Ji nimûneyên zargotina me – 184

Ji nimûneyên zargotina me – 184

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûheftêduduyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrokên gelêrî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Kalê aqilbend

 

Wextekê ji şeherê Abas şah, Ispihanê, dewrêşek hat. Li meydanê çadira xwe lêxist, têda rûnişt. Ne ji kesa xeberda, ne caba kesî da. Sê roja sekinî, hema usa ma. Cab dane Abas şah, go: “Hal-hewalê meydanê awa. Dewrêşek hatîye, çadira xwe li meydanê lêxistîye, ne xeber dide, ne caba me dide”.

Abas şah gelek aqilmend û wezîrêd xwe şandin, tu tişt ji dewrêş fem ne kirin: ne xeber dida, ne jî, hema usa di çadira xweda rûniştîye. Abas şah lelayê xwe, aqilbendêd xwe gişk girtin. Wezîrê xwe şand, wezîr go:

-Tu gerekê merivekî usa bibînî, wekî rema dewrêş zanibe, çika seba çi hatîye; ne xeber dide, ne tişt, erke te dît – dît, te ne dît – ezê serê te lêxim.

Wezîr rabû ket nava şeher, gerîya: sê roja, sê şeva gerîya, merivê ku vê cabê bide, tunebû. Du heval jî bi hevalara çûn, merivê elhede (tucar) bûn; çûn nihêrîn ki cîkî wê hine nan wê ser avayîkî raxistîye. Cendekê hesabê zarekê wê ser darekî çêkirine nava wî genimîda, hema ew ne şikilê zaraye, bi kaxeza çêkirine. Lê nihêrî çivîk tên ser wî genimî, ew zaro destê xwe xwexwe hildibire, kişî çivîka dike, nahêle çivîk genim bixun, mirîşk genim bixun. Wezîr ji herdu hevalêd xwera got:

-Em herin hundurê vî avayî, çika ew çawa avayîye?

Çûne hundur, lê nihêrîn merivekî kalî extîyar rûniştîye: du bêşîk li cemin, du zarêd çûk têdanin: yek danîye alîyê rastê, yek danîye alîyê çepê, benek avîtîye wê bêşîkê, yek milê rastê, yek milê çepê, wê dihejîne. Çolanga çê dike, çolangçîye. Gava masûrê xwe davêje, him ew bêşîk diheje, him jorê jî ew meriv xwey dike bi wî genimî; serê xwe wa dike, dihejîne, kişî mirîşka û çivîka dike, genim naxun. Ew vê yekê dibînin. Diçin hundur, jê dipirsin:

-Kalê, îşekî wa şeherê me qewimîye. Dewrêşek îro sê roje hatîye meydanê, çadira xwe lê xistîye, bê deng û hise, ne caba merîya dide, ne jî merîyara xeber dide.

Kalê go: -Qurba, ji minra şiveke pêçayî, sîrekê, mirîşkeke zêrîn bînin.

Ewana fikirîn, wezîrê şah go:

-Canim, em sîrê dikarin bînin, şivê dikarin bînin, îjar emê mirîşkê ji ku bînin?

Kalê go: -Qurba, hûnê çi bidine min, ez şivê jî bînim, sîrê jî bînim, mirîşka zêrîn jî bînim?

Go: -Çi dixwezî, emê bi te din!

Go: -Her yek we kume zêr bidine min.

Wezîr go: -Birabe!

Her yekê kumê xwe tije zêr kirin, danêda, go:

-De herin, go, ezê sibê dewrêş rakim.

Ew lêxistin çûn. Wê şevê sekinî heta sibê. Kalê rabû, şivika xwe, sîrik, mirîşka xwe da bin potê xwe, berê xwe da meydanê. Çû, dît ki dewrêş rastîyê jî rûniştîye. Qe jê xeber neda. Dîsa ew cixîza dewrêş, çadir lêxistibû. Kalê şiv da ortê. Cixîzek nîvî kir. Alîyê dinda rûnişt. Dewrêş nihêrî ki eva merîkî bîlyane. Dewrêş derxist pîvazek avîte ber wî. Ewî jî derxist sîrek avît alîyê dewrêş. Dewrêş destê xwe kire cêva xwe, kulme garis derxist, alîyê kalêda reşand. Kalê dest kire bin kurkê xwe, mirîşka xwe derxist, berî nav garis da, garis usa berevkir, libek li erdê nehişt. Dewrêş rabû çadira xwe top kir, kerre-kerr ji nav cixîzê derket, çû.

Merîya cab da şah: “Kalek hat ew dewrêş rakir. Dewrêş çû”.

-Kuro, go, herin kalê bînin, ew çi kal bû ku lele û wezîrêd min, şeherê min pê nikaribûn ewî dewrêşî rakirina, ewî rakir.

Wezîr rabû çû ew kal anî cem şah. Şah ji kalê pirsî:

-Ew çawa bû, ku şeherekî nikaribû ew rakira, te ew rakir. Min sê qazêd xwe şandin cem te, te ew rûçikandin?

Kalê go: -Belê!

Yek jî go: -Kalê, sîr heye, şiva pêçayî heye, lê mirîşka zêrîn ya bi ruh tune!

Kalê go: -Şahê min, min hersê merîyêd te ji her yekî kumek zêr sitend, mirîşka min bû zêr. Usa ez ji tera, şahê xwera bêjim, ew dewrêş ne dewrêş bû, ew padşa bû, dixwest Ispihan zeft bikira, min cixîz da ortê, min go: nîvî ji şahê minra, nîvî ji tera. Ewî fem kir. Ewî pîvazek avît ber min, yanî ez lola (nola, notila, mînanî, wek) vê pîvazê tûjim. Min derxist sîr avît ber wî, min jêra got, ki (ewî fem kir) tu lola pîvazê tûjî, ez jî lola sîrê tûjim. Ewî dest kire cêba xwe, kulme garis derxist, alîyê minda reşand, ber min reşand, min mirîşka xwe ya zêr derxist, ew garis gişk berev kir. Ewî ji minra got: “Eskerê min qasî vî garisî zefin”. Min jî mirîşk berdayê, min go: ezê eskerêd te qirkim.

Rabû çadira xwe top kir, qe xeber neda, derket, lêxist, çû. Ji şeherê te derket.

Şah şaş û met ma.

 

Got: Bondoyê Îbo, 22 salî, dersdarê gundê Sarîbilaxê, li nehîya Axtayê, li Ermenîstanê.

 

Bav û kur

 

Merivek kurekî wî hebûye. Jina wî dimire, kurê xwe dizewicîne. Mêrik ji ya xwe dikeve, kal dibe. Jina gede dibêje mêrê xwe, dibê:

-Tê bavê xwe bikujî, eger na – ez tera jintîyê nakim.

Gede sibê radibe sepetekê çêdike, jina wî dibê:

-Tu sepetê çira çê dikî?

Dibê: -Ezê bavê xwe têximê, bivim, destê min naçe ez bavê xwe bikujim; ezê bavê xwe bibim serê çiyakî, wira bihêlim, bêm.

Sibê radibe bavê xwe dikêda, bavê wî dibêje:

-Kurê min, tuyê min kuda bivî?

Dibê: -Bavo can, ezê te hilgirim bivim serê çîyê.

Bavê xwe hildigire, dibe serê çîyê. Bavê xwe dihêle, ku vegere bê. Bavê wî dibê:

-Lawo, were sepetê bibe.

Kur dibêje: -Bona çi?

Dibê: -Sepetê lazimî te bê; kurê te jî wê te têxê, bîne vira.

Gede careke dinê li bavê dizivire, careke dinê tîne mal.

Jina wî dibê:

-Te çima anî?

Dibê: -Tu bihêle heta sibê, ezê tera xeberdim.

Sibê jina xwe berdide, diçe dibêje yeke dinê:

-Tuyê min bistînî, bavê minî belengazî nexweşae. Hergê tuyê bavê min xweyî bike, ezê te bistînim.

Jinik dibê: -Erê!

Îjar tîne wê jinikê distîne.

 

Got: Mirdêsîya Şemo, 70 salî, nexwendî, dergevan, dimîne li bajarê Tbîlîsîyê (li Gurcistanê), endamê parlamênta bajarê Tbîlîsîyêye.

 

Dê û kur

 

Dilê kurekî dikeve qîzekê. Qîzik dibêje gede:

-Heta tu diya xwe nekujî, ez te nastînim. Diya xwe bikuje, dil û cegerê wê bîne nîşanî min bide, ezê te bistînim.

Gede diçe diya xwe dikuje, dil û cegerê wê digire xwe. Şev dertê derva, lingê wî li kevir dikeve. Dil di destê wîda xeber dide, dibê:

-Çevê diya te birije, lingê te li kevir ket?

Gede dil û ceger dibe, dide qîzê, dibê:

Eva dil û cegerê diya mine.

Qîzik dibê: -Min henekê xwe kir, te çira diya xwe kuşt. Te îro diya xwe kuşt, sibê jî tuyê min bikujî; here, ez te nastînim.

 

Got: -Mirdêsîya Şemo.

 

Wêne: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev