Komara Kurdistanê li Mehabadê

Komara Kurdistanê li Mehabadê

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.Îro me bona we beşa bi sernavê ”Komara Kurdistanê li Mehabadê” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 184an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 184

 

Dema meha tebaxê sala 1941ê eskerên Îngilîs û Sovêtîyê ketine Îranê û desthilatdarîya Riza şah ji holê rabû, kontrola dîwana navbendî li ser navçeyên kurdên Îranê sist bû. Piranîya karmendên serokatîya komara Mehabadê li “zona nêytral” da cîwar bûbû, ango, dûrî cî-wargên ku eskerên Sovêtîyê û Îngilîs lê hêwirîbûn. Piştî wê yekê, ku dîwana Îranê bi esker û cendirmên xwe va ji wir derketin, çûn, li wir organên xweserkarîkirina kurda xuliqîn, yên ku bi awakî berk derdiketine himberî hukumê Îranê û desthilatdarîya wan li ser xwe nas ne dikirin.

Havîna sala 1945a kurdên Merîwanê serhildan kirin, ku dijî hukumeta Îranê û zordestîyên cendirmên Îranê bû, yên ku bi awakî kirêt tevî karê hilbijartinên di meclîsê da dibûn. Şervanên kurd ra li hev hat daxazên xwe bi ser xin: hukumetê zordestîya xwe sist kir.

24ê çileya paşin sala 1946a li Mehabadê, di mîtîngeke pirmerivê da, ku dêlêgasyonên ji hemû navçeyên Kurdistana Îranê tevî wê dibûn, hate elamkirinê, ku herêma otonom ya Kurdistanê tê sazkirinê bi navbenda Soûcbûlak (Mehabad) va. Navçeyên Mehabadê, Ûşnûyê, Mêrgewarê, Tergewarê, Serdeştê, Banê û yên mayîn ketine navê.

Qadî Mihemmed serokatî li hukumeta otonomîya kurda kir. Hukumetê da endamên ji serokatîya Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê hebûn û ew hatibû îlankirinê wek partîya serkarîkir ya tek-tenê li navçeyên kurda yên Îranê da.

Karê hukumeta komara Mehabadê usa dimeşîya, wek ku Qadî Mihemmed gorî pirsdanînên otonomîya miletî-çandî kivş kiribû. Ji bo wê jî warguhastinên mezin pêşî di hêla çandî da hatine kirinê. Temamîya sîstêma xwendinê li Kurdistana Îranê derbazî zimanê kurdî bû. Projeya bona xwendina di dibistana da hate amadekirinê. Wê da dihate gotinê, ku hemû zarên ji 6 salî heta 14 salî gerekê bixûnin û wergirtina (xwekirina cila) şagirta gerekê bi cûrekî be, ew gerekê cilên dibistanê li xwe bikin. Bona di nav merivên emir da mezin nexwendîtîyê bidne hilanînê, di dibistana da kûrsên êvarê hatibûne teşkîlkirinê.

Di nav kar û barên sîyasî-çandî da yeke here giring ew bû, ku edebîyata mexlûqetî-sîyasî bi zimanê kurdî derdiket. Pirtûkên dersan yên bi zimanê kurdî jî ji bo çapê amade bûn. Navbenda edebîyata bi zaravê kurmancî derbazî Mehabadê bû.

Helbestvanên gel di civînên mezin da berhemên xwe yên derheqa têmayên rojane da dixwendin. Xwesma helbestvan Hejar gelek dihate hizkirinê. Karê sazkirina opêra miletîyê jî dîtibûn.

Jinên kurd jî destpê kiribûn di jîyana civakî û sîyasî ya Kurdistana Îranê da cîyê xwe digirtin. Ewana rêxistinên xwe damezirandibûn, alî çêkirina nexweşxana dikirin.

Hukumetê her tişt dikir bona bazirganîya herêmê pêş bikeve.

Komarê bona parastina destkeftîyên xwe jî kar dikir. Li Mehabadê û bajarên herêmê yên mayîn da ordîya miletîyê hate sazkirinê, ku Mustefa Barzanî serokatî lê dikir.

Rast e, li xala 6a, ya bernama PDKÎ da hatibû kivşkirinê, ku “partî dijminaya kesî nakişîne û hindava hukumeta Îranê da ne di opozîsyonê da ne”, lê ew yek, ku Barzanî û desteyên wî li ser axa Kurdistana Îranê bûn, şik dikire dilê dîwana Îranê, ku daxazên kurda yên sêparatîstîyê ne.

Hukumeta Sovêtîyê hindava aktîvîya kurdên Îranê ya sîyasî da xwe digirt. Ewê alîkarîya rêxistinên Azirbêcanê dikir bona ew di goveka Îranê da otonomîyayê bistînin, lê bi ciddî guh ne dida pirsa derheqa sazkirina otonomîyake usa Kurdistana Îranê da. Wek îdî hatiye destnîşankirinê, berê partîya kurda ya “Jîyana Kurdistan” bi bangawazîyên xwe de’wa serxwebûna ji bo Kurdistana Îranê dikir. Nûnerên Sovêtîyê li Îranê bi her awayî hewl didan, ku kurd nebine endamên ewê rêxistinê û dixwestin astenga daynine ber karkirina wê. Hela ser da jî, wana soz didane dewletên hevalbend, ku wê piştgirîya “sêparatîstên” kurd nekin. Di praktîkê da dayîrên Sovêtîyê yên li Îranê dema di navbera kurda û hukumeta Îranê da nerazîbûn pêşda dihatin, rola navçîgarîyê (orteçî) dilîstin, ji ber ku îranîya gelek cara elam dikirin, ku kurd dixwezin cihê bibin.

Herêma otonom ew navçe nekiribûne nava sînorên xwe, li ku kurd û azirî bi hev ra diman, ji ber wê jî hukumê PDKÎê li wan navça zêde nîbû. Lê li wan dera di navbera kurda û azirîya da carna pevçûn çê dibûn, ji ber ku kurda dixwest ew navçe bikevine di nav otonomîya Kurdistanê, azirîya jî dixwest, ku bikevine di nav otonomîya Azirbêcanê da. Hucet (nerazîbûn, lihevnekirin) xwesma li ser navçeyên Makûyê, Xoyê, Şahpûrê û Rizayê (Ûrmîya) hebû. Kurdên, ku li van dera diman, dixwestin bikevine di nav otonomîya kurda, lê azirî jî dixwestin ew bi xwe kontrolîyê li herêma xwe bikin, ji ber wê jî di navbera wan da pevçûn çê dibûn (desteyên Sovêtîyê hewl didan wana li hev bînin).

Kurdên vira desteyên usa hazir kirin, ku karibûn wira kontrolê bixine bin destê xwe. Ewana pey berjewendîyên gelê xwe ketibûn û xema wan nîbû, ku hêzên sîyasî yên welatên dereke ser wê meselê çi difikirin û çi dixwezin bikin. Lê serokatîya hukumeta Mehabadê jî, wek qumandarîya Sovêtîyê, piştgirîya daxazên wan kurda ne kir. Serokatîya PDKÎ bi karên hundur va mijûl bû û hewl nedida axa herêma otonom berbi bakûr va bide firekirinê.

Serekwezîrê hukumeta Mehabadê Qadî Mihemmed û serekwezîrê hukumeta Azirbêcanê ya Pêşewarê li ser problêmên di navbera otonomîstên kurd û azirî sekinîn. 23ê nîsanê sala 1946a di navbera kurda û azirîya da peyman hate girêdanê derheqa hevrakarkirinê da. Herweha hate biryarkirinê, ku di pirsên nesafîkirî da li hev bikin. Di îlona sala 1946a endamên Komîtêya Navbendî ya PDKÎ Ezîz Abbas û Qasim Îlhanîzadê çûne Makûyê bona azirî ber daxazên wan da bên û daxwerina bikin, lê di wî karî da bi ser neketin. Di wan dema da kurdên çekdar hatine Şahpûrê û elam kirin, ku hukumê wan li ser bajêr û gundên nêzîkî wî derbaz dibe. Kurdên çekdar ser hev ji Tewrêzê dihatine Şahpûrê. Ewana hazir bûn hukumê xwe li ser Makûyê, Rizayê û Xoyê jî testîq bikin, lê ji bo wê yekê ji Mehabadê fermana erênî ne dihat, ji ber wê jî şer û pevçûn çê nebûn, xûn nerijîya.

Hukumeta Azirbêcanê ne tenê ew bajar yên xwe dihesibandin, lê herweha dixwest komara Mehabadê jî bike nava otonomîya Azirbêcanê da. Gorî qanûna Îranê, ew ax dikete nava mentîqa Azirbêcana Roavayê. Hukumeta Azirbêcanê hewl dida kurda bike nava serokatîya hukumetê û meclîsê da û herweha hewl dida desteyên çekdar yên tevayî saz bike û gazî Barzanî bike, ku serokatîyê li wan bike.

Tiştekî ber çeva bû, ku otonomîstên kurda û azirîya derheqa ax û statûya otonomîyayên Azirbêcanê û Kurdistanê da ji hev cuda difikirîn. Di nîsana sala 1946a nûnerên komara Azirbêcanê ew pirs bi serekwezîrê welêt (Îranê.- N.W.) Ahmed Kewamî enene kirin û wê rasthatinê da baylozê Yekîtîya Sovyêt li Îranê Î.V.Sadçîkov jî hazir bû. Hate biryarkirinê navçeyên Azirbêcana Roavayê, ku bin hukumê PDKÎ da bûn, bikine nava otonomîya Azirbêcanê. Dema ku dêmokratên Azirbêcanê statûya xwe bi resmî dabûne naskirinê, hukumeta Qadî Mihemmed ji alîyê hukumeta Îranê da bi fermî nehatibû naskirinê. Kurd tenê statûya miletê kêmjimar sitendin di nav otonomîya Azirbêcanê da. Ew bi wî halî ra ne razî bûn.

Di destpêka tebaxa sala 1946a Qadî Mihemmed li Tehranê rastî serekwezîr A.Kewam hat û hîvî jê kir otonomîya kurda – ji sînorên Sovêtîyê hetanî Kemyaranê – nas bike. Serekwezîr hema bêje pêra razî bû (got “erê”), lê pêşnîyar kir, ku ew pirs bi gênêral-welîyê Azirbêcanê Cewîd ra bide qayîlkirinê. Cewîd ew plan qebûl ne kir, û dijberîyên di navbera dêmokratên kurda û azirîya da ji holê ranebûn.

Hatina eskerên Sovêtîyê li Îranê gelekî bi dilê kurda bû, ew ji bo karên xwe yên miletîyê-dêmokratîyê xwe arxayîn texmîn dikirin. Di navçeyên nêzîkî sînorên Sovêtîyê da kurda hizkirina xwe ya hindava Yekîtîya Sovyet da dîyar dikirin, li wira propoganda prosovêtîyê dihate derbazkirinê.

Lê perçekî binecîyên kurd (milkedar, tucar û ruhanî) bi bi çevekî ne bawer li YKSS dinihêrîn. Sebebên wê jî ew bûn, ku ordîya qiralîyeta Rûsîyayê di salên şerê hemcihanê yê yekê da zordestî li kurdan kiribû.

Moskva resmî piştgirîya otonomîya kurda li Îranê ne dikir. Di şertên şerê sar da Yekîtîya Sovyêt, ku wî çaxî çeka wê ya atomîyê tunebû, mecbûr bû dest ji berjewendîyên xwe yên li Îranê bikişîne, wek mînak, piştgirîya kurda neke. Hela di dema şêr da serekê sîyaseta der ya Sovêtîyê V.M.Molotov elam kir, ku ew bi çevekî ne baş li tevgera kurda dinihêre, ji ber ku ew tevgera “fêodalîyê” û “cesûsîyê” ye. Serekên Sovêtîyê biryar kirin li şêwrdarîya Moskvayê ya çileya pêşin sala 1946a da li ser pirsa Îranê nesekinin û elam kirin, ku bûyerên li Îranê yên rex sînorên Sovêtîyê dibin, ew karê Îranê yê hundur e û ji ber wê yekê jî Yekîtîya Sovêtîyê tevî wan bûyera ne bûye û wê nebe jî. Zûtirekê YKSS bi nûnerên Brîtanîya Mezin û DAY di pirsa Îranê da li hev kirin û peyman girêdan. Di gulana sala 1946a da bin zordarîya DAY û Îngilîs eskerên Sovêtîyê ji Îranê derketin. Otonomîya kurda ya nûbişkivî bê piştgira xwe ma.

Heyetîya otonomîya Mehabadê li Îranê, li ku zîlên pêşin yên serxwebûna kurda hatibûne nikandinê, ji alîyê hukumeta Îranê da bi xêrnexwezîyeke eşkere dihate qebûlkirinê û ser wê bawerîyê bû, ku ew herêma kurda zûtirekê wê bikeve bin hukumê Îranê. Hinek komên sîyasî yên Îranê bi xwe da û li welatên dereke qestbende rewşa li Kurdistana Îranê didane sertkirinê. Wira çar tevrabûnên çekdar dane teşkîlkirinê bona hilanîna rêxistinên kurda yên dêmokratîk û careke din testîqkirina hukumê dîwana Îranê li wira.

Lê hêza kurdên Îranê têrê ne dikir bona bikaribin destkeftîyên xwe biparêzin. Ne welatekî Awropayê, ne jî YKSS nehatine hewara kurda.

Di dawîya sala 1946a da bin perda parastina binecîyan, hukumeta Îranê esker xistine Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê. Destbi şerê giran bû. Weke 20 taxbûrên eskerên hukumetê anîbûne vira. Xênji wê, wan eşîrên kurda jî bi kar dianîn, yên ku dijminaya otonomîya Mehabadê dikirin.

Kurda bi mêranî ber xwe didan û azirîya jî piştgirîya wan dikir, lê çi mixabin, ku hêzên hukumetê ew şikênandin. Ordîya Îranê destpê kir çeka ji nav terefdarên komara Mehabadê berevke. Tenê ew kes dikaribûn çekê xwe bal xwe bihêlin, yên ku derbazî alîyê Tehranê dibûn. Pişt ra hukumeta navbendî hindava kurda da destbi têrorê kir. 15 welatparêz hatine gullekirinê. Serokê komarê Qadî Mihemmed, birayê wî Sedir Qazî û wezîrê parastinê yê komara Mehabdaê Seyf Qazî bi biryara mehkema eskerîyê 30ê adarê sala 1947a hatine dardakirinê.

Rast e, tecrûba sazkirina dewleta kurda li Mehabadê di sala 1946a da bi ser ne ket, lê ew yek, ku ewê komarê 11 meha xwe li ser pîya girt, bû êtapeke şerkarîya kurda ya giring bona mafên xwe. Dersên wê di pêvajoya şerê ji bo rizgarîyê paşdemê da hatine hesabhildanê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev