BAFILE

BAFILE

Ev novela ku min di sala 1994an de ji bo bîranîna

cangorîyên qetilîamên dewleta Alî Osman nivisî bû,

bi sedema 104 salîya jenosîda Ermenîyan careke din

ji bo wan hemî pakrewanên pêşkêş dikim.

 

Gird Elî

Eva demek bû ku pîrika malê bêhal bû. Dilê wê yê ku heftê salan bêwestan lêxistibû dida xuyakirin ku êdî westiyaye û vê vatiniyê nema dikane bimeşîne. Pîrikê ji xelkê malê xwest ku cihê wê li ber pacê çêbikin. Mîna wan jî dizanîbû ku pîrika yextyar rojên xwe yên dawîn dijî, ji ber vê jî hemî xwestinên wê bi cî dihanîn û cihê wê vê gavê li ber pacê, li oda jorîn çêkirin.

Dîsa li ser xwestina wê, oda jorîn ji qerabalixa zarokan û çûnûhatina mêvanan mehrûm hiştibûn. Di oda dengmirî de, pîrika yextyar tena serê xwe li gel raman û bîrewerîyên jiyana xwe ya derbasbûyî bû.

Ruhistînê ku leza wî hebû, li dorhêla malê diçû û dihat. Her ku derî vedibû, çavek li hundurû digerand, dinerî gelo ka pîrika yextyar amade ye ku ruhê xwe teslîm bike an…

Lê dema didît ku pîrika yextyar bi bîrewerîyên jiyana buhurî ve mijûl e, fersendek didayê, ne dixwest wê nerihet bike û dîsa paşde vedigeriya.

Dibên dema ku mirov diçe ser heqîya xwe, berîya ku ruhê xwe teslîm bike, hemû jiyana xwe bi bîr tîne. Jiyana meriv mîna xerîteke filîmê sînemayê di ber çavên meriv re derbas dibe.

Lê eva ji bo pîrika yextyar ewçend ne hêsan bû. Wê ê li filîmê kîjan jiyanê bimeyzanda! Jiyana wê ya eslî jê dizî bûn. Heta bi dehsalîya xwe ew jiya bû. Ew deh sal li ocaxê bavê, li gel xweng û biran, xizm û dostan, bi germîya evînê û dostaniyê bihurandibû. Hê jî dema ku difikirî, germîya evîniya wê jiyanê li canê xwe hîs dikir. Dengê dê û bavê di guhên wê de olan dida: »Marya… keça min, xwe zû girêde em ê biçin dêrê! Em dereng nemînin… nuha ayinê destpê kiriye!» Wê gavê ê Marya kincên xwe ên xweşik li xwe bikirana û li gel dê û bav, xweng û birayên xwe, riya dêrê bigirtana. Dengê jama dêrê ji dûr ve dibihîstin, ev îşareta destpêkirina ayinê bû. Lê xem ne dikir, dereng jî bimana ew ê dîsa biçûyana, li nav dost û merivên xwe, cihê xwe bigirtana, paşê jî guhdariya metrên bikirana.

Wê demê Marya zêde tiştek ji gotinên metran fam ne dikir, lê dîsa jî beşdarbûna ayinê li xweşa wê diçû. Li wir hemû hevalên xwe didîtin. Dêr jî avahiyeke mezin û bilind bû. Hemû bi peyker û îkonên pîrozwer xemilî bû. Li beramberî xelkê, li ser dikek hinekî bilind û fereh, xaçek kevirîn û mezin bilind dibû û bi xaçê ve jî peykerê Mesîhê xaçkirî, dardekirî bû. Ji herdu dest û lingên wî yên bizmarkirî xwîn diherikî, herweha ji kêleka wî jî xwîn diherikî. Marya serpêhatiya Mesîh dizanî bû, ji ber ku li malê jî dê û bavê wê eviya hertim kad dikirin: Mesîh lawê Xwedê bû; mîna mirovekî daketibû ser ruwê dunyayê. Wî xwestibû, gotin û heqîya Xwedê pêşkêşî mirovan bike û bi vî babetî mirovan ji zilm û zordarîyê azad bike. Lê mirovan jê bawer ne kiribûn, helbet ne hemûyan. Yên ku jê bawer kiribûn jî hebûn, donzdeh hewarî û hin mirovine din jî bawerîya xwe pê anîbûn. Lê yên mîna Heredos û Pontus Platus pê bawerî ne anîbûn, evana jî mirovine bi qewet, paşa û generalê Romê bûn. Li ser daxwazîya wan jî ew li xaçê xistibûn. Hercar bavê wê; »Erê!» digot. »Ew bû qurbanê gunehkariya mirovan, wî xwe kire cangorê me, ji bo ku Xwedê me efû bike!» Bavê wê jê re;»Marya!» digot » me navê diya Mesîh li te kiriye. navekî pîrozwer e.» Lê nuha, mîna gellek tiştên din ev nav jî bû bû xewneke şevan. Ev şêst sal bûn ku ev nav bi kar ne anîbû. Nevîyên wê, jê re Pîrika Emînê digotin û wusan gazî dikirinê. Emîne jî navekî pîrozwer bû, lê eva ne ji bo mesîhiyan, ji bo misilmanan wusa bû.

Gerçî navê Emînê ew ji mirinê xelas kiribû, lê nuha dema ku difikirî, têdigihişt ku bi vî navî re gellek tişt jî winda kiribûn.
Dibên “Zeman hemî birînan derman dike!” Lê eviya ji bo pîrika Emînê derbas ne dibû. Di dawîya temenê xwe de, ji nû ve bû bû zarokek. ew Marya ku şêst sal berê di hiş û dilê xwe de veşartibû, serê xwe derdixist û dibişirî. Marya evîndar ku mîna çîçekek nûpişkuvî bû, girtibûn û hilqetandibûn, ji kok û erda wê kiribûn. Lê nuha ji nû ve dixwest bipişkuve, ji nû ve dixwest bibe Marya. Û vê carê ew ê tu kesî rê nikanîba li ber bigirta, ne axayên kurd yên zalim û ne jî leşkerên osmanîyan!
Bi bîrewerîyên Maryayê re birînên şêst sal berê jî ji nû ve vedibûn. Eva birînên dijwar bûn û di wexteke mîna şêst salan de derman ne dibûn. Hê jî dema ku ew rojên fermana mezin bi bîr dihanîn, dicirifî, ecêbmayî dima, hiş û aqil ne dida mekrûhî û barbarîya mirovan! Mirovên ku cîranê wan bûn, ewên ku di bajarekî de, li kolanekê bi salan li gel hev jiyabûn û ji hev re digotin “Krîvo!” û “Krivê!” di rojên fermanê de gellek ji wan bû bûn mîna gurên devbixwîn û êrîş dibirin ser wan, ew dikuştin û talan dikirin. Belê ev ne karê mirovan bû, ev ne karê aqilan bû…

Lê birîna giran, êşa ji hemûyan mezintir, windakirina dê û bav, xweng û birayan bû.
Di wexta fermana mezin de bû: rojekê dîsa familya wan hemû, li gel dost û merivên xwe, li dêrê civiya bûn. Metran wazên xwe kiribûn. Di nav wazên metrên de tenê gotinek dihat bîra wê. Eva ji Incîlê bû, Mesîh gotibû; »Ji dijminên xwe hes bike!» Paşê jî koma zarokan dest bi kilamên dînî kiribû distiran. Marya jî gellek caran beşdarî vê komê dibû. Lê nuha tu kilam bi bîr ne dihanîn, ji xwe ji wê rojê û vir de qe tu kilam jî nestira bûn.

Hê koroya zarokan kilama xwe didomand, dema dengê şawşawekê nêzîkayî li dêrê dikir, zarokan piştre dev ji kilamê berdabûn, hemû mirovên di hundurê dêrê de mîna ku dizanîbûn ew dê çi biqewume, komî ser hev dibûn. Çend yextyaran li beramberî peykerê Mesîh îşareta xaçê derdixistin û due dikirin. Metran ji cihê xwe radibû ber derî ve diçû û ji yên hundurû tika dikir da bêdeng bin. Lê ji nişka ve derîyê dêrê bi şingeding vedibû û komek leşker û zilamên kumsor, bi çek û rextan pêçayî êrîşî hundurû dikirin.

Metranê ku li ber derî, li ser kabokan ji wan tika dikir, derba pêşin xwaribû! Paşê jî dest bi yên din kiribûn, bi sunguyan û guleyan!… Mîna gurên birçî bûn, kerîyekî pez bêxwedî û bêşivan dîtibûn! Dawî ne dihat, ne diqediya, ta ku deng ji hemûyan biliya bû. Diya Marya ew himêz kiribû xwe avêtibû ser, ew ji singuyan paraztibû. Marya bêdeng û behît mabû. Xwestibû biqêre lê nikanîbû, dîmena li ber çavên wê ew lal û matmayî hiştibû!

Di nav cendekên mirovan re çavê wê li jor, li xaça bilind û kevirîn ketibû, ji dest, ling û kêleka Mesîh xwîn diherikî, lawê Xwedê ji nû ve li xaçê xistibûn!

Demekê şûnde kalemêrek derbasî hundurê dêrê bû bû û wehşeta hundurû keşif dikir. Hinekî şûnde jî Marya qidûmşikestî û matmayî li paş xaça kevirîn didît. Bi dilovanî destê xwe dirêjî wê dikir. Marya bi şik û dudilî destê xwe didayê. Kalemêr jê pirsîbû »Navê te çiye?» Wê bi cirifîn »Maa… Marya!» gotibû. Kalemêr hinekî fikirîbû û »Baş e Marya, guh bide min!» gotibû. »Ji nuha û pê de, navê te Emîne ye! Vêya ji bîr meke, kî ji te bipirse tu ê wusan bersiv bidî!» Paşê jî ew biribû mala xwe. li mala Kalemêr ji pîrejina wî pê ve kesekî din tunebû.

Ji wê rojê û vir de, Marya bû bû keça kal û pîra misilman û navê wê jî mabû Emîne.
Emînê (Marya) weke keçek misilman, ders û edeba misilmantîyê girtibû û di hivdesalîya xwe de jî gihiştibû mêrekî misilman, pê re zewicî bû. Ji vê zewacê jî Xwedê sê law û du keç dabûnê. Emînê jiyaneke bê bela û bê nexweşî bihurandibû û gihiştibû temenekî giramgir, mîna heftê salî. Lê çendî ku ji kesekî re behs ne kiribû û xwestibû ji bîr jî bike, dîsa bîrewerîyên jiyana Maryayê ew terk ne kiribûn. Nuha di rojên xwe ên dawîn de jî ji nû ve bû bû Marya!

Lawê wê, yê mezin mîna ku ne dixwest diya xwe ya yextyar di saetên dawîn de tenê bihêle, loma jî her serê gavê dihat li ber serê wê rûdinişt û pê re jî mijûl dibû. Carekê jî jê pirsî bû ka gelo tu xwestinên diya wî hene? Wê gavê diya wî çavên xwe ên giranbûyî heta nêvî vekiribûn û bi guman li lawê xwe nerî bû. Lê dîsan jî bi hêvîyekê ji lawê xwe tika kiribû û gotibû »Min bigire bibe dêrê! Ez dixwazim li dêrê metranekî bibînim!» Wê gavê lawê wê bostekê ji erdê bilind bû bû û nemimkiniya vê daxwazê wê xwestibû ji diya xwe re kad bike.

Paşê jî ji xelkê malê re gotibû ku »Diya me xurifîye!..» Bi dû de jî, xelkê malê biryar dabûn da biçin melayekî bînin ku li ser diya wan çend fatîhe û yasînan bixwîne!

Lê Maryayê fam kiribû ku tiştekî ne mimkin ji lawê xwe xwestibû û herweha ne dixwest ku guhdarî li tu fatîhe û yasînan jî bike. Ji ber vê jî ruhstênê ku li ber derî ecele dikir, vexwandibû hundurû û ruhê xwe teslîm kiribû.

Dema mela gihiştibû ser, êdî dilê Maryayê rawestibû, nema lêdixist. Mela hewce nedît ku tu yasînan li ser bixwîne, tenê fatîheyek xwendibû û bi paş de vegerîyabû.

Dema mela çû bû, lawê wê xwestibû laşê diya xwe rast bike. Dema destê diya xwe yê girtî ji ser sînga wê bilind kiribû, behîtmayî çavên wî bi xaçeke piçûk î zêrîn î ku diçurisî ketibû. Xaç nêzîkî çavên xwe kiribû û nivisa li ser xwendibû; »MARYA»

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev