TÊLÎ HEYRAN

TÊLÎ HEYRAN

Mihemed Erzurum

 

Lê lê Têlî heyran neçe Serhedê zozana
Zozan sar e li te nayê wê… wey la Têliyê
Têlî neçe Serhedê zozana
Zozan sar e li te nayê
Tu şê û şêbiskê di şê çê meke
Ji kotîyê mêra re nede ber sur û seqemê sê pay wê ji sermayê
Herçî kesê ku evdê gunehkarê
Ji heftsalî da ku tîra eşqê li dilê wî da be
Heta du tayê spî di çena wê ra bejî ji dilê wî dernayê
Têlî weyla bê Têliyê
Heta li dinyayê sax bim ezê bi axîn û kesera te mirîme
Ax bikim bêjim hey wax li min heywax Têlî

Têlî îro neçe Serhedê zozana êvar e mexrebe ye
Çavê mi li jor ma Rehma Xwedê
Li jêr ma li sîmayê lingê te ye
Têlî weyla bê Têliyê
Têlî heyran neçe Serhedê zozana
Zozan sar e êvar e mexrebe ye
Çavê min li jor ma Rehma Xwedê
Zalimê li jêr ma sîmayê lingê te ye
Hey lo lo lo çavo belkî tu birijî
Te nejimart te nizanîbû li sîmayê lingê

Têlî çend qol çend cerge ye
Têlî weyla bê Têliyê

Çavo belkî tu birijî te qe nejimart te nizanîbû
Li sîmayê lingê Têliyê çend qol û çend cerge ye
Têlî bi bextê te ketime êvar e li ber derî nesekine
Edî bi awirê çava bi qiynatê dila sekna ber derî ji min û

Têliya min re bê feyde ye
Heya li dunyayê saxbim ezê bibêjim Têlî
Ez mirim ezê bibêjim Têlî
Bi destê min bigirin min daxin qebra reş û tarî ezê bibêjim Têlî
Bin bidin ser tenaşoyê du mêtro caw li bedena min bipêçin

Ezê dîsa li dunyayê ax bikim bibêjim Têlî
Bi destê min bigirin daxin qebra reş û tarî ezê bibêjim Têlî
Werin ser min suwala nekin û munker da ezê bibêjim Têlî
Hizûra Xwedê li erasa meydanê gava Xwedê dibe qazî, Pêximber dibe şefaatçî
Ezê hinga bi ya xwe bikim bibêjim Têlî
Ewê ji min bipirsin “Bira dibêjin tu ewqas dimirî
Xwezila min bizanîbiya Têliya te yeka bi çi timtêl î”
Ezê bibêjim Têliya mi yeke bejnzirav e, devliken e, biskbitêl e, enîdeq e, gerdeneke zer-zirav e dirêj e jê di êlî
Kilê subhanê bi derema ji çavê reş û belek qe nabe xalî
Heft xwûnî mala bavê min li ser mala bavê te bû
Zalimê te ji bona yek ramîsana şevê li me hemû kirin berdêlî
Ez şeva îşev dikim werim tuwafa xala gerdenê
Merhemet tune tu dîsa nahêlî Têlî Têlî

Resoyê Gopala

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev