PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -2

PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -2

Nivîskarê me lêkolîneke balkêş ser çend babetan kirîye û bi taybet ji malpera me ra şandîye. Nivîs çiqas dirêj be jî, ewqas xweş û bi zanyarî îzbatkirî, bi tama folkora me va xemilî, bi hayadarbûna jîyana gelê me va gulvedayî ye.

A here giring jî: heta  di nav gelê me da xortên wek nivîskarê me zane, xwendî, welatparêz hebin, hêvîya xwe bi paşeroja me a bi gulan da xemilandî xurt bikin.

Malpera me biryar kir vê nivîsa delal bike 4 beşan û çar rojan dû hev çap bike. Me duh beşa pêşin çap kir. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Xwîna ku di Gumgumê de dikele: Sîawûş

 

Sîawûs di dîrok û mîtolojiya Îrana qedîm de lehengekî giring e û ji binemala Keyanîyan kurê Key Kawûs e. Dîya wî jineke Tûrani ye ku xizmê pelewan Gersîvez e. Di Avestayê de navê wî Sîyaverşen e ku maneya wê, xwedî hepsên reş e. Di zimanê Pehlewî de navê wî wek Sîyavûsh an jî Sîyavehş tê bilêv kirin. Paşê jî ev nava wekî Sîyavûş hatiye bilêv kirin û di zargotina kurdan de wekî Syawûş hatiye zanîn. Kelayeke mezin û zexm, bi navê Sîyavûş-gird, an jî Sîavûş-kerd ava kiriye. Li gor efsaneyan ev kela ji destê Sîawûş li ser serê cinan hatiye avakirin û paşê kurê wî Key Xisro ev kela daxistiye erdê û bicî kiriye. Sîawûş merivekî xwedî hêz û xwedî qudreteke bilind bûye. Sîawûş nebûye padîşah û wekî mirazqurmiçî di navbera bavê xwe û Efresiyab de maye. Li gor zanyariyan B.Z. di sedsala 6an de jiyaye. Lê kurê wî Şahê Îranê yê herî navdar e. Kurê wî Key Xisro (Kûraşê II.) B.Z. di nav salên 559-529 an de bûye desthilat. Ango sî salî hukim kiriye. Ji ber ku neheqî lê hatiye kirin û mirineke xedar bûye para wî bûye kesayetiyeke mîtîk û efsaneyî. Em dikarin bibêjin ku qedera Sîawûş bi destê Sûdabeyê hatiye xêz kirin. Ger Sûdabe nîn bûya, navê Sîawûş jî nedikete nav çîrok û efsaneyan.

 

Kesên ku herî zêde derheqê Sîawûş de agahî dane Firdewsî û Taberî ne (P.Z. 839). Li gor Şahnameyê û tarîxa Taberî destana Sîawûş wisa ye; Bavê Sîawûş Key Kawûs şahekî nezan, serhişk, bêpergal û qure bûye. “ Rojekê, kurekî wî bû ku ji aliyê bedewî, bejn û bal, rû-rûçik û bêkêmasiyê de bêrikber bû. Bavê, navê Sîyavahş lêkir” (Taberî;729). Kurê xwe yê heft salî, Sîawûş dide ber destê pelewanê xwe yê navdar Rostem. Sîawûş berdestê Rostem mezin dibe û dibe pelewanekî mêrxas û zana. Rostem wî wekî kurê xwe dihewîne û bi vî şiklî perwerde dike. Dadokên herî baş wî dimijînin û dielimînin. Siwarekî çak jê derdikeve. Rostem wî dielimîne wêje û rabûn-rûniştinê û dibe stara Sîawûş ku piştî kuştina wî tola wî bi destê xwe ji Efrasiyab distîne.

 

Piştî çend salan Sîawûş vedigere mala bavê xwe. Sîawûş êdî ne zarok e, xortekî çeleng û lihevhatiye û şarezayê gelek tişta ye. Li gor gotinan, piştî mirina diya wî, Key Kawus qîza şahê Hemeweranê, li gor çend zanyariyan jî qîza Efresîyab, Sûdabeyê wek jin tîne. Li gor Taberî Sûdabe(Sûzabe) pîrekeke sêhrbaz bûye. Piştî vegera Sîawûş dilê dêmariya wî, Sûdabeyê dikeve Sîawûş. Ji ber ku Sîawûş merivekî pak û xwedî şermê ye, rû nade dêmariya xwe û wê dilomîne. Sûdabe nagihîje armanca xwe û gelekî diqehire loma şer davêje wî ku çav berdaye dêmariya xwe. Giliyê wî li bal şah dike û şah lê sor dike. Li gor edetan divê Sîawûş pakbûna xwe ispat bikira. Diviyabû, Sîawûş li ser hespê xwe, di nav agirekî gur re derbas bûya ku pakbûn û edebiya xwe ispat bikira û ev yek jî kiriye û êgir bi sax û silamet filitiye.[1] Lê belê Sûdabe dîsa jî dev jê bernedaye. Ji ber ku Sîawûş xwestiye, xwe, xwestek, rik û kîna Sûdabe dûr bixe, rizadilî diçe şerê li hember Efrasîyabê. Efrasîyab ji ber mêranî û mêrxasiya wî diheyire û dawa lihevhatinê jê dike. Sîawûş dawa lihevhatinê qebûl dike lê Key Kawûs vê yekê ne qayîl e, loma Sîawûş jê diqehire. “Ji ber ku ji alîyê Efrasîyab hemû şert û mercên wî pêkhatine, nabe ku belesebeb bavêje ser, ev yeka bêrêzi ye, loma neavîtiye ser Efrasîyab. Sîawûş dizanibû ku sebeba vê şerê Sûdabeye ku xwestibû wî rê derbixe û mixenetîyê şah re bike” (Taberi, 730). Piştî vê yekê Sîawûş diçe bal Efrasîyab binecî dibe. Efrasîyab qîza xwe Firingîsê û pelewanê wî Pîran jî qîza xwe Cerîreyê wekî jin didin wî. Bi destûra Efrasiyab li bajarê Hotenê bi navê Gengdij(Sîyaviş-gird) kelayekê ava dike û maîyeta xwe di kelayê de bicî dike û êdî rojên xwe li wir derbas dike. Efrasîyab birayê xwe yê bi navê Gersîvez jî dişîne ba Sîawûş ku derheqê hewldanên Sîawûş de agahîyan bide wî. Gersîvez çavreşî û hesûdiya Sîawûş dikir û dixwest ku Sîawûş ber çavê Efrasîyab reş bike û ev firsend jî ketibû destê wî. Der heqê Sîawûş de xeberên derew û nerewa dişîne. Xwedêgiravî Sîawûş Rostem xwestiye ku bê û erdê Tûraniyan dagir bike. Xezeba Efrasiyab li ser Sîawûş radibe û fermana serjêkirina Sîawûş tê dayîn.

 

Li gor Taberî Sîawûş bi exlaq û sernermiya xwe, aqil û jîrbûna xwe, çaksîwarî û zîrekiya xwe ve pêş ketibû. Ev yeka jî bû sedema hesûdî û çavreşîya zilamên Efresyab. Loma du kurên wî û birayê wî Kider bîn Fîşencan hewldan ku Efresiyan li ser sor bikin. Axir gihîştine armanca xwe jî û ew kesan Sîawûş dikujin (Taberi;732).

 

Xebera mirina Sîawûş wekî birûska kulê digihîje Îranê. Rostem, Sîawûş wek kurê xwe hewandibû, bi kuştina wî re gelekî diqehire û ji ber ku şer avîtibû ser Sîawûş û bûbû sebeba pevçûna bav û kur û bûbû sebeba mirina wî, berê ewil Sûdabeyê dikuje. Paşê erîşî ser Tûraniyan dike û welatê wan wêran dike. Piştî mirina Sîawûş ji Firingisê kurekî wî tê dinyayê. Firingîs, navê Xisro lê dike. Efrasiyab wî radestî şivanan dike ku haya wî ji malbavanê wî nîn be. Pelewanekî Îranê Gîvê Guderz piştî lêgerina heft salan rastî Xisro tê û wî bi dizî direvîne dibe Îranê û zirx û gurzê Sîawûş lê dike, hepsê Sîawûş sîwar dike û êdî Xisro dibe Key Xisro û bi alîkariya Rostem tola bavê xwe, ji Efrasîyab distîne.

 

Di nav zargotina kurdan de jî gelek çîrokên Sîawûş hene lê hemû nehatine tomar kirin. Hecîyê Cindî di vî derbarê de xebata herî berfireh amade kirîye. Ev bûyera mîtîk û dîrokî dirûvê kurdî wergirtiye û wekî çîrokekî heremî hatiye vegotin. Di berhevoka Heciyê Cindî de çîroka Sîawûş wisa ye;

 

“Cihê Îranê padşa heye. Navê padşê wan Kinkaûs e. Kurekî wî heye, navê wî Syawûş e. Padşa êvarê go:

– Syawûş, delal bike gazî, ku herçî xwe nav zîn bigirî, siyar bî, sibê em biçine seyranê.

Sibê rabûn çone seyranê, çone nava rê. Padşa bezbendê xwe bîr kir, gote kurê xwe:

– Syawûş here bezbendê min bîne. Roja bezbendê min ne li gel min be, şuxulê min nexêrê ye. Kurê wî zivirî hate mal. Dyake wî heye, dyak xort e, damarî, jinbab e. Ewê êdî dest avête Syawûş, gotê :

– Tu bêyî ba min.

Syawûş gotê: Tu dya min î, şuxulê wa ez nakim.

Jinikê go: Seba te min babê te stend. Wekî seba te nebe, min babê te nedistend.

Syawûş çawan kir, jinikê bela xwe jê venekir. Ew jî rabû kulmek devê jinikê da, dev li xûn kir. Êdî enirî, rabû ço. Penîk li qutîê da, qutî şkênand. Bezbendê babê xwe jê deranî, êdî ço riya dî. Diha riya babê xwe neçû.

Padşa ma êdî heta nîvro, kurê wî nehat, go: “Îro tiştek li mala min qewimîye lema kurê min nehat.” Edî go wezîrê xwe:

– Em vegerin, îro emê çine mal, roja me ne ya xêrê bû.

Êdî jina padşê rabû, xanîê xwe diheşê da reşkir, porê xwe giş kir, ser dêrî rûnişt heta padşa hat.

Padşa hat, got: Herê jinê ev çi li te qewimîye, te çi li xwe kirîye?

Go: Here sewîê kure xwe bipirse.

Êdî padşa go: Kurê min çi kirîye?

Go: Kurê te dewa namûsa te kirîye.

Êdî padşa zef enirî, go: Kurê min çawa dest bavê jina min? Êdî rabû gazîkir Gêvo, Tûzê Nevzer go: Rabin herin, li ku kurê min dibînin, kurê min bikujin. Cilê wî bi xûn kin, bo min bînin, ca behna min bête der.” (H. Cindî; 1978, 277 ) Lê belê dilê pelewanên Key Kawûs qayîl nabe ku Sîawûş bikujin loma destek kincê teze werdigirin û kincên Sîawûş re diguherin û xezalekê dikujin û kincê wî xwina xezalê didin û diçin radestî Key Kawûs dikin ku kurê wî kuştine. Sîawûş jî diçe Tûranê û li bal Efresyab dimîne. Lê belê pelewanê Efresyab, Hinan çavreşiyê lê dike û dixwaze ber çavê padşa wî reş bike û bide kuştin. Axir digihîje armanca xwe û serê Sîawûş dide jêkirin. Sîawûş berê mirina xwe temî dabû jina xwe Firingîsê ku xwina wî ji bavê xwe bixwaze bike gumgumekî. Firingîs xwina wî berhev dike, dike gumgumekî. Xwina Sîawûş gumgumê de keliya û keliya. Axirê Rostem kurê Sîawûş Key Xisro û dîya wî Firingîs dibine û serê xwînxarê Sîawûş jê dike û paşê xwina Sîawûş zelal dibe.”

 

Di şaxeke de jî Sîawûş ne kurê Key Kawûs e, birayê wezîrê wî Gevê Goderz e. Ji ber ku zarokekî pir bedew û xas bû, ber dilê Key Kawûs pir delal bû loma wî wekî kurê xwe hildibijêre. Dêmariya wî jî gelekî jê hez dikir. Dida ber pêsîrê xwe lê wexta ku Sîawûş mezin bû û bû mêrekî delal û çeleng, dêmariya wî nêta xwe xirab kir, dilê xwe berda yê. Xwest ku Sîawûş xwestina dilê wê bike û hev şabin. Lê belê Sîawûş ev yeka nepejirand û got: “ Go: Axir tu dya min î, tu jina padşê min î, namûsa me qebûl nake.” Lê jina padşê dev ji Sîawûş bernedaye. Tê gotin ku rojekê padşa û maîyeta xwe diçin neçîrê lê belê jina padşa bi meneya nexweşiyê, Sîawûş naşîne ku belkî xwesteka dilê xwe pê bide kirinê.

 

“Go: Bi ezet, celaletê Xwedê kim,

Tu vî şuxulî gel min nekî,

Ez ê serê te bidime birrîn.

Go: Min carekê gotîye, tu dya min î,

Ez ê vî şuxulî bi te ra nakim.

Jina padşê rabû çikir?

Derpê xwe qelaşt, çir-çir kir, avête li wê.

Kêfa xwe xirabkir, rûnişt li cihê xwe.

Êvarê padşa ji nêçîrê hat,

Gel jina xwe qisekir.

Jina wî xeber neda.

Padşê gotê: Qencê,

Çira bi min xeber nadî,

Çi qewimîye te?

Go: Te bîj (bîç) anî mala min.

Vê sibê hûn çûn nêçîrê,

Rabû destê xwe avête min.

Ez gel destê wî neçûm,

Derpê min hemû çir-çir kir, avêt.

Ez bênamûs kirim.

Yanê tu ê serê wî bavêjî,

Yan jî ez mala te da namînim.

Padşa bawer nekir, zane derew e.

Bêbextîyê jina wî dike.”

(H. Cindî, 1978; 300 )

 

Ev şaxên Sîawûş pir dişibin çîroka Misirî ya qedîm, Anûbîs û Bata yê. Di British Museumê de papîrûsek heye. Papîrûsa D’orbiney hatiye navkirin û bi destê nivîserê serayê, bi texmînan B.Z. di sala 1225an de hatiye nivîsin. Anûbîs û Bata du birane û û Anûbîs, Bata mezin kiriye. Anûbîs zewicî ye û jina wî dilê xwe berdaye tîyê xwe Batayê. Bata kar û barên birayê xwe birê dibe û cotkarekî zana û jêhatî ye û zilamekî nefspak û şîrhelal e. Rojekê wexta toxim reşandinê toximê wan xilas dibe û Anûbîs wî dişîne mal ku toxim bîne. Bata tê mal, jinbirayê xwe toxim dixwaze, jinbira ji ber ku serê xwe şedike dibêje bila bixwe here hilde. Bata sê çûval ce û du çûval genim xwe bar kiribû. Jina birayê wî heyra hêza wî dibe, kela wî dikele û dixwaze meremê dilê xwe bîne cî û evina xwe jê re eyan dike. Lê belê Bata vê yekê qebûl nake, wekî leoparekî har û dîn dibe û vê yekê tiştê herî xirabtir binav dike û dibêje ku “birayê min, min wekî zarokekî we xwedî û mezin kiriye, tu cara mixenetêyê pê re nakim, ev yeka guneheke mezin e” û paşê vedigere zeviyê. Jina Anûbîs ditirse ku Bata her tiştî merê wê re bibêje loma kiras û derpêyê xwe diçirîne û bi halekî pêrîşan benda Anûbîs dimîne. Wexta ku Anûbîs tê mal, wekî her roj jê re av nedaye ser, çirayên malê vênexistîye. Anûbîs dikeve şikê û wexta ku dikeve odê, jina xwe bi halekî pêrîşan û şerpeze dibîne û jinik jê re dibêje ku Bata destdirêjiya wê kiriye û xwestiye ku hev şabin û tede li wê kiriye. Jinik dixwaze ku Anûbîs, Bata bikuje. Ger wî nekuje ew ê bimire. Anûbîs radihêje rimekê û benda Bata dimîne û wexta ku Bata garanê tîne êxur, conegayek li pişt dêrî Anûbîs dibîne û Bata hişyar dike ku nekeve hundir û gava Bata rewşa birayê xwe dibîne, fehm dike ku jinbiraya wî îlave lê kiriye û ji destê Anûbîs direve. Ji xwedan Ra alîkariyê dixwaze. Ji nişka ve çemek di nav wan de peyda dibe û ji ber ku çem tijî tîmsah in Anûbîs nikare derbas bibe. Bata dilpakî û xweşhelaliya xwe jê re eyan dike û birayê xwe qanî dike. Bata lê gunehkar dike ku çawa ji ber tolazekê ku îlave ser wî da anîye, qesta birayê xwe dike? Bata ji ber ku şerekî (îftira) giran û sosret lê hatiye kirin, bi rima destê xwe mêraniya xwe jêdike û davêje avê û ji berçûyina xwinê, ji xwe diçe. Anûbîs gelekî ditirse ku birayê wî ê bimire û rondikan wekî teyrokê dibarîne. Lê êdî ê venegere malê. Anûbîs gelekî ber birayê xwe dikeve û wexta vedigere malê jina xwe dikuje û ji bo dirindeyan laşê wî davêje çolê. Ev çiroka helbet gelekî jî dişibe çiroka Yûsif jî. Jixwe heman erdê peyda bûne.

 

Di mîtolojîyê de Sîawûş wekî nimûneya bedewî, pakî û çakîyê ye. Dîsa nimûneya xwedînamûs û dilpakîyê ye. Her çiqasî ketibe tora dêmariya xwe Sûdabe jî dîsa destê xwe dirêjî bênamûsîyê nekiriye û loma hatiye ceza kirin. Sûdabe gefan Sîawûş dixwe ku jê re bibe yar, “Bala xwe bide min, bibêje, çima meneyan digerî ku rûyê xwe ji min badî? Ev bejn û bala min, rûçikê min qet naecibînî?…De were carekê agirê dilê min vemirîne, netirse, kes pê nahese. Were ku rojên xamatiya min bibexşîne min û geş bike. Eger gotinên min bikî, ez ê ji padşa zeftir text, tac û kuman te dim. Lê eger te ya min nekir, ez ê padşatiyê pozê te re bînim û dinya te têkim şevereş.”(Firdewsî;1992;472) Lê Sîawûş mirinê dide ber çavê xwe û Sûdabeyê re dibêje: “ Tu dixwazî ez bavê xwe re mixenetiyê bikim; ji mêrxasiyê, aqlê û exlaqê dûr kevim, ne. Na ev yek nabe… ” û çend şîretan lê dike, ev jî dibe qesasê serê wî.

 

Li gor salixan biharan dewsa xwîna wî ya pak ku bi neheqî hatiye rêtin, li rex çeman bi navê “Perî Sîawûş” an jî “Xwinî Sîawûş” kulîlkek dibişkive. Kuştina Sîawûş wekî hatina payîzê û mirin û hişk bûna nebat û giyayan, hêşîn bûna kulîlkan jî wekî hatina demsala biharê û jinûva rabûna Sîawûş ku ew jî di şexsê kurê wî Key Xisro de tê teswîr kirin û bi navê Sîawûş hatina biharê tê pîroz kirin. Ev mît, mirina neheqî û jinûva vejîna di nav mîta Babiliyan ku Tammûz- Dûmûzî, ya Misiriyan Osîrîs û ya Yewnaniyan Adonîs dişibin hevdu. Poşmanîya kuştina wan kesên bêguneh xwe şunda wek di sembola hêşînbûna nebatan de derdibe.

 

Li gor neqilkirina Nerşahî, bi hezaran salan li Bûharayê, ji bo şîngirtina Sîawûş, merasîmên taybet yên bi navê “Sîyavûşan” dihatin lidarxistin. Di van merasîman de ji aliyê pîrên zerdeştîyan, bi ‘mûxan’ zêmar dihatin gotin. Ebû Mensûr es-Sealîbî dibêje ku wexta Sîawûş hate ser jê kirin, gelek elametên derasayî qewimîne. Çend merasîmên şînê yên di dewra îslamîyetê de derketine jî nemaza merasîma 10ê Muherremê, tê bawer kirin ku koka xwe merasîmên Sîawûş girtine.

 

Riataza

 

[1] Agir wekî jihevderxistina guneh û rastiyê hatiye bikar anîn û ev tesira ayîna zerdeştiyan tîne bîra mirov. Ezmûna êgir di çîroka Hz. Îbrahîm de jî derbas dibe ku agir pakiyê û paqijîyê temsîl dike. Hemû nexwaşî û xirabiyan paqij dike an jî xiraban dişewitîne lê qencan paqij dike. Helbet ev motîf koka xwe zerdestiyê digire. Ev jî piştrast dike ku gelek baweri û edetên îslamê ve girêdidin ji zerdeştiyê tên.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev