Kemal Burkay: Dewletên Kurdî di dema Îslamê de

Kemal Burkay: Dewletên Kurdî di dema Îslamê de

Khaled Mahmoudimamekani

 

Axaftina Kemal Burkay li ser “Dewletên Kurdî di dema Îslamê de” ya ku di konferansa ser dîrokê da ku di 10’ê Sibatê li Stokholmê hat çêkirin

 

Xwîşk û birayên delal,

Îro babeta me dîroka Kurd e. Li ser dîroka Kurd cara pêşîn e ku di konferanseke han da qise dikim. Ji xwe konferansên me piranî li ser sîyasetê, carina jî li ser zman û edebîyatê ne; lê yên ser dîrokê ne bûne adet, yan jî gelek kêm in. Spas ji rêvebirên Federasyona Kurd ra ku civîneke han amade kirin û gazî me jî kirin.

Berî ku li ser babeta xwe bisekinim, dixwazim behsa bûyereke mihîm yên van rojên dawî bikim. Wekî hûn jî zanin, dîrokzanê Kurd ê namdar, Prof. Şekroyê Xudo çend roj berê li Moskowê çû heqîya xwe. Şekro Kurdekî jîr, dilgerm û zanayekî hêja bû li ser dîroka Kurd. Bi mirina wî me rewşenbîrekî baş winda kir. Lê kar û xebata wî û berhemên wî her bimînin. Neslên teze navê wî jî, wek yên dinê ku ji zman, edebîyat û dîroka Kurd ra xizmet kirine, wê bi hurmet bînin bîra xwe.

Dîsa ez bêm ser mijara îro. Belê, mijara me dîroka Kurd e. Gelo em Kurd dîroka xwe çiqas dizanin? Yan çiqas giranîyê didin dîroka xwe? Mixabin, Kurdên ku firsend ne dîtine ne çûne mekteban, baş perwerde ne bûne bila li wir bimîne, lê Kurdên ku xwendine, jîmnazyum û zenîngeh xilas kirine, heya gelek Kurdên “nivîskar” û “rewşenbîr” jî, mixabin dîroka xwe baş nizanin.

Ez çend caran rastî hevalên nivîskar û sîyasetmedar hatim ku, hayê wan ji dîroka Kurd tune. Du caran di înternetê da rastî nivîsên usa hatim ku, digotin “Kurdan dewlet çênekirine…” Carê jî hevalekî huquqnas û sîyasetmedar dîsa usa nivîsandibû; digot “herçiqas me Kurdan tu dewlet çênekirîye jî em gelekî baş in, me xirabî ne kirîye…”

Bi rastî, ez li himber van gotinan şaş û metel mam. Gelo çawa dibe, ma hayê van hevalan ji dîroka Kurd tune? Min ew kes rexne kirin û min li ser vê babetê nivîsand . Xuya ye hayê wan ji dîroka Kurd tunebû!

Lê herdu heval jî, li cîyê ku kêmasîya xwe bibînin û qebûl bikin, ji min aciz bûn û acizîya xwe bi nivîskî jî nîşan dan…

Belê, heya nivîskar û rewşenbîrên me jî qîmetê nadine dîroka xwe, xwe nawestînin ku vê dîrokê nas bikin, baş hîn bin.

Malûm e, Kurdistana Başûr jê derxe –ew jî vê dawîyê bû xwedî îmkanên baş- dibistan û zanîngehên me Kurdan tunin ku zmanê Kurdî, her usa jî dîroka Kurdî hînî me bikin. Wek nimûne, me Kurdên Bakûr di mektebên dewleta Tirk da xwend. Zman zmanê wan, dîrok, dîroka wan bû. Dîrokek ku li ser vir û derewan çêbûbû. Ji destpêka dîroka mirovetîyê digirtin her tişt wek malê xwe nîşan didan. Wekî hemû nebe jî, piranîya dewletên dinyayê wan çêkiribûn!

Gor vê dîrokê Hîtîtên Anadolê Tirk bûn! Ûrartu Tirk bûn! Hûn Tirk bûn û hukimdarê wanê bi nav û deng Atîlla jî, yek ji wan Tirkên namdar bû! Dewleta Cengîz û Têmor Tirk bûn! Heya Silheddînê Eyûbî jî Tirkekî temam bû!

Hewce ye ku ez bêjîm? Hîtît qewmeke Aryan bûn û tu eleqê wan bi Tirkan ra tune. Hurrî û Urartû jî Aryan bûn û li ser coğrafya Mezopotamya Bakûr û Kurdistanê hukim kirin. Dema ew hebûn, hîn navê Tirkan li dinyayê tunebû. Atîlla Macar bû, Cengîz Moğol bû û Têmor jî Teter…

Asya welatê bi dehan, belkî bi sedan xelkan e. Tirk yek ji wan in û yek ji wan irqên “zer”in, mîna Çînî, Korî, Japon, Mongol. Teter û hwd.. Her usa jî di dîrokê da gelek dereng derketin ortê..

Lê gor wan kitêb û mamosteyên Tirkan, em Kurd ji xwe tunebûn. Ne zmanê me hebû ne dîroka me! Helbet me tu dewlet jî çênekiribû! Di mekteban da serê zarokan, her usa jî serê me Kurdan bi van derewan tijî dikirin. Malbatên me jî piranî nezan bûn ku me hişyar bikin. Yê ku bizane jî ditirsîya ku dijî van derewan derkeve.

Ku em mezin bûn, di nav me da hin kes hêdî hêdî di derheqa van derewan da hişyar bûn. Bi taybetî di salên 1960 vir da Kurdên Bakûr jî komele ava kirin, weşan derxistin û di derheqa zman û dîroka Kurd da jî hat nivîsandin û kitêb derketin. Em pê hesîyan ku em Kurd yek ji wan xelkên berê ne ku di destpêka dîroka nivîskî da xwe nîşan daye. Me di dîrokê da, berî Îslamîyê û piştî Îslamîyê gelek dewlet çêkirine. Ew dewletên me ne bi derewan, lê bi rastî çêbûne!

Zmanê me jî, dîroka me jî gelek kevn û dewlemend e û divê em pê ser

bilind bin. Bona vê yekê jî divê zmanê xwe baş bi kar bînin û vê dîroka xwe nas bikin…

Neyarên me dema zmanê me û dîroka me vedişêrin, pîçûk dibînin, helbet armancek wan heye. Ew bi vî awayî dixwazin me bihelînin, wek millet winda bikin. Gelê ku zmanê xwe qels û winda be, dîroka xwe nasneke, nasnama xwe jî winda dike.

Dîrok jî wek zman, yek ji stûnên hebûna me ye.

Dîrok ne tenê dewlet çêkirin e, ne tenê şer û feth û nav û dengê hukumdaran e. Her usa jî bajarvanî ye, avadanî ye, berhemdarî ye di warê zanîn û hunerê da. Di bajarvanîya Mezopotamya, Anadol û îranê da me Kurdan roleke mezin lîstîye.

Îro êdî em baş dizanin ku, bav û kalên me ji hezaran sal berê li ser axa Kurdistanê jîyane. Lolo, Qasî, Gutî û Eleman, Subarîyan û Hurrîyan (Ku hemdemên Şumîr û Babîlîyan bûn) 4-5 hezar sal berê li ser axa Kurdistana îroyîn, Mezopotamya Bakûr û li Zagrosan, ji dor Gola Wanê heya Meletyê, ji Kerkûk heya Antakyê jîyan, nivîsên mixî û hîyeroglîfî bi kar anîn, qesr û qele û bajar ava kirin. Piştî wan Xaldî (Ûrartû), Mîdî û yên din tên.

Îro dîsa baş eşkere bû ku di dinyayê da şorişa neolîtîk li ser axa Kurdistanê dest pê kirîye. Ango mirovan cara pêşîn 10-11 hezar sal berê li dor çemê Dîcle, li Rewandûzê û li hêla Dîyarbekrê pez û kûçik kedî kirine, ceh û genim çandine, xanî çêkirine û gund ava kirine…

Belê, îro wek berê nîn e. Êdî di derheqa dîroka Kurdan da gelek malûmatên zanistî, gelek şop û berhem hene û bi destê bîyanîyan û bi destê Kurdan gelek kitêb çap bûne. Em Kurd êdî dikarin dîroka xwe baş hîn bin û bi vê dîroka kevn û dewlemend serbilind bin.

Helbet ne tenê ji bo serbilindî, her usa jî divê em dîroka xwe baş bizanin ku ji şaşî û kêmasîyên xwe dersan jî bistînin. Gelê ku dîroka xwe baş nezane, nikare dahatûya xwe jî baş rêz bike.

Xwendevanên delal, ez bêm ser babeta xwe ya vê konferansê. Bebeta min Dewletên Kurd in di dema Îslamê da.

Lê berî ku behsa van dewletan bikim, divê bi Kurtî behsa Kurdan û Kurdistanê bikim ya berî Îslamîyetê.

Min li jorê, piçek behsa dema antîk kir. Malûm e, Mîdî jî wek bav û kalên Kurdan têne qebûlkirin. Mîdî dora hezar salî BÊ (Berî Êsa) gihan rojavayê Îranê û Kurdîstana îro, di sala 612 da (BÊ) Nînova girtin, dewleta Aşûr hilweşandin, di eynî demê da welatê Xaldîyan jî dagîr kirin, heya Çemê Xalîcê (Kizilirmak) çûn. Împaratorîya Îranê Mîdan avakir û piştra kete destê Farisan (Persan). Helbet Mîdî gelê pêşîn ne bûn li Kurdistanê, lê xuya ye bi gelên heyî ra (Xaldî û Naîrî) kelîyan.

Di dema sefera Ksenofonê Grêkî da, mintiqa Başûrê Gola Wanê, ango Kurdistana Merkezî wek Gordîene (Kurdîyene) dihate nasîn û li vir Kardûk dijîyan ku hema hema temamîya dîrokzanan dibêjin ew Kurd bûn.

Mîdan, piştî ku hukimdarî winda kirin jî di dîroka Îranê da rol û granîya wan tim hebû. Mîdya heya hatina Erebên Îslam hebûna xwe parast.

Hukumdarîya Persan bi destê Îskenderê Mezin hate ruxandin û Kurdistan demekê kete bin destê wan. Piştî Makedonîyan Romî hatine mintiqê. Li Îranê jî berê Part (Eşkanî), piştra jî Sasanî hukum bi dest xistin. Di vê demê da Kurdîstan di navbera împaratorîya Îran û Romîyan da ma, parçe bû, bi sed salan bû warê şer û şewatê.

Piştî ku dînê Êsa (Xaçparêzî) derket, di hêla Sûrîyê, Anadolê û Kurdîstanê da jî belav bû. Li vê mintiqê bi taybetî mezheba Suryanî bû. Romî berê dijî Xaçparêzî bûn û cezayên mezin dane wan. Lê piştra ku Xaçparêzî qebûl kirin (di dema Konstantîn da, sedsala 4’an) hingê ev ol di hêla Kurdistanê da, cîyên ku di bin destê wan da bûn, wek Mêrdîn, Farqin, Dîyarbekir, bi taybetî di nav Ermenîyan da xurt bû..

Di sedsala 7. da jî Erebên Îslam Kurdistan û Îran fetih kirin.

Malûm e, Misilmanî piştî derketina xwe, bi rîya feth û şer ber bi çar alî zû belav bû. Hîn di sala 633 da (BÊ) ordîyên Ereb, ber bi bakûr û rojhilat çûn û şerê Îranîyan kirin. Hingê Îran di bin hukumdarîya Sasanîyan da bû. Şerê pêşîn ê mezin di navbera Ereb û Îranîyan da di sala 637 da li dora Dîclê, li Qadîsîyê çêbû û Îranî şikîyan, hukumdar Yezdegerdê III. xwe avête Mîdyayê. Piştî wê Ereban hêla Mûsilê dagîr kirin û ber bi bakûr û rojhilat çûn, Kurdistana Başûr ket bin destê wan.

Di navbera Ereban û Îranîyan da şerê duduyan ê mezin di sala 642 da, di dema Xelîfe Omer da li nêzî Hemawendê çêbû û dîsa Ereb bi serketin. Dîrokzanê Ereb El Balazurî dibêje ku hêla Şehrezorê ber xwe da, lê fermandarê Ereb Utba di 643 da zora wan bir û dijî Kurdan şer kir, gelekî wan kuşt û ev mintiqe heta Azirbaycanê zeft kir.

Di sala 936 da Ereban li Yarmukê bi ordîya Bîzansê ra ketin şer û ew şikandin, Sûrîye bi dest xistin. Piştî wê heya sala 939 carina bi şer, carina bi hevhatin Cizîr, Nisêbin, Mêrdîn, Heskîf, Ruha, Farqîn, Amed (Dîyarbekir), Egîl, Bitlîs û Xelat bi dest xistin. Amedê li himber wan pênc meh ber xwe da.

Şerê Kurdan û Ereban piştî wê jî nesekinî. Cî û cî Kurdan misilmantî bi zora şûr qebûl kirin, lê li hin cîyan jî bi Ereban ra li hev hatin. Razî bûn ku beş û bac bidine Ereban, alîkariya leşkerê wan bikin, wan jî soz dan ku ji ol û adetên Kurdan ra hurmet bikin. Lê piştî ku leşkerê Erep diçû, Kurd cardin vedigerîyan ser ola xwe yê berê, ku Zerdeştî bûn.

Ev lec û berxwedanên Kurdan nêzî sê sedsal ajot û di vê demê da mirov dikare bêje Kurdistan kelîya. Li mintiqa Kurdistanê gelek serhildan çêbûn, wek serhildanên Babek, Daysam û ya Reşikan (Zînc) ku Kurdan jî piştgirîya wan kir. Bîr û bawerîyên wek Xarîcî, Hurremî, Yêzdî li gelek cîyên Kurdistanê derketin ortê yan jî li wir xurt bûn.

Di sala 750 da Eba Mûslîmî Xorasanî ku bi eslê xwe Kurd bû, pêşengîya şorişekê kir dijî Emewîyan, zora Xelîfe Merwan bir û li Bexdayê xelîfetî teslîmî Abbasîyan kir.

Piştî Abbasîyan jî şer û pevçûnên Kurdan ne sekinî, heya destpêka sedsala 10. Hingê êdî Kurd westîyan, Misilmanî qebûl kirin û vêcar jî ew parastin dijî Xaçparêzan û yên dinê..

Her usa jî van serhildanên Kurdan hêza Xelîfeyên Ereb sist kir û li vir û wê Kurdan dewletên serbixwe yan jî nîv serbixwe çêkirin.

Tarîxa Kurd Şerefname, devlet û mîrekîyên Kurdan dike sê beş: Beşa yekem ew in ku devletên serbixwe avakirine û dîrokzan wan wek sultan û padşa bi nav dikin. Şerefxan dibêje ewana pênc in:

 

1- Merwanî; Hukumdarên Cizîr û Dîyarbekirê ne;

2- Xanedanê Hasanweyh; hukumdarên Dînawer û Şehrezorê;

3- Lorên Mezin; hukumdarên Fedlawî;

4- Lorên Piçûk;

5- Eyyûbî; hukumdarên Misir û Şamê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev