PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -3

PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -3

Nivîskarê me lêkolîneke balkêş ser çend babetan kirîye û bi taybet ji malpera me ra şandîye. Nivîs çiqas dirêj be jî, ewqas xweş û bi zanyarî îzbatkirî, bi tama folkora me va xemilî, bi hayadarbûna jîyana gelê me va gulvedayî ye.

A here giring jî: heta  di nav gelê me da xortên wek nivîskarê me zane, xwendî, welatparêz hebin, hêvîya xwe bi paşeroja me a bi gulan da xemilandî xurt bikin.

Malpera me biryar kir vê nivîsa delal bike 4 beşan û çar rojan dû hev çap bike. Me duh û pêr beşên pêşin û duduyan çap kir. Fermo, îro beşa sisîyan bixwînin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Lawkê Rewal û Xwedî Ehl û Eyal: Zembîlfiroş

 

Zembîlfiroş jî bi pakî û çakiya xwe dişibe Sîawûş û ew jî wekî wî kurê mîrekiye. “Navê wî Seîd e û bûyera ku bûye mijara destanê di sedsala dehan de, di serdema Merwaniyan de rû dide” (Samûr;2015, 20). Ev xortê ku dilê mîrbanû, Gulxatûnê dikevê ne zilamekî ji rêzê ye, merivekî li ser xwe, bedew û cindî bûye. Ev yeka jî mezinbûna wî ya di koşk û serayan de, li ser destan tê. Ew merivekî bawermend û nefspiçûk bûye. Dev ji pismîrtyê berdide, dest bi zembîlfirotinê dike û bi malbata xwe emrekî sade diborînin.

 

Zembîlfiroş merivekî sakar û pak bû. Hinek rewşên bilind di mejiyê xwe de dirustkiribû. Bi qet awayek nedixwast birûxîne û dikaribû li ser şehwetê de serbikeve. Nek ji ber wê ye, xwe hejare û beranberî jina mîrekî belkî ji ber wê ye ku jinekê bi kesekî bêar û nizm û tawanbar dizanî.” (Xaznedar;1998;55)

 

Çîroka Zembîlfiroş û Gulxatûnê bala gelek helbestvanên kurdan kişandiye û serî de Feqiyê Tayran û pê re Melayê Bateyî û Mûradxanê Bayezîdî wekî helbest ev çîroka evîndariyê ji nû ve honandine. Helbet bi dehan guhartoyên zargotinî jî hene û bi sedan sale li ser zarê gel gihîştiye nifşên nû. Ev çîrok helbet Yûsif û Zuleyxaya kurda ye û jê ne kêmtir e.

 

Çîroka zembilfiroş wisa ye: Di serdema kevnare de mîrek û kurekî wî hebûne ku kurê wî tayê tenê bûye. Loma ew kur li ser desta bi delalî lê belê hay ji bûyer û qewimandinên dinyayê, wekî, şer, nexweşî, mirin û …hwd, bêxeber hatiye mezinkirin. Ev kurê mîr bi bejn û bala xwe, bi xeyset û edeba xwe, bi xweşikbûna xwe hema bêje bê qusûr bûye. Mezin dibe û dibe xortekî çeleng û mêrxas.

 

Kurê mîr gelek caran bi wezîrê bavê xwe re derdiket raw û neçîrê. Rojekî dîsa ew û wezîr li neçîrê vedigerin û wexta ku ber gorîstanê re derbas dibin, di gorîstanê de tiştek bala kurê mîr dikişîne. Li ser gorekî qafikê serê însanekî dibîne. Bi meraq qafikê serî dinhêre. Li gor çend guhartoyên din jî rastî merasîmekê tê ku cinyaze ser milan dihat birin ji bo axkirinê. Ji ber ku pismîr e û di koşk û serayan de mezin bûye rastî tiştekî wisa nehatiye. Heta wê rojê derheqê mirin û piştî mirinê tiştek nizanbûye, kesî jî jê re qala mirinê nekiriye.

 

Kurê mîr wezîrê xwe dipirse ev çi tişt e? Wezîr jî jê re behsa mirinê dike ku mirin guh nade filankes dewlemend e, mîr e, feqîr e, ciwan e, kal e, kes tune ku ji destê mirinê bifilite. Zû an dereng her kes rojekê dikeve tora wê.

 

Piştî van agahiyan kurê mîr dikeve nav ramanên kûr û dûr. Êdî dizane ku ew ê jî rojekê bimire. Hestekî rûhanî lê peyda dibe û dixwaze dev ji her tiştê dinyaya derewîn berde loma dawa terikandina qesr û qonaxên bavê xwe dike û bi jina xwe dest bi jîyaneke nû dikin. Ev kurê mîr êdî bi çêkirin û firotina zembîlan mala xwe birê dibe. Êdî navê wî wekî Zembîlfiroş tê zanîn. Bi vî cureyî sal derbas dibin, zarokên wan tên dinê û barê zembîlfiroş girantir dibe. Paşê tên li Farqînê bicî dibin û Zembilfiroş ku li gor salixan navê wî “Seîd” e her roj kolan û kûçeyên Farqînê digere ku zembîlên xwe bifroşe û pê nanekî zarokên xwe re bibe. Halê wî ne tu hal be jî, lê rizqê xwe yê ji destê xwe razî dibû.

 

Zembîlfiroş lawkê rewal bû,

Bi kulfet û ehl û eyal bû,

Husnekî Ûsif li bal bû,

Heq rizaqê qismetê.

 

Rojek ji rojan dîsa kolan bi kolan digere ji bo firotina zembîlan. Ji nişke ve jina mîrê Farqînê, Gulxatûn ji şibaka koşkê, wî dibîne û hiş û aqil serê wê diçe. Nêta xwe xirab dike ku Zembîlfiroş bîne koşkê û evina agirê dilê xwe pê eyan ke. Bi hênceta zembîl û selikan Zembîlfroş gazî serayê dike û bi helbestî daxwazîyên dilê xwe ji re rêz dike.

 

Zembîlfiroş zembîla tîne

Kolan kolan digerîne,

Xatûnê li hewalê dibîne,

Hiş diçe aqil namîne.

 

Muhbetê keç mubtela kir

Sur li carîyan aşkera kir

Lawikî qelbim cuda kir

Min ji eşqa xew ne tê

 

Gulxatûn xwe ranagire, cariye û xulaman dişîne pey Zembîlfiroş û wî tîne qesrê. Derdê Gulxatûnê ne bazarkirina zembîlan e, vemirandina agir û evîna nava dilan e. Lê naxwaze Zembilfiroş nêta dilê wê bihese loma bi nêta bazara zembîlan wî dixwaze koşka mîr.

 

Zembîlfiroş lawkê dewrêş e,

Kerem ke tu were pêş e,

Qîmeta selka tu bêje,

Ez ji hizna te bûm kerr û gêj e.

 

Zembîlfiroş lawkê biyanî,

Kerem ke tu were banî,

Qîmeta selka tu zanî,

Xelk xam e, tiştek nizanî.

 

 Xatûn dibê lawê beyanî

 Lew dibem tu bizanî

 Min tu ji bo dilê xwe anî

 Da em bikin misilhetê

 

Bi van gotinan Gulxatûn nêta dilê xwe zembîlfiroş eşkere dike û dixweze wî bikşîne nav sîng û berê xwe. Lê Zembîlfiroş ji ber pakî û jiyana xwe ya rûhanî naxwaze bikeve tora Gulxatûnê. Xatûnê lava dike ku dev jê berde. Bixwe xwedî erz û eyal e. Tek derdê wî ebûra mala wî zarok û zeçê wî ye û ev tiştê ku xatûn dixwaze “ne tiştekî rêzê ye û li ber rebê jorîn jî nerewa ye” loma Zembîlfiroş rû nade xatûnê. Xatûn pesnê bedewbûna xwe, pesnê mal û milkê mîr dide ku hazir e hemû pêşkêşî nefsa canê wî bike tek bila dilê wê xweş bike. Lê dike û nake Zembîlfiroş rê dernayê. Ev yeka agir û şewata Xatûnê û pê re rik û kîna wê jî gurtir dike û Zembîlfiroş di qesrê de dike zîndanê. Her rojek ji bo xatûnê dibe mirinek ku Zembîlfiroş nedihat ser gotina wê û berdana xwe jê dixwast.

 

Zembîlfroş, tobedar e, xweyê jin û zarok e, sond xwarîye ku rêya xerabîyê ve neçe. Tobe û soza xwe xerab nake û weha cewaba Xatûnê dide:

 

 Xatûnê ez tobedar im

 Delalê ez tobedar im

 Zarok birçîne li mal in

 Ji Rebbê jorî nikarim

 

Xatûna bi gerden morî,

Şixul nabin bi kotek û zorî

Tirsa min ji rebê jorî,

Xatûnê wez tobedar im.

 

Dema ku cariye û Gulxatûn hewl didin ku wî bixapînin, Zembîlfiroş navê mîr dide ser lêvên xwe û dibêje tu para mîr î, nabe ez dest dirêjî te bikim.

 

Law dibê ya bîsk herîr e,

Ew di pîroz bin li mîr e,

Çi heddê lawê feqîr e,

Dest bete vê subhetê.

 

Zembîlfiroş her çiqasî ji Gulxatûnê lawa bike ku dest ji vê suhbetê berde jî , êdî dizane ku ji destê Xatûnê filitîn ne pêkan e, lê ew merivekî xwedînamûs û pakiyê ye, ji xwe re bo revê çareyekê difikire. Ji bo destavê û dest û rû şûştine destûrê dixwaze. Xatûn ji ber tirsa reva wî bendekî bi lingê wî ve girê dide û dişinê destavê ya birca herî jor. Çend xulaman jî pê re dişîne. Zembîlfiroş neçar dimîne xwe birca herî bilind re berdide jêr.[1] Ev birca ku Zembîlfiroş xwe jê berdide, bircekî gelek bilind bûye, lê belê, tu xesar negihiştiye Zembîlfiroş û sax û silamet rabûye ser pîyan û vegeriyaye mala xwe. Dilpaqijî, helalî û namûs, çawa em dibnin kakilê felsefeya jiyîna Zembîlfiroş pêk tînin (Samûr, 2015; 132) Motiva sereke ya Zembîlfiroş xwedûrxistina ji gunehan û mukafata Xwedê ku axireteke baş e. Çawa ku Yûsif xwe ji xweziyên Zuleyxayê radigire, xwe teslîmî Xwedê dike, bi heman awayî Zembîlfiroş jî vê yekê dike û li gor riwayetan Xwedê ji ber dilpakîya wî Cebraîl tê alkariya wî û bê zirar û ziyan dadixe ser erdê nerm wî ji zehmet xilas dike.

 

Xatûn pê dihese ku Zembîlfiroş revîyaye, diqehire û bi şewata dilê xwe, dadikeve kolan û kuçeyan, dikeve pey rêça Zembîlfiroş ku bizani be ka mala wî li ku derê ye. Wexte ku Zembîlfiroş ne li mal e, Xatûn diçe cem jina wî û bi lawayî, bi zêr û zîv û xişiran wê razî dike ku wê şevê dewsa wê, ew têkeve nava nivînên Zembîlfiroş.

 

Wê şevê cilên jina Zembîlfiroş li xwe dike û dikeve nava nivînan û benda Zembîlfiroş disekine. Zembîlfiroş derengê şevê vedigere mal û dikeve nava nivînan. Xatûn xwe Zembîlfiroş dialîne û dema ku lingê Zembîlfiroş xirxalên zivîn dikeve pê dihese ku ev ne jina wî ye. Bala xwe dide ku xatûn e, tavilê cihê xwe dipeke, mal derdikeve, berê xwe dide çiya û baniyan û xatûn jî pey wî çola dikeve.

 

Zembîlfiroş bala xwe didê ji destê xatûnê xilasbûn ne mimkûn e, ji Xwedê lavayî dike ku hema ali wê derê ruhê wî bitsîne ku vê ezabê xilas be. Xwedê daxwaza wî tîne cih û Zembîlfiroş canê xwe ne teslîmî Xatûnê teslîmê axa sar dike. Dema ku xatûn digihîje ser Zembîlfiroş êdî dereng e û nikaribûye bigihîje mirazê xwe. Li xwe dixe, ax û fixan dike û ji kerba evîna xwe ew jî ruhê xwe teslîmî axa sar dike.

 

Li gor guhartoyeke Zembîlfiroş ku di Folklora Kurmanca de tomar kiriye ne li gorî rêzê ye. Vê carê Zembîlfiroş ji ber Benî xatûnê xwe ranagire û hev şadibin. Ji ber ku Zembîlfiroş ya Benî xatûnê kiriye û rê derketiye stara xwedê jî derbûye û wekî guhartoyên din di mala wî de rizq nebariye û dawîyê mîr jî kirina herduyan dihese û wan dişîne zîndanê.Yûsif jî ji ber xiyaneta jina ezîzê Misirê dikeve zîndanê.

 

Riataza

 

[1] Ev birca bi navê xwe Zembîlfiroş girtiye, wekî Birca Zemblfirok tê binav kirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev