Pirsa we û bersîva me – 130

Pirsa we û bersîva me – 130

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

Pirs: Gelo hûn dikarin hinekî behsa QERTAFA “E” YA GIRÊDER bikin?

 

Bersîv: -Di kurdî de rêzkirina hêmanên hevokan bi giştî wiha ye:

 

kirde + bireser + lêker:

 

– Ez te dibînim.

– Min tu dîtî.

– Wî sêvek xwar.

 

Lê eger di hevokê de lêkerek bi maneya “livîna ber bi derekê ve” yan jî “ji tiştekî bûyîna tiştekî din“ hebe

lê ti daçek (prepozisyon) pê re tine bin, rêzkirina hêmanan wiha ye:

 

kirde + lêker + bireser:

 

– Ez çûm malê. (Lê rêzkirina bi vî awayî “Ez ber bi malê ve çûm.” anku “kirde+bireser+lêker” ji ber ku daçek heye.)

 

– Bibe wir. (Lê bi awayê “Ji wir bîne.” rêzkirin cuda ye. Anku “kirde+bireser+lêker”)

 

– Bû mamoste. (Rewşa guherrîn anku dînamîk diyar dike lê “Mamoste bû.” rewşa statîk dide

xwiyakirin.)

 

Îcar dema lêker li pêş bireserê tê, carinan qertafa “-e” yan “-ye”ya girêder li lêkerê tê zêdekirin:

 

– Ew hatE vê derê.

– Wî gotE min.

– Ez diçimE malê.

– Ez ê bibimE mamoste.

 

Lê divê ev “E”ya girêder bi dema bûrî ya dûdar neyê tevlihevkirin.

 

– Ew hatiye vê derê.

– Wî aniye malê.

 

Çavkanî: Hussein Muhammed

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev