewleta kolonyalîst. Ev jî raste rast li Kurdistanê ji bona wan terefteran û hevalbendan çê dike.

Di pêşerojê de dema ku refandûma serxwebûna Kurdistanê bê rojevê ew dibe pirsgirêkeke mezin. Refarandûmeke serbixwe û azad pêk naye. Kurd li welatê xwe encam jî nagrin.

 

HILBIJARTINAN ÎDEOLOJIYA FERMÎ YA DEWLETÊ DI NAV KURDAN DE XURT KIR Û BELAV KIR…

Hilbijartin, di hemandem de dibe sedem ku îdeolojiya fermî ya kolonyalîst di nav neteweya kurd de fireh û belav bibe.

ENCAM…

Ev nerîn û şiroveyên min derdixe holê ku hilbijartin ji bona Bakûrê Kurdistanê bûye xeteriyeke mezin. Divê ji nû ve pirsa hilbijartinê ber çav bê derbas kirin, helwesteke milî, azadîxwaz û serxwebûnxwaz diyar bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev