Pêşmerge bi temamî dibe hêzek niştimanî

Pêşmerge bi temamî dibe hêzek niştimanî

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) diltenahîyê dide Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Bizava Gorraê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge. Şêx Ceifer Mustefa, fermandeyê hêzên 70 yê YNKyê û endamê Mekteba Sîyasîya wê partîyê bi Kurdistan24 re ragehand: Di kabîneya dahatî de hêzên Pêşmerge bi temamî yekdigirin û dibin hêzeka nîştîmanî.

Berê jî Birîtanîya, Elmanîya û Emerîkayê pirojeyeka çaksazîyê pêşkeş kiribûn bo hêzên Pêşmerge. Serkonsûlê giştîyê Birîtanîyayê daxwaz dike kabîneya nû zû bihêt pêkanîn; dakû Pêşmerge bihê yekxistin û evê kabîneyê bi kabîneya delîve nawaz nav dibe.

Yek ji xalên rêkkevtinê di navbera PDK, YNK û Gorranê de, pirsa yekxistin û bi niştîmaîkirina hêzên Pêşmerge ye. Ev pirs ku nîva bersivê li ba YNKye û di dema rêkkevtina PDK û YNKyê de jî bi ti awayekê nehat behiskirin. Niha ku hêzên Hevpeymanan programek bo rêkvexistin û yekxistina hêzên Pêşmerge heye, serkirdeyekê YNKyê behsa wê yekê dike ku ew program di kabîneya dahatî de bicihkirina wê temam dibe û digehe encam.

Birîtanîya, Elmanîya û Emerîka bi hev re serperiştîya programa çaksazîya Pêşmerge dikin, wek serkonsûlê giştîyê Birîtanyayê gotî, encamdana çaksazîyê pêdivî bi lezkirinê ye di pêkanîna hikumetê de.

Serkonsûlê giştîyê Birîtanîyayê li Herêma Kurdistanê dibêje: Pêdivî ye hikumet zû bihê pêkanîn. Hikumet anku hukimkirin û xizmetkirin e. Nabe zêdetir dem bihê ji destdan. Em weku Birîtanîya tenê dikarîn şîreta alîyên Kurdistanî bikîn da ku evê pirsê bi lez temam bikin. Evê kabîneyê delîveyên nawaze û pir giring tê de heye û delîveyên giring jî dixe pêş gelê Kurdistanê da ku çaksazîyê di hikumet û hêzên Pêşmerge de encam bide.

Herweha got: Em piştîvanîya Rêveberîya Çaksazîya wezareta Pêşmerge dikîn û di hikumeta dahatî jî de bi armanca yekxistin û reformê, di hemû waran de em berdewam dibîn û piştîvanîya evê programê dikîn. Di vê pirsê de jî erkê kabîneya nû ew e ku karên xwe bi leztir birêve bibe.

Weha dîyar e hêj rêyek dûr û dirêj li pêşîya yekvegirtina hêzên Pêşmerge maye, çunku projeya Hevpeymanan  bo çaksazîyê di wezareta Pêşmerge de, ku ji 35 pêngavan pêk dihê, heya niha tenê 13 pêngav jê hatîne bicihkirin.

https://rojevakurd.com/pesmerge-bi-temami-dibe-hezek-nistimani/?fbclid=IwAR05XMDSUUbeAioVOZHPOlyGN1d96-rdNj3EPwg6Qmxq4eFm0LSnzK31j2g

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev