PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -1

PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -1

Nivîskarê me lêkolîneke balkêş ser çend babetan kirîye û bi taybet ji malpera me ra şandîye. Nivîs çiqas dirêj be jî, ewqas xweş û bi zanyarî îzbatkirî, bi tama folkora me va xemilî, bi hayadarbûna jîyana gelê me va gulvedayî ye.

A here giring jî: heta  di nav gelê me da xortên wek nivîskarê me zane, xwendî, welatparêz hebin, hêvîya xwe bi paşeroja me a bi gulan da xemilandî xurt bikin.

Malpera me biryar kir vê nivîsa delal bike 4 beşan û çar rojan dû hev çap bike. Fermo, îro beşa pêşin bixwînin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Kurte

 

Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her sê jinan nemaze di nav wêjeya Rojhilat de gelek berbelav e û bi navên Sîawûş û Sûdabe, Zembîlfiroş û Gulxatûn û Yûsif û Zuleyxayê navdar in. Tiştê ku bala meriv dikişîne û çîroka wan ji rêzê derdixe ew e ku yên sewdaser dibin û pey dilketiyên xwe har û dîn dibin ne mêr in, jin in û jinên bimêr in. Ev mijar çawa bûye behsa wêjeya Rojhilatî helbet di nav wêje û zargotina kurdan de jî cihê xwe girtiye û gelek şêweyan hatiye honandin. Em ê di vê xebatê de hewl bidin behsa van her sê kesan bikin û hevbeşîya wan raxin ber çavan. Ji bo ronîkirina mijarê helbet em ê pala xwe bidin nimûneyn zargotina kurdî.

 

Destpêk

 

Di mîtolojî û efsaneyan de dinyayeke sembolîk û îdeal tê şayesandin. Ev dîyarde di çîrok û destanan de jî derdikeve pêş me. Gelek bûyerên rojane dibin mijara van çîrokan, ev bûyer wekî pergaleke fêrbûna dinya, mirov û hebûnê dihatin bikaranîn. Gelek diyardeyên civakî, kesayetî û derûnî bûne mijara van çîrokan wekî sewdaserî, qencî-xirabî, dirûstî(şîrhelalî)-mixenetî, nefspiçûkî-quretî û hwd. Ev diyarde bi kesayetan hatine temsîlkirin. Diyardeya sewdaserî, pakî-qencî, şîrhelalî, nefspiçûkî babeta vê lekolînê ye û bi şexsê sê kesan de em ê binêrin ka ev mijar çawa hatiye honandin.

 

Sewdaserî seranserê dinyayê mijara gelek çîrokan xemilandiye, em dikarin bêjin ku ev mijar herî zêde di nav çanda rojhilata navîn de derketiye pêş. Hema bêje di hemû çîrokan de yê sewdaser dibe û pey dilketiya xwe dikeve helbet mêr e; carcaran Qeys (Mecnûn) carcaran Ferhat, carcaran Mem û hwd. Ev kesên sewdaser dibin her du jî ezep in. Ew kesan kêmcaran digihîjin mirazê xwe. Lehengên mêr pey dilketiyên xwe, wek Qeys har û dîn dibin û çola dikevin, wek Mem dikevin pey cih û warên xewna şevan û dikevin rê û dirbên çûn û nehatê. Carcaran jî wek Ferhat şert û mercên gelek giran wan tê barkirin ku ne karê mirovan e. Ev motifeke gerdûnîye. Berevajî vê yekê li ser mêran dîn û harbûna jinan herçiqasî diyardeyekî asayî be jî, ji ber şert û mercên civakû û bendewariyên civakî û exlaqî, ne motîfeke ewqasî berbelav e. Ev motîf di nav wêje û zargotina Rojhilata Navîn de, helbet di nav zargotina Kurdan de, herî zêde û baş di şexsê Zulêyxa, Sûdabe û Gulxatûnê de hatiye derbirîn. Derbirîneke civakî, exlaqî û derûnî ye û em dikarin bibêjin ku li ser rikberiya rûhanî û nefsaniyê hatiye avakirin.

 

Sewdaserbûna sê jinên bimêr û xwesteka dilê wan ku sê mêrên çeleng û bedew, bûye mijara wêje, zargotin û çîrokên mîtolojîk, olî, zargotinî û wêjeyî. Berevajî motifa sewdaseriya ji rêzê ango ya mêran li ser jinan, ev mijareke kûr û girêkî ye. Dîsa berevajî sewdaseriya yekemîn, di ya duyemîn de sewdaserî ne li gorî dualiyan e, sewdaser yek alîye û li gor pîvanên van her sê zilaman an jî li gor pîvanên exlaqî, civakî û olî tiştekî nerewa ye loma lehengên mêr heta dest wan hatiye dij vê tekiliyê rawestiyane. Tiştek balkêş jî ev e ku jin neçûne li ber piyên mêran, mêr hatine ketine tora wan. Sîawûş piştî gelek salên dûrî mala bavê xwe, tê dikeve tora Sûdabeyê, Yûsif ji Kenanê derdikeve di xortaniya xwe de dibe bendeyê Zuleyxayê û di mala wî de dikeve tora wê, dîsa Zembîlfiroş jî di mala Mîr û Gulxatûnê de dikeve tor û dafika Gulxatûnê. Jin xwedîhêz in, cihê wan koşk û seray in, desthilat in loma karîbûne bi asanî dest bavêjine bendeyên xwe û bêyî ku kesî şerm bikin û bitirsin. Helbet ji ber bedewî û çelengiya van her sê zilaman, agirê dilê wan serê wan gêj kiriye û ji bo gihîştina miraz û meremên xwe çi ji dest wan hatiye texsîr nekirine. Bo nimûne “Piştî ku Zuleyxa, Yûsif li bazarê dîtî û ew bi mêrê xwe daye kirîn, ev çalaktiya wê zêdetir diherikit heyecana seyra çîrokê bilindtir diket. Lewra ew bi çavên korê di riya Yûsifî de her tiştî diket…Wexta ku Yûsif hatiye seraya ‘Ezîzî, Zuleyxa ji deverên dûrhostayên şaraza didete înandin û dest bi çêkirina koşkekê diket. Di çirokê de ev wek “xaniyê heftê/xaneyê heftum” derbas dibit ku Zuleyxa di wê de heft odeyên li pişt heft deriyan didete çêkirin. Ji Çînê neqqaş û ressaman didête înandin û li ser dîwarên wan odeyan teswîr û weneyên eşq û evînya xwe û Yûsifî didete neqşkirin (Geverî, 2013; 83)

 

Em dikarin bibêjin ku van her sê jinan ya herî curetkar û wêrek hema bêje Gulxatûn e. Merem û nêta dilê xwe Zembîlfiroş re bê perde û rûpoş, bi asanî eşkere dike û dibêje ku;

 

“tu hem şayî, hem şevbihêr,

ev e ji te ra bazar û xêr” û di pêş de diçe;

 

“Lawikê nezan tu çima şermîn î?

Silav bike memikên zêrînî

Tu ê xêrê ji wan bibînî

Te ez bi dil can va birim

Te nebînin ez dimirim …”

 

“Tu kêf bike kêfa mezin

Bira gunê te ji min bixwazin

Lawiko were ser şekir û sêvan

Wan bimije bi dev û lêvan

Sîng û berê min ji te ra meydan,

Li ser sîwar be bajo heyran.”

(Destnivîsa Qanatê Kurdo, Vdg. Samûr;2015; 222)

 

Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê lehengên qenc, şîrhelal û xwedîîffet in ku dest neavîtine xirabiyê û ji ber vê yekê jî cirm li wan hatiye kirin. Qedera van her sê kesan jî hema bêje wekî hev e. Sîawûş destê dêmariya xwe, Zembîlfiroş destê jinmîrê û Yûsif jî destê jina melîk û xwedîyê xwe (ew jî tê hesibîn wekî dêmarî[1]) dikeve tengasiyê û cezakirinê ji rêderketinê çêtir dibînin û nakevin nava fêl û lîstikên wan jinan. Ev her sê kes sembola pakî, qencî, nefpakî û îffetê ne. Sîawûş ji ber ku destê Rostemê Zal hatiye mezinkirin û perwerde kirin, çîroka wî derbasî zargotina kurdan jî bûye û di nav şaxên destanên Rostem de cihê wî yê taybet û birûmet jî heye. Bêgunehiya wî û kuştina wî ya neheqî bi xwe re her sal ji bo wî merasîma şîngirtinê jî anîye. Her wisa pakî û dirûstiya Zembîlfiroş û Yûsif jî û bobelatên hatine serê wan ev her sê kesan di nav efsaneyan de, di nav bûyerên dilsar û xemgîn de bicî dike. Zembîlfiroş jixwe destaneke xwerû kurdî ye û vê motifê pir baş dihonîne. Em dikarin bibêjin ku di vî hêlê de mînaka herî balkêş e. Çîroka Yûsif herçiqasî çîrokeke Îbranî û dînî be jî çawa di nav zargotin û edebiyata miletên Rojhilatî de hatiye honandin helbet ev çîrok bûye mijara edebiyat û zargotina kurdî jî. Di nav van her sê kesan de yê herî xweşbext helbet Yûsif e ku axiriya wî ne mirin e. Sîawûş cih û warê xwe diterikîne û axir dikeve ber xezeba Efrasiyab û serê wî tê jêkirin. Derheqê Zembîlfiroş de agahiyên dîrokî nîn in. Lê li gor çend guhertoyên zargotinî Mîr mixenetiya jina xwe dihese û her çiqasî Zembîlfiroş bêguneh be jî mirin dibe para wî jî.

 

Xwedî nefsekî pakî bûn, dilpakî û xwedîîffetbûnê mijareke berbelav e. Îffet û nefspiçûkî herî zêde jina hatiye xwestin ku jin sembola namûsê hatine hesibîn. Berevajî vê yekê nehatiye payîn ku mêr ew qasî girêdayî vê xeysetê bibin. Loma mijara nefspakiya mêran pir kêm hatiye honandin û çîrokên mêrên nefspak û xwedîîffetê bûne babeta heyirînê. Wekî di hemû çîrokên qedîm û yên nûjen de mêr pey jinan dikevin û dibin dildar, ne jin. Mêr dixwazin jin jî yên tên xwestinê ne. Lê di van her sê çîrokan de yên tên xwestin mêr in. Ew jinên ku pey van mêran ketine û derî edet û toreyan tevgeriyane û şer û buxtan avîtine mêran, li gor bendewariyên civakê divê bihatana cezakirin û em dibînin ku Sûdabe ji ber kirina xwe tê kuştin, Gulxatûn çola dikeve û Zuleyxa jî çola dikeve û axir parsekiyê dike. Li gor çend guhartoyên çiroka Yûsif, bi marîfeta Cebraîl Zuleyxa dîsa vedigere emrê xwe yê ciwan û dibe keçeke xweşik û Yûsif wê mar dike. Li gor çend guhartoyan, dawiyê Gulxatûn jî digihije mirazê xwe û Zembîlfiroş wê jî wek hêwî mar dike. Di van şexsan de pir eşkere ye ku kesê herî bêbext Sîawûş e ku di xortaniya xwe de ji ber destdirêjî û xezeba dêmariya xwe, bêrehmiya bavê xwe û bêbextiya xezûrê xwe Efrasîyab, dibe qurbanî.

 

Riataza

 

[1] Taberî behs dike ku melîkê Misrê Atfîr, Yûsif dikire û Yûsif sêzdeh salan di mala wî de dinîme û wî ne wek bendeyekî wekî lawekî xwe dihewînin. Dîsa Taberî behs dike ku navê jina Atfîr “Raîl” bûye. Ev jî tê hesabê dêmariya Yûsif.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev