Nameyên evînî -78

Nameyên evînî -78

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez tenê ji şikestina te dikarim bişkêm, tenê ji êşa te dikarim biêşim, tenê ji acizîya te dikarim aciz bim. Ez bi rastî ewqas ji te hez dikim, ku bizanibim jîyana te a bê min wê xweştir û bextewartir be, yek deqe jî nasekinim û yek gotin jî nabêjim ka jîyana min a bêy te çawan e. Tiştek bo min wê tenê baş be, ku tu baş î. Hemû tiştên din yên nebaş wê ber başbûna te qet xuya nebin.

 

¤¤¤
Navê wê hîsa te hezkirin e. Tu zanî, nivîskarên here mezin naefirînin. Çi hîs dikin, wê jî dinivîsin. Ji bo wan nivîskarî pir hêsan e û pir serketî ye. Lê ewên diafirînin, hîs ne yên wan in, tenê xeyal in, bona biafirînin, gelek zehmetîyan dibînin, ji ber tiştê tune gerekê bînin ber çavan. Û xwendevanê ji evînê pir fêm dike, wê bizanibe, ku ew evîn ne a nivîskar e, a kesekî din e.

 

¤¤¤
Ronahîya çavên min, şewqa jîyana min, ez jî bi xew ra çûbûm, nû şîyar bûm. Dilê min bi te rehet e, loma ewqas rehet razam. Tu jîyanek î hatî vê cihanê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev