Zelal û taska zêrîn

Zelal û taska zêrîn

Serpêhatîyeke diltazîn

 

Sheymus Özzengin

 

Zelal, keçek pir delal bû. Delaliya ber dilê dayîka xwe bû.

Ji hevalên xwe pir hez dikir. Hevalên Zelalê jî ji wî pir hez dikirin. Loma jî, Zelal dixwest ku hertim bi hevalên xwe re be, bi wan re bilîze û qet ji wan neqete.

Rojekê, dem ji deman wexta ku Zelal ji dibistanê vegeriya û hat malê, dît ku diya wê digirî… Hat cem dayîka xwe. Xwe avêt hinbêza dayîkê û pirsî:

-Dayê tu ji bona çi digirî?

Çavên diya Zelalê ji girî tije hêsir bibûn. Li Zelalê mêze kir. Destên xwe di ser porê zer û nermik re bir û anî. Kelogirî li keça xwe vegerand û got:

-Keça min, em nema karin li welatê xwe bijîn! Em mecbûr in herin welatekî din. Welatekî biyanî.

Wexta ku diya Zelalê ev tişt jê re got. Mala wan, bexçê wan, gul û beybûnên wan, kûçik û pisîka wê, hevalên wê, dibistana wê hat bîra wê. Ew jî kelogirî bû.

Ji dayîka xwe re got:

-Dayê ez naxwazim ji vir herim. Vir welatê min e. Ez dixwazim li welatê xwe bi hevalên xwe re bijîm. Naxwazim kûçikê xwe, pisîka xwe, dibistana xwa û mamostê xwe li vir bihêlim.

Diya Zelalê bêçar bû. Hîn Zelal piçûk bû. Sebeba koçbariyê fêm nedikir!

Hew tenê ji Zelalê re got:

-Keça min, delaliya min, piçûka min, em mecbûr in herin…

Dîya Zelalê û bavê Zelalê amadekarîya koça xwe kirin. Bilêtên xwe birîn û hatin mal. Di tasewasek kûr de, bi tirs û xemgîn bûn.

Roja bilêta wan hat û Zelal bi dê û bavê xwe re li balafirê suwar bûn, firiyan çûn welatekî din.

Zelal ji her tiştên xwe qetiya bû. Wek masiyekî ku tu wê ji nava ava behrê derxî, bê av bimîne. Wilo bêçar bibû. Zimanê wan nizanî bû. Hevalên wê tinebûn. Ji pisîk û kûçikê xwe jî dûr ketibû!

Piştî demekê, diya wê, ew bir li dibistanê qeyd kir. Roja destpêka dibistanê, diya Zelalê çentê wê amade kir û bi destê wê girt, bir dibistanê.

Hundurê dersxanê tije zarokên renga reng bûn. Mamosta Zelalê bi destê wê girt, bir, li ser kursiyekê da rûniştandin. Dema ku mamosta wê dipeyivî, Zelal tiştek jê fêm nedikir!

Zelalê bi dilekî şikestî hevalên xwe û mamostê xwe anî bîra xwe…

Çentê xwe vekir. Taska xwe ji çente xwe derxist, danî ber xwe. Bi zimanê xwe, di ber xwe de got:

 

-Tasikê, taska zêrîn

Alîkarê min be

Ji min hez bike

Min li welatê min vegerîne.

 

Tasikê, taska zêrîn

Alîkarê min be

Ji min hez bike

Min li bexçê min vegerîne.

 

Tasikê, taska zêrîn

Alîkarê min be

Ji min hez bike

Min li hevalên min vegerîne.

 

Tasikê taska zêrîn

Alîkarê min be

Ji min hez bike

Pisîk û kûçikê min ji min re bîne.

 

Mamosta li Zelalê mêze kir ku Zelal di ber xwe de dipeyive û kûr û dûr çûye! Hat cem wê. Rahişt taska destê Zelalê û di destê xwe de zîvirand û li kêleka Zelalê rûnişt. Zelal hinbêz kir. Rûkê Zelalê maçî kir. Hezkirin û germiya xwe da Zelalê.

Zelal kêfxweş bû. Bi destê mamosta xwe girt û da rûkê xwe.

 

Taska zêrîn alîkariya Zelalê kir…

Zelal û mamosta xwe bûn heval.

Zelalê hînbûna zimanekî din ji xwe re kir kar.

Çîroka me ji we re bû bar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev