Temîya rîspî

Temîya rîspî

Eskerê Boyîk

 

Ez vê dawîyê, li ser șînekê, ji pey salên dirêj ra rastî bavê hevalekî xwe yê xwedinê hatim. Bawarkî çil sal bû me hev nedîtibû. Wê demê êzdîkî pir hișk bû.
Ez kêlekê rûniștim, Apo bi gazin bû. Ew êdî zilamê berêyî kubarî hișk nîbû…

 

-Wusa, birayê apo,- apo got û kete nava mitalan.- Apê te bûye kaniya kul û derdan. Ji heyştê salî derbazim. Min tişt ji vê dinê fehm nekir, na. Heyştê salên din jî bijîm, dîsa ezê nezan bimînim…

 

Tê bifikirî ku ape te ji êzdîtîyê, bîr-bawerî, ji riya bav û kalan sar bûye? Na birê min, bixwazim jî nikarim… Tek hatime ser wê fikrê ku bi destê zorê, lêdan, tirsandin, kuştin û înkariyê nikarî êzdatiyê biparêzî. Serhişkî û nezanî ye sebebê vê bextreşîya me, her xirabî, bêtifaqî, rê şaşkirin û helandin ji nezaniyê tê serê me. Sebir û zanebûn mirov pêş dixe, birê min… Perwerde, perwerdeya rast. Nezaniyê mala me êzdiyan xirab kirîye. Vê dewra zanebûnê da nezanî nikare zanebûnê bi rê va bibe… Em gerekê dostan ji xwe ra çarkin, neyar hene û hene. Rêvabirê me yê îro jî, yê weke min nezan û serhișk in. Em rê nadin xwendevan û zanayan. Divê em dest ji netew, welat û axa pêșîyên xwe bernedin. Ruhê hebûna evdan di nav axa welatê wan da ne. Çiqas jî dijwar be, divê evd ji wî ruhî neqete. Welatê xelkê ji mirov ra nabe star. Me gelek tișt dîtin. Heta niha jî cîkî me li vê cihanê tune, ji bo mala xwe, ne li nav gelê xwe, em malên xelkê da ji xwe ra malê digerin… Gerek em rastiya ayîna dînê xwe, rêûrismên xwe bizanibin, ku karibin xwe biparêzin… Nekevin pey xewnerojkên derew.

Dewrana xewnerojkan çûye… Em jî gerekê ji miletê din hînbin… Yan na… Bi zanebûnên me, kê rêya xwe şaş kir em berdinê ji nav xwe derxin?… Paşê? Nizanim, nizanim birayê min, xwendî û zane divê ji vî halê me ra çareyekê bibînin.
Tiştekî xelet, şaş di vî emrî da heye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev