
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Gelo hûn dikarin hinekî behsa QERTAFÊN “-EKE, -EKΔ Û “-EKÊ, -EKΔ bikin?
Bersîv: – Di kurdî de qertafên “-eke, -ekî” û “-ekê, -ekî”
Qertafên “-eke, -ekî”:
– Di ravekan (îdafe, tamlama) de têne bikaranîn.
– Di beşa pêşîn de têne bikaranîn. (Beşa ewil raveber e.)
– Navê wan qertafên veqetandekê ne. (Raveberê ji ravekerê vediqetîne.)
– Ji qertafên veqetandekê jî yên nebinavkirî (belirsiz) û yekhejmar in(tekil).
– “-eke” ji bo peyvên mê ye. (Hinek kes weke “-eka” jî tercîh dikin.)
– “-ekî” ji bo peyvên nêr e. (Hinek kes weke “-ekê” jî tercîh dikin.)
mînak:
sêveke min (Hin dibêjin, sêveka min.)
nanekî min (Hin dibêjin, nanekê min.)
Qertafên “-ekê, -ekî”
– Ji bo peyvên tewandî têne bikaranîn. (Tewang, di ravekan de li ser beşa duyan e an go li ser ravekerê ye. Her weha tewang di peyva daçek girtibe li ser xwe jî heye! Herweha li cihine din jî tewang dibe lê mijar ne ev e.)
– Ev jî qertafine yekhejmar û nebinavkirî ne.
– “-ekê” ji bo peyvên mê ye.
– “-ekî” ji bo peyvên nêr e.
mînak:
bêhna sêvekê
ji sêvekê
Ka sêvekê!
terîşeke sêvekê
tehma nanekî
ji nanekî
Ka nanekî!
pariyekî nanekî
Riataza