KANIYA PÊNCÇAVÎ -27

KANIYA PÊNCÇAVÎ -27

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

HÊ EV ÎNTERNET NEBÛ

 

Hebû roniya dîn bi rê hê ev înternet nebû
Ez neşîm navê te hildim imkan û derfet nebû
Min dixwend hetanî fecrê şibhê tîtakên şeveq
Ji yek za tê jîr û zanebo min qet şîret nebû
(Tahir Dînarî)

 

Ma giham kuj’xizneya eşqê derênim pîlikkî
Jîneke arzan mi bûrand min feqîr qîmet nebû
Lê bi ser vî halî de xewnan didan ber lotikan
Ta kulerzek hate dest, tirsa mirin min qet nebû
(QasimêXelîlî)

 

Wek şivek nava çiravê dilerizîm heta ling
Noq dibûm derya xemê wê ava çem û şet nebû
Xerq dibûm ez nav di pêlan gehwen da yekrê nenas
Ro dibûn wek mah û salan qurçik û xelwet nebû
(Tahir Dînarî)

 

Hêviyên min bûn li min pelqêz û kes pê nedhisa
Êşê ez her tim qewartim, ma bi min, şohret nebû
Jîn û şîn hem dîn û kîn hem xwîn birîn tev lev civîn
Mam di nava wê kuwara kulmozê mirwet nebû
(QasimêXelîlî)

 

Ma dikarî min ji ber wê ez herim cihên bilind
Nav qepalek bê hacêt bûm min milk û serwet nebû
Sebr û qinyatê ku bînim da herin êşên welêt
Îro razî me ji dostan lê hingî hurmet nebû
(Tahir Dînarî)

 

Ev civak har sêwiyê eşqê ne dijwar in neyar
Dil kevir wijdan bivir cewrpir me dîşew qet nebû
Bûme hesk dinya beroşa reş tenî pir lê gerahm
Kêf û şahî j’bo dilê min çibkim qey qismet nebû
(QasimêXelîlî)

 

Qonya, Amed

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev