ZIMAN Û DIRANÊN MIROV

ZIMAN Û DIRANÊN MIROV

Gotareke kêrhatî ji ”Bîyolojiya bi Kurdî”

 

Ziman endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne.

 

Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Herwisa alîkirina peyivînê û daqurtîna loqên xurekan jî erkên ziman e. Li ser rûyê ziman û perên ziman de gupikên tamê hene.

 

Hestên wekî tam (çêj), hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên kîmyayî û mekanîkî yên li ser ziman ve tên girtin.

 

Molekulên kîmyayî yên xurekan di nav lîkê de dihelin û wergirên kîmyayî(kîmîkewergir) yên gupikên tamê çalak dikin bi vî awayê tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj tê hestkirin.

 

Enzîma lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî lîpaza zimanî(lingual lipase) bi nav dibe. Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek çewrî heris dike. Piştî cûtina xurekan , ziman loqa xurekê ber bi gewrî pal dide.

 

DIRANÊN MIROV

Diran (didan) endamêk ji boy herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Herwisa ji boy peyivînê jî pêdivî bi diranan heye.

Gava dergûş ji dayikê dibe bê diran e. 6 meh paşê zayînê diranên dergûşê derdikeve. Hemû diranên zarokê careke de dernakevin. Gava zarok gihîşt 12 mehî êdî 20 diran di devê wî de hene.

Ev diran wekî diranên şîrî tê bi navkirin. Hetanê 10-12 saliya zarokê ev diranên şîrî erka herisînê û peyvînê pêk tînînin. Paşê diranên şîrî beş bi beş dileqin û diweşin, îcar diranên nû derdikevin.

Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ku diranên kursî yên sêyemîn (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin. Li gor erk û şêweyê xwe, diran sê cure ne.

Diranên pêşî( diranên birrê) 8 heb, diranên qîl 4 heb, diranên pêşkursî 8 heb, diranên kursî 12 heb.

 

PÊKHATEYA DIRAN

Diranek ji sê beşên sereke pêk tê;
1.Taca diran,
2. Stûyê diran,
3. Koka diran.

Beşa ji pidiya diran dirjê derva dibe, wekî taca diran bi nav dibe. Her diranek 1-3 kok lixwe digire. Koka diran di nav hestiyê çenê de çikilandî ye. Di navbera kok û taca diran de stûyê diran heye. Stûyê diran bi pidî dorpêçî ye.

 

Li ser ruyê taca diran û jorînê stuyê diran de çînek req heye navê vî çînê mîna ye. Mîna ji hestî reqtir e. Diran rengê xwe yên sipîçîlê ji çîna mînayê digirin. Di binê mînayê de çîna ac heye. Piraniya pêkhateya diran ji acê pêk tê. Ac bi qasî hestî req e. Koka diran û stû bi çînek bestereşane ve dorpêçî ye. Ev çîna bestereşane wekî çîmento tê navkirin. Çîna çîmento ji bestereşaneya req çêbûyî ye, taca diran di nav hestiyê çenê de zexm dike û nahêle bileqe.

 

Di binê çîna acê de valahiyek bi navê kirok heye. Kirok li gel bestereşaneya nerm, bi lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û rîşalên demar ve tijî ye. Kirok ber bi koka diran ve dirêj dibe, ev der wekî coga diran bi nav dibe. Heke mîna diran biderize, di cihê derizî de bakterî û perçeyên xurek berhev dibe, ev rewş dibe sedema kunbûna çîna mînayê. Heke çîna mîna kun bibe, diran tûşî reşbûn û kilorbûnê dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev