Serokekî kurdên Yekîtîya Soveyta berê û serokê Kurdistanê bo karekî pîroz sipasîya hevdu dikin

Serokekî kurdên Yekîtîya Soveyta berê û serokê Kurdistanê bo karekî pîroz sipasîya hevdu dikin

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), akademîsyen, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bi nameyeke taybet ji navê kurdên Yekîtîya Sovyeta berê sipasîya xwe elamî rêberê gelê kurd Mesud Barzanî û hukumeta Herêma Kurdistanê kir bona alîkarîya moralî û aborî û piştgirîkirina karê organîzekirina binaxkirina şervanê kurd yê bo rizgarkirina Kurdistana Kavkazê Wekîl Mustefayêv li ser axa pîroz.

Serokê kurdan Mesud Barzanî di bersîva xwe da bi nameyeke taybet careke dinê ew rola giring destnîşan kir, ku Wekîl Mustefayêv bona karê bidestxistina mafên kurdan kirîye. Wek ku Barzanî destnîşan kirîye, Kurdistan mala hemû welatparêzên kurd e. Ewî ji kurdên Yekîtîya Sovyeta berê, herwiha bo endamên FNDK serketin û pêşveçûn xwest.

Ji van du nameyên pîroz, ku hûn wêneyên wan dibînin, hevgirtin, hevhezkirin, hevduqîmetkirina kurdan fûrr dide, bêhna meriv fireh dibe, hêvîya kurdan bo Kurdistaneke serbixwe zêdetir dibe, hîseke welatparêzîyê ya bêhempa di giyanê me da peyda dibe.

Malpera RIATAZA sipasîya xwe ji van herdu serokên gelê me dike bona bawerîya her kurdekî di hindava welatê me da dane zêdekirin, ji van nameyan Kurdistaneke paşerojê a gulvedayî û aram xuya dibe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev