Nameyên evînî -81

Nameyên evînî -81

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

¤¤¤


Dema bêrîya te dikim, çokên min sist dibin, mejûyê min dibe ka.
Tu zanî min çi texmîn kirîye? Dema bêrîya te dikim, carina ew bêrîkirin bi zewq e, carina jî bi êş e. Herdu jî xweş in. Belkî ya bi êş xweştir e jî.

 

¤¤¤

 

Di evîna me a di mehên destpêkê da ez her difikirîm, ku cem Nurayê evîna pêşin e û evîna pêşin jî herdem germ û gurr e, lema ew ewqas pir ji min hez dike. Û pir caran evîna pêşin demkurt dibe. Ji wê evînê gotinên ”evîna pêşin” dimîne.
Piştî weke salekê min texmîn kir, ku evîna Nurayê a pêşin hêdî hêdî reng û dengê xwe diguhêre, ji qalibê evîna pêşin derdikeve, dibe evîneke din, ango dibe evîneke bi bingeheke xurt. Nurayê bi xwe jî texmîn ne kir ku wê dest ji evîna xwe a pêşin kişand, bi evîneke dervayî evîna pêşin careke din ser min bengî bû. Ew jî demekê ne pir kişand û evîna me kete dewreke din, kete rewşeke nêzîkî ”mirazê pêkhatî”.


Lê gelo ez di wan deman da bi çi evînê bi Nura xwe ra dijîtim? Nura ji destpêkê heta îro bo min bibû ”evîna pêşin û evîna paşin”. Hemû evînên min yên berî Nurayê bi min va evîn xuya dibûn. Nurayê bêy gotinekê îzbat kir, ku berî wê evînên min tunebûne.


Hema bêje tevaya cihanê bêy ku bi evîneke wek evîna me bijî, bi fikira ku evînên wan hebûne, ji vê dinyayê bar dikin, diçin. Şansê min baş bû, ez ne ji wan im.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev