Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -3

Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -3

Ev hevpeyvîna delal birêz Selîm Zencîrî sala 2007an bi doktorê bizîşkîyê

û aborîzanê navdar birêz Yekta Uzunoglu ra kirîye. Lê ew cara pêşin di malpera me da çap dibe.

Di vê hevpeyvîna balkêş da behsa bûyerên her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên Sovyet,

kesayetîyên navdar yên biyanî, ku dostên kurdan in, hevdîtin û bûyerên nû ji

jîyana dr. Qasimloyê Mezin û gelek bûyerên din tê kirinê,

ku we heta niha li tu cîya ne xwendîye û rast pê nehatine.

Ji ber ku hevpeyvîn dirêj e, me ew kir 3 beş û 3 rojan dû hev raberî we dikin. Beşa pêşin û duduyan me duh û duh na pêr çap kir. Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin.

 

Aborînasê navdar yê Kurd û hevalê nêzîk yê Dr. Qasimlo di 18’emîn salvegera terora Viyenayê de

(bi taybetî ji bo malpera RIATAZA)

 

Hûn demekê wekî bijîşk hatibûn Kurdistana Îranê, çîroka vê yekê çi bû?

Di Hezîrana sala 1979’an de, min zanîngeh xelas kir û bûm doktorê tendûrûstîyê. Di wê demê de, şerê PDK Îranê û rejîma Xumeynî dest pê kiribû. Partiya “TUDEH” dixwest hêzên PDK Îranê qels bike. Ji ber vê yekê kesayetiyên wek Xenî Bilûryan dixwest ji PDK Îranê biqete û şerê birakujiyê têxe nav PDK Îranê. Ez bo 5 rojan çûm Yekîtiya Sovyetê û 7 roj li Erîvanê mam û min xwest ku bi karbidestên Polîtburoya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê re xeber bidim ta ku ew bi rêya Partiya “TUDEH” hêzên gelê Kurd perçe nekin. 7 roj li Êrîvanê li nav xebatê û li nav dost, heval û hogiran zû derbas bû, pêwîst bû ji Êrîvanê û dîsa wûsa ji Sowyetê derkevim. Ez derneketim, ji ber ku hê min tu kes ji Polîtbûroya Partîya Komûnîsta Sovyetê nedîtibû. Ez û kurxatîyê min em li Êrîvanê suarê belefirê bûn û firiyan berbi Moskow û ji wir jî emê eynê rojê de vegerîyana Prag. Tûrîst wan salên komunîzmê de timî li bin hemkarên sazîya Înturîstê de bûn, bê wan nikaribûn herin tû cîyî. Gava ku em li Êrîvanê sûarê belefirê bûn me dizanibû ku li belefirgehê Moskow turîst wê herin berbi derîyê tûrîstan ku hemkarên Întûrîstê “lêvîya” wan bûn û hemwelatîyên Sovyet wê herin derîyê din ku kontrol tûnebû. Gava ku em  li Moskow ji belafirê peya bûn, kurxatîyê min bi hinek ermenîyên ku ji Amerîka û Firansa hatibûn çûn ber bi derîyê tûrîstan lê ez ketim nav ermenîyên Ermenîstanê û hemwelatîyên Sovyet û çûm berbi derîyê din, min bihîstibû ku li wir ti kontrol nîn e û zû sûwarê taxîkî bûm û çûm kolana Gorkî li Moskov, li wir peya bûm û sûwarê taksîkî din bûm û çûm xanîyê xwendekarên Kurd ku xanîkî klasîkê ji dema Stalîn bû, bawerim ya zanîngeha Lomonosov bû. Min li wir xwendekarên Kurd ji rojavayê dît, gelek dilxweş bûn ku kurdekî ji Bakûr hatîye ba wan û doktor e û serda jî ji Pragê tê… yanî ji welatekî ewrûpî… gelek mêvanperwer bûn, lê mêvanperwerîya wan gava ku min ji wan re got ku ez “qaçax im” xelas bû… tirsîyan ku ji ber min sûalekî yan belakî neyê serê wan. Mecbûr mam terka wêderê bikim û çûm nezîkê Meydana Sor îdî perê min jî nemabû. Nêzîkî Meydana Sor parkek hebû, li wir gelek azerî hebûn û bazirganî dikirin li ser piyan, yek hat ji min pirsî, got tu pantolê xwe nafroşî? Li çanta min de 1 pantolê mine din jî hebûn, herdû jî Jeans bun û yê şîrketa Levîs, min wan pantolên xwe firot wan û dora 180 rûbl dan min, îdî ez azad bûm, bo çend rojan min meseleya diravî jî çareser kiribû. Xetera qaçaxmayînê li kolanên Moskov mezin bû. Û eynî şeve sûarê trênekî bûm û çûm Lenîngradê bo dîtîna apê Qanatê Kurdo… Apê Qanat ne li Lenîngradê bû, çûbû havîngeha xwe ku rusî jêre digotin Daça, li dervayê Lenîngradê bû, ez çûm min ew dît û min got ku îdî li Sovyetê de qaçax im… Rojekê li daçayê – havîngeha apê Qanat de mam, ew roj wek saleke ji zanîngeha jîyanê bû. Min ji Apê Qanat re got ku divê bi awakî xwe bighînim Polîtbûroya Partîya Komûnîsta Sovyetê û bi berpirsîyarên Rojhilata Navîn re xeber bidim, yê ku biryar didin ew in, ne wezareta karên derveyî ya Sovyetê. Dîsa bi trênê vegerîyam Moskov, min cixarek stend ku navê wê bi rûsî Papîrozka bû û kesên neçar wî dikşandin, li trênê min Papîrozka xwe dikşand ku wek Sovyetî bim, bala kesî nekşînim ku ji Rojavayê hatime. Gihîştim Moskov û min telefonê kurê etnologê navdar Emînê Evdal – Efanê Emîn kir ku hêjmara wî apê Qanat dabû min, me hev û din li ser meydana Sor de dît û wî ez birim mala xwe. Navê xanima wî Aza bû, kurda Tîflîsê bû, rojnemevan bû û dayin û stendina wê bi cihûyên Sovyetê re jî hebû, xanimeke gelek jîr bû û keçikeke wan ê 1 salî hebû, navê wê Têlî bû, em tev de li dû ode de diman.

 

Ji bo ku berpirsîyarên Polîtbûroya Partîya Komûnîsta Sovyetê min qebûl bikin û bi min re xeber bidin, me bîryar stend ku em ji Kurdên Sovyetîstanê daxwaz bikin ku herin postexane û telegraman bişînin Polîtbûroyê li ser rewşa Rojhilatê û daxwazên xwe ya alîkarîyê ji Polîtburoyê bikin. Dîroka Sovyetîstanê baş nizanim, lê bawerim bûyereke wûsa cara yekem li Sovyetê pêk hat. Hezaran Kurdên Sovyetê ji Vladîvostokê ta Rîga dest bi şandina telegraman hem ji Polîtbûro re û hem jî ji rojnameyên wek Pravda û Îzvestîya kirin. Di vê navê de birêz Tosinê Reşîd hat Moskov alîkarî kir, em çend Kurd (Efan, Aza,Tosin û hwd) me bi hev re hezaran Kurdên Sovyetê seferber kir ku ew name, telgrafên protestoyê bişînin Polîtburoya Partiya Komunîst a Sovyetê, çendîn rojnemevanên Kurd û dostên Kurda bendan li ser şerê Kurdên Rojhilat nivîsandin û piştî van bûyeran berpirsiyarê Polîtburoyê, Prîmakov ez qebûl kirim. Tev de du caran çûm, carkê bi min re Efan hat, lê cara dûhem dibe ku Tosinê Reşîd yan kesekî din hatibe, nayê bîra min. Ez 26 salî bûm. Di odekê de em û du karbidestên Polîtbûroyê levîya Prîmakov bûn, Prîmakov – ku dawiyê bû Serok Wezîr – hat û bi hêrs got: “Serokê we Dr. Qasimlo îro ji Mehabadê reviya ye”. Ez gellek hêrs bûm, xort û xwîngerm bûm. Min got: “Serokê min ji ber dijmin tu car nareve, gava ku di sala 1968’an de leşkerê we ketibû Pragê jî nereviya. Ger terka Mehabadê kiribe, derketiye serê çiya ku ji şerê zirar nede jin û zarokan, bajarê Mehabadê ku bo me miqedes e”.

Prîmakov heyrî ma ku ez bê tirs wisa bersiva wî didim û got: “Prof. Qanatê Kurdo – ku wûsa dîyar bû şêwirmendê wî bû – hertim digot ku Kurd mêr û serhişk in, lê min bawer nedikir ku wek dîna ser hişk bin. Tu li vir, van rojan bê vîza dimînî û cezaya vê yekê li vir mezin e, serî da tu Kurdên hemwelatîyê me organîze dikî ku telegraman bişînin me û rojnameyan û tu tê heta Polîtburoyê û serda jî hêrs û nerehet dibî. Madem tu wusa mêr î, ezê destûrê bidim bo derketina te ji Sovyetê û ger te serokê xwe dît, jê re bibêje ku emê nehêlin ku “TUDEH” îdî dûbendiyê têxe nav partiya wî.

Roja dinê ez çûm polîsa bêganeyan û Efan li derva li nav parkê de ma ku bizanibe ka ewê min bigrin û têxin zindanê yan rastî ewê destûr bidin ku ez ji Sovyetê derkevim. Gava ku ez ketim navenda Polîsa begenayan û min pasaportê xwe nîşan da, min raste rast birin ba berpirsîyarê navenda Polîsa bêganeyên Sovyetê, camêr li pasaportê min nihêrt, li min nihêrt û pirs kir; ”tu dîn î? li welatê me de qaçax digerî û diçî ta Politburoyê?” Min got; ez ne dîn im, ez li dijî faşîzma tirkan û Îranê şer dikim! Ma tu dîn bûyî gava ku te li dijî Hîtler şer dikir? Ji ber ku min dît li ser sîngê wî de çend stêrk hene û roşen bû ku ew stêrk bo mêrxasîya wî li şerê Hîtler de dane wî! Ji cîyê xwe rabû ber bi min de hat, destê xwe danî ser milê min got; ”Ne tenê qaçaxî, lê pasaporta te jî sexte ye”. Min got; “Ne rast e, pasaporta min ne sexte ye, lê ev 7 sal in ji berku li welatekî Komunîst wek Çekoslovakya de wek xwendekarekî Kurd dijîm, nikarim herim sefareta tirkan û pasaportê bidim dirêj kirin. Kenîya, got ”Tu mêr î, çend rojê din dixwazî li Sovyet bimînî?”. Min hesabê her tiştî kiribû, lê hesabê sûalekî wêsa nekiribû! Min got 3 roj û gazî karmendê xwe kir, li cî da destura derketina min ji Sovyetê dan, me xatir ji hev xwest, derketim derva çûm alî parka ku Efan bibînim û mizgînîyê bidim wî jî. 3 rojê dine jî me kar kir û vegerîyam Pragê.

Ez ji wir çûm Parîsê. Şer li Kurdistana Rojhilat giran bibû. Serokê Enstîtuyê Kendal Nezan bûbû yek ji nûnerên Dr. Qasimlo li Ewrûpa, yê din xanima Dr. Qasimlo Helena û birazîyê wî Dr. Hasan Şetawî bûn û dest bi weşandina kovareke mehane li ser Kurdistana Rojhilat bi Firansizî derdixist bi navê “Curiere du Kurdistan Iraniene”. Min beşdarî di van xebatên wan de kir, lê min wek pizîşkekî – doktor – dizanibû ku ciyê min di kêleka birîndaran de, li enîya şer da ye. Min çendîn doktorên Kurd ji Almanya kom kirin û em çûn Cenevreyê, navenda Xaça Sor a Navneteweyî, ta ku em wan îqnayî alîkariyê bikin. Nebû. Xaça Sor a Navneteweyî tenê dikare li ser daxwaza daweta hikûmetan navendî alîkariyê bike. Ku ew jî ne mimkin bû ji ber ku dewleteke me tûnebû. Di dawiyê de ez û Helena Qasimlo çûn Almanya bi alîkariya pismamê Dr. Qasimlo, Dr. Hesen Şatawî bi dora 45 doktorên Kurd re civînek çê kir û xwest ku em bi dor herin Kurdistanê bo alîkariyê. Hemûyan ji min re soz dan ku ger ez herim, ew jî dê werin. Lê tu kes ji wan nehat. Ez û hevalê min yê Çek û Firansiz – Saziya Doktorên bê Sînor – em çûn Kurdistanê. Li şerê Senendecê (Sine), Bane, Qutor, Soma Biradost, Mirgewer, Tirgewer de bûm. Di vê navê de li Tirkiyê leşker hatin ser hikum – 11’ê Îlona 1980- û hevalên me ên doktorên Firansiz li Wanê bê sûc girtin û birin zîndanên Diyarbekirê, yanî îdî îmkana hatina wan li ser Tirkiyê nemabû û aqibet şerê Îraq û Îranê dest pê kir, wan jî rêya Îraqê girtin. Ez mecbûr mam piştî çend mehan ji Îranê derkevim werim Ewropa bo ji nû ve organîzekirina doktor û dermanan. Min gellek ceriband, lê îdî riya vegerê nemabû, yan jî hinek “rewşenbîr” nexwestin ku ez vegerim…

Çawa bû ku we dest bi xwendina akademîk û xebat di warê aboriyê de kir? Xebat û çalakiyên we yên vê der barê de çi ne?

Di sala 1973’an de Mihemed Muhtedî, Mirhem Yîgît – berpirsiyarê Radyoya Mezopotamya – ez, Hecî Ehmedî û Cuma, me koma xebat û hînbûnê saz kiribû. Ez wê demê 20 salî bûm. Mihemed û yên din ji min mezintir bûn. Em heftê carekê du caran diciviyan û herkes ji şaxa xwendina xwe semînarek dirust dikir bo me. Ciyê civînên me odayên xaniyê xwendekaran bû. Tê bîra min, min li ser teoriya “Darwin” semînar dirust dikir. Mirhem Yîgît li ser teoriya sosyalîzmê. Mihemed Muhtedî ku di zanîngeha Dr. Qasimlo de aborî xwendibû û xilas kiribû, li ser aboriyê semînar bo me dida. Cara pêşîn naskirina min a aboriyê bi vê minasebetê bû. Lê dawiyê ku ez ketim nav heval û hogirên Dr. Qasimlo – ku hemû aborînasên herî navdar bûn – jiyana min bû dû perçe: aborî û tendirustî. Di dawiyê de min rêya hînbûna aboriyê bi metodên zanistî, Dr. Qasimlo ji min re vekir. Bi sebir û bi evîn.

Tiştê girîng ku jê hîn bûm ku bingeha her sîstema aborî ye. Çiqas di dîrokê de li hinek deman de îdeolojî derketibe ber aboriyê jî, ew derketineke zorane bû. Bê çareserkirina pirsên aborî tu civakek nameşe, pêşde naçe. Bo pêşdaçûyîna aboriyê, şertê bingehîn beşdarbûna hemwelatiyan di nav îdare û mekanîzmayên aborî ne. Ev beşdarbûn jî bi xwe re demokrasiyê tîne. Dewlet tu car nabe demokrat, heger saziyên civakî û aborî nebin demokrat. Yanî demokrasî ji jor nayê jêr, lê ji jêr diçe jor.

Di kargehekê de demokrasî tune be, xebatkar beşdarê îdarê nebin, demokrasî jî nabe, ku demokrasî nebe, pêşdaçûyîna têkuz û xurt û berfireh jî çê nabe.

Hûn dikarin hinek li ser bîranînên xwe bi Dr. Qasimlo re biaxivin?

Rehmetî hertim rûken bû. Esilzade bû, esilzadetî di hebûna wî de hebû. Di sala 1975-1976’an de, me hevûdin di hinek qehwexaneyên Pragê de didît – ji ber ku di derdora mala wî de hergav polîs hebûn. Kîjan roja me dê hevdu di kîjan qehwê da bidîtiba, berê de me tesbît dikir ku em bi telefonê re xeber nedin. Yanî hevdîtinên me “dizî” pêk dihat, lê rehmetî tim rûken, rehet bû, wekî ku em di qehwexaneyên Parîsê yan Mahabadê de bin. Di nav şer de jî wusa rehet û rûken, serê çiya de jî. Mezyeta herî xweş -ku di serokên Kurdan de yan nîne yan jî kêm e – jî mutewazî bû, nefs piçûk bû.

Di jîna xwe de, di nav ewqas serokên Ewropî ku min nas kirin, du kes wek rehmetî bûn: “Willy Brandt” û “Şîmon Peres”. Lê farqa wan û Dr. Qasimlo ew bû ku Dr. Qasimlo hergav rûken bû…

We cara dawî kengê Dr. Qasimlo dît? Bawer dikim ya sala 1986 yan jî 1987 bû. Niha pêwendiyên we bi malbata Dr. Qasimlo re çawa ne?

Demekê – di salên 80 – de em ji aliyê cografyayê de ji hev dûr ketibûn. Keçên wî, Hîva û Mîna Xan bi malbatên xwe re li Swêdê dijiyan, Nesrîn Xan li Parîsê û ez li Almanya. Lê piştî hilweşandina Komunîzmê (1990) em tevde vegeriyan Pragê. Sala berê daweta nevîyê Dr. Qasimlo me li mala min de çêkir, piştê dawetê Nesrîn (Helene) Xan çû Parîsê. Em dost-hevalên hev yên dehsalan in. Dostaniya wusa ya dehsalan di jiyana mirov de kêm e. Me salên zehmet di bin zilma rejîma komunîst de dîtiye, bi hev re di xerîbiyê de jiyane… .

Di 18’ehemîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de, we çi gotinek heye?

Heviya min ew e ku gelê Kurd ji mezinên xwe re, dewlemendiya manewî ya xwe re xwedî derkeve. Kesayetiyên wek Dr. Qasimlo di sedsalekê de dû-sê caran peyda dibin, an nabin. Berpirsiyariya bilindkirina armanc û ramanên wî – ku hêj jî nemir in – li ser neslên nû de ye. Mezin bi gelê xwe, gel bi mezinên xwe mezin dibin.

– Dr. Yekta, Spas ku we dema xwe da me.

– Ez spasiya we dikim ku hûn ji mezinên xwe re, ji qîmetên manevî yên gelê Kurd re xwedî derdikevin.

Di wêne da: Dr. Yekta Uzunoglu bi rezadilî wek bijîşk li Kurdistana Rohilatê, birînên pêşmergeyên qehreman dikewîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev