“DEQA LI SER ENIYA DIYA MIN”

“DEQA LI SER ENIYA DIYA MIN”

Seyfedîn Dabo

Deqa li ser eniya diya min, navnîşaneke balkêş e helbestvanê ciwan Giryan Seyro ji pirtûkê re hilbijartiye, mirove pê ve tê girêdan dema ku wê dixwîne. Naveroka piraniya helbestan jî di derbarê deqê de ye, ew deqa li ser eniya dayka Seyro ya ku beriya salekê koça dawî kir. Tê zanîn ku beşekî ne hindik ji jinên Kurd, nemaze yên bi temen, deq li ser rûçikên wan, çi li ser eniyê çi jî çengeyê, carine jî li ser dest û nigan, hene.

Helbestvan behsa êş, azar û serpêhatiyên diya xwe û herwiha hemû dayîkên Kurd dike, ku çawa wê dikanibû li kêleka mêr mil bi mil hemû rengên astengiyên jiyanê derbas bike û zarokên xwe bi şêweyekî rind û zana perewerde bike.

Giryan carina li deriyê mizgeftan dibe Sofî dare nimêjê dike, da ku kanibe carekê diya xwe bibîne, carina jî dibe xwedênenas li kujerê Xecîcê digere û dipirse ka Îzrayîl kî ye, gelo ew nêr e yan mê ye, yan tiştekî din e ?!

Kes nizane !

Dipirse, ka çima ew hate dinyayê û çima çû, çi bi xwe re anî û çi bir ?!

Îzrayîl kî ye ???

Pirseke pir girîng e hatiye pêşniyazkirin, dibe ku bi demê re bersiv jê re were dîtin. Ne seyr e!

Deqa li ser eniya diya min yekemîn komhelbesta Giryan Seyro ji aliyê weşanxaneya SerSera ve li Almaniya hatiye weşandin.

Pirtûk ji 115 rûpelan pêk tê, di nav de 52 helbestên bi şêweyê aza hatine nivîsandin, hene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev