Îran û Tirkîye serkêşên terorê ne!

Îran û Tirkîye serkêşên terorê ne!

Şeyhmus Özzengin

 

Di Rojhilata Naverast de du aktorên herêmî hene, ku herdû jî dijminên Kurd û Kurdistanê ne. Yek ji van aktoran Îran, yê din jî Tirkîye ye.

Îran, hemû hêzên terorê yên herêmê xwedî dike, pirbiçek dike.

Îran, serkêşê terora herêmê bi xwe ye.

Di herêmê de çekên ku di destê şîe yên Yemen, Lîbya, Qatar, İraq û Hizbillaha Libnanê de hene, çekên Îranê ne.

Îro Hizbillah, bi çekên ku di dest de hene, li herêmê, di şerê navxwe yê Sûriyê de, li ser Îsraîl gefxwarinek gewre ye ji bona asayîşa navçeyê.

Herkes baş dizane ku Îran çek û pereyên Hizbillah û van hêzên ku bi Îran re têkildar in, dide.

Ji Cereblus bigire, heta El Bab û Efrîn di bin dagirkerîya Tirkîye de ye. Tirkîye, hin bi hêzên terorê yên li van deverên Başûrê Rojavayê Kurdistanê û Minbic û Reqayê re têkildar e. Hin bi çek û peran van hêzan xwedî dike û wek Îran ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar tîne.

Arteşa Tirkiyeyê, artêşek tehdîtkar e û ji gelek bajarên cûda yên Tirkîyeyê, hejmareke zêde leşkerên xwe yên taybet, çek û teqemenî û wesaîtên zirxpoş rêdike sînorên Başûrê Rojavayê Kurdistanê.

Tirkîye, li Cerablus û Efrîn, demografîya van bajaran li gor armanc û berjewendîyên xwe diguhere. Li van bajarên Kurdistanê hemû karesatên dagirkerî bikar tîne. Bi zilm û zordarîya xwe van bajarên Kurdistanê wêran dike û raya giştî ya cîhanê jî bêdeng temaşe dike. Sebebek ji vê jî bêtifaqî û çewtîya tevgera Kurd, tifaqên seqet li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev rewşa tevgera Kurd rê dide ku Tirkîye rehet meramên xwe bicîh bîne.

Tirkîye li herêmê, ji bona destkevtinên kurdan tehdîdek mezin e.

Hin Tirkîye û hin jî Îran, bi hev re hevalbendên Rusyayê ne.

Di eynî enîyê de tevdigerin û armanca yekem a bi hev re tevdegerîna vê enîyê, pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan e. Ev enî, bi serkêşîya Rusya hatîye damezirandin û di nav vê enîyê de Îran, Tirkîye û Sûrîye li ser esasên dijminatîya Kurdan, bi hev re cîh girtine.

Tevgera Kurd û kurdistanî nikare bi van hêzan re tevbigere û destkevtinên xwe biparêze. Ji ber ku PKK bi Rusya, Sûrîye û Îran re tevdigere; PKK, di herêmê de sebebê wendakirina pir hewlên netewî ye. Bandora PKK li ser Başûrê Rojavayê Kurdistanê zîyanek mezin dide tevgera vî beşê Kurdistanê. PKK, Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji bona armancên xwe yên îdeolojîk û karesatên wekaleta şer bikar tîne. Vî beşê Kurdistanê ji bona armancên xwe dike qurban.

Ji bona kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, gava yekem ew e ku; li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, di nav xwe de tifaqet netewî ava bikin. Hêzên xwe yên çekdar, ji bandora şerê wekaletê, partî û îdeolojîyan biparêzin û li ser esasên netewî, di bin artêşa netewî de bicivînin û birêkûpêk bikin. Divê roj berî rojê, Hêzên YPG û Pêşmergên Roj di bin ewlekarîya hêzên netewî de, ji bandora hizbayetî dûr, bên birêkûpêkkirin.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku Kurd negihêjin asta siyaseteke netewî û yekrêzî, nikarin hevpar beşdarî danûstendinên giftûgoyên makezagona Sûrîye bibin û bibin beşek ji beşdarên civînên Cenewre.

Eynî armanc, li Başûrê Kurdistanê jî derdikeve ber me. Divê hêzên Pêşmergan ji bandora partîyan rizgar bibin û wek hêzên ewlekarîya Kurdistanê bên birêkûpêkkirin. Heta ku hêzên Pêşmergan di bin bandora berjewendîyên hizbayetî de be, rêzgirtinek siyasî û tifaqek netewî dernakeve holê, ev rewş wê her bingeha xîyanetê xwedî bike. Sebeba ku ev 6 meh e hikûmetek millî nayê avakirin, yek jê ev e. Divê roj berî rojê pêşî li vê xeterîyê bêt girtin ku berjewendîperest û xîyanetkar ji vê rewşê hêzê negirin.

Divê Kurd li Rojhilata Naverast, di nav tifaqên nû de cîhê xwe bigirin û li dij vê enîya dijraberî kurdan, xwedî helwest bin. Ji bona ku Kurd vê rolê netewî bigire ser xwe jî, divê yekem gav divêtîyên netewî bîne cîh.

Di herêmê de her gava li dij Îran û Tirkîye bêt avêtin, di berjewendîyên Kurdan de ye û divê Kurd yekgirtî, bi programek netewî, kurdistanî, di nav van gavan de cîhê xwe bigirin.

Rêzgirtinek netewî bingeha parastina destkevtinên netewî bi xwe ye. Divê ev bibe bingeh ji siyaseta Kurdan re.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev