Dilêşîya nivîskarê kurd bo paqijaya zimanê me

Dilêşîya nivîskarê kurd bo paqijaya zimanê me

Ev înformasyona biçûk ya birêz Roşan Lezgîn dikare bala gelek kesan nekişîne,

lê di rastîyê da di wê da bi tevayî ji alîyê kurdên tirkîaxêv û bi mejûyê

”parastina yekîtîya axa Tirkîyê” da piştgirîkirina sîyaseta tirkan a asîmîlyasyona kurdan,

biçûkxistina zimanê kurdî ye, belkî jî helwestek e,

ku ji cihanê ra bêjin ”ev milet hela negihîştîye asta dewletbûnê”.

 

Li jêr em dilêşîya nivîskar Roşan Lezgîn bo paqijaya zimanê me raberî we dikin,

dû ra emê fikira malpera xwe ser vê înformasyonê bêjin.

 

Roşan Lezgîn

 

Ev “Odaya Mêzekirin û Mijandina Zarokan” li Otogara Diyarbekirê ye. Nivîs ji berîya qeyûman hatiye nivîsandin.

Ez dibêjim ev awa nivîsandin cidîyeta me ya nihêrîna li zimanê me nîşan dide. Hîç zehmet nekirana kurmancî nenivîsandana baştir bû ji vê kurmancîyê. Çimkî di hişê meriv de li hemberî zimanê serdest (tirkî) zimanê me (kurdî) wek zimanekî bêkêr ku nayê fêmkirin (anlaşılmayan bir dil) nîşan dide û bêqîmet dike.

 

Tiştê ku dewletê xwest bi serbestkirina kurdî bike ev bi xwe ye; bi nîşandanê bêqîmet û bêrûmet bike! Yanî zimanê kurdan serbest bihêle lê mîna ku bi kêrî tu tiştekî nayê nîşan bide…

 

Ji alîyê malpera RIATAZA da

 

Ji ber ku li wî warê welatê me desthilat piranî di dest kurdên tirkîaxêv da ne û ew ser wê bawerîyê ne, ku zimanê kurdî têr nake bo wergera ji zimanê tirkî, di encamê da zirareke mezin digihîje zimanê kurdî, heta miletê kurd jî. Lê di rastîyê da ne zimanê kurdî têr nake, lê zimanê wan yê kurdî têr nake.

Û ji ber ku ew kesana ser xwe ra tu kurdên din nabînin, lema jî hewil nadin bo karekî ha giring berê xwe bidine pisporên zimanê kurdî û ji wan alîkarî bixwezin, di encamê da, bi zanebûn an bê zanebûn,  gaveke din jî gelê me ber bi asîmîlyasyonê dibin.

Bo nimûne, eger ji malpera me bihata pirsîn, meyê wergereke ha bikira:

”Odeya miqatîlêkirin û şîrdayîna (an jî têrkirina, xurekdayîna) zarokan”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev